Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi sedema nebûna avê, vala kirina gundên Kurdistanê zêde dibe

22:11 - 10 Îlon 2014

Kurdistanmedia: Koçberiya akinciyên gundên Kurdistanê ber bi bajaran ve, bi sedema pirsgirikên kêm aviyê dirêje heye û ew jî di heyamekî de ku bo hewêzî kirina çavkaniyên avê 40 sal dem hewcey e.

Li gor rapora Kurdistanmedia, pêla çarem a koçberiya akinciyên gundên Kurdistanê ber bi bajaran ve dirêje heye û kêm avî di 700 gundên parêzgeha Sine de, biyaveke amade ji bo koçberiyê lidar xistiye.

Gundên parêzgeha Kirmanşan û Îlamê li gel arîşeya bê aviyê rûderû bûne û bi sedema mifawergêrtin ya nestandard ji avê di heyamê çend deheyên borî de û çareser nekirina vê pirsgirêkê ji aliyê bingehên peywendîdar û berpirsên rejîma Îslamî ya Îranê ve, bûye sedema serke ya koçberiya xelkê, ji gundan bo bajaran ku di encamê de komek arîşe û pirsgirêk hatine holê.

Kurdistana Îranê yek ji herêmên zêde av ya Îranê tê hejmarkirin û bi sedema xemsariya berpirsên rejîmê û çêkirina nayasayî a barajan û birina avê bo parêzgahên din yên Îranê, bûye sedema kirîza avê di Kurdistanê de.
Seba nebûna rêveberiya dirust di Îranê de, sal pey sal 10 milyard mêtra sê qat ava bin erdê dihicine û a niha zêdeyî 600 deşt di wî welatî de bin hêla sor kêm aviyê dene.