Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bidawîhatina dewreya 209\'a destpêkî ya Pêşmerge

19:34 - 27 Çirriya paşîn 2013

Kurdistanmedia: Dewreya 209\'a destpêkî ya paş 2 mehan karê berdewam ji perwerde û hînkirina pêşmerge, bidawî hat.
Li gor rapora peyamnêrê Kurdistanmedia, rêûresma bidawîhatina dewreya 209\'a destpêkî ya Pêşmergên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi pişikdariya hejmarek ji endamên rêberî, kadir û pêşmerge û malbatên PDK Îranê, îro Çarşemî berwara 27\'ê Çiriya Paşîn a 2013\'an, birêve çû.
Di destpêka rêûresmê de sirûda neteweyî a Ey reqîb ji aliyê beşdarên dewra 209\'a destpêkî ve hat xwandin.
Piştre rêjeya leşkerî, şerê sernêze û birînê qadên astengiyan, weke yekemîn birga fêrgeha komîsyona perwerda a PDK Îranê birêve çû.
Di birga din a wê rêûresmê de Luqman Mêhfer Endamê Komîteya Nawendî ya PDK Îranê çend gotinek pêşkêşî bi vê boneyê kir û paşan Samirend Enberîazer yek ji mamostayên fêrgê, rapora amuzişî ya dewrê pêşkêşî beşdaran kir.
Di vê rêûresmê de serkevtiyên dewreya 209\'a destpêkî li varê ders û exlaq ji aliyê fêrgeha komîsyona perwerde ve hatin xelatkirin.
Paşan rapora dewrê ji aliyê Suheyîla Murtezewî ve hat xwîndin û çen helbestek ji aliyê Behadîn Rewangerd û Perwîz Mameê beêdarê dewrê ve hat pêşkeşkirin.
Di dawiyê de çend stranek ji aliyê Xolam Fatihîm û Azad Mistefa zade ve hat pêşkeşkirin.