Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bihara kurdî birêve ye

12:27 - 12 Çirriya paşîn 2012

Fatih Salihî
Bihara kurdî bêjeyek namo nine, belkî bi liber çavgirtina van guhertinên ku li du salên derbasbûyî de li qada nawçe û cîhanê de li dor guherîna desthilatan hatiye rojevê, dikare têgehek bihêz be bo gihîştin bi xwast û daxwaziyên netewa kurd li çar welatan de û bi taybet li sê welatan de ku çarenivîsa gelê kurd girêdayî ye bi şêwaza desthilatdariyê li wan welatan de.

Bihar nîşana vejiyan û rabûna surûştê ye û li ser vê esasê bihara kurdî dikare bibe destpêka qonaxek nû ji ast nasandin û cihgîrkirina nasnameya netewî a kurd li coxrafiyaya siyasî a devera Rojhilata Navîn û siyaseta coxrafiyayî a welatên deverê û superhêzên cîhanê ku karîgerî li ser pirsa rewa a neteweya kurd li van welatane de heye ku kurd bi ser van de hatine parve kirin.

Guhertinên vê daviyê ên Sûriyê û rola kurdan li bidestvegirtina desthilata herêmî a xwe tevî nerazîbûnên vê dawiyê ên kurdistana Turkiyê û girevgirtina bajarên kurdakincî li pêxem berevanîkirin ji maf û şunasa xwe û ew pêşketinên ku niha li herêma Kurdistana Îraqê de em dibînin, herweha rewşa xirab û aloz a Komara Îslamî a Îranê û rola opozîsyona kurd li pêxem yekxistina mala kurd bona avakirina enî û bereyek yekgirtî û li vê navberê de hevalbendiya her du partiyên demokrat û Komele û hêza pengurî a neteweya kurd li Kurdistana Îranê bo gihîştin bi mafên rewa ên xwe ku zêdeyî 67 salane li çarçoveyek modern de xebatê jêre dike, vê rastiyê bo me eşkere dike ku bihara kurdî dûr nine weke têgehek guherînxwaz û şûndaner bikewe nav hevkêşeyên deverê û destpêka qonaxek nû ji xebat û tekoşîna hêzên kurdî û neteweya kurd li Rojhilata Navîn de be.

Lê ya girîng, yekêtiya hêzên kurd li dor van guhertinên li rojevê de û ders wergirtin ji van ceribînan e ku ji mere dibêjin siyaseta coxrafiyayî a welatên deverê berdewam pêşiya cuxrafiyaya siyasî a kurd girtiye û vê carê ger guhertinek kûr rû bide û ger netewa kurd nekare bi awayekî yasayî bi xwast û daxwaziyên xwe bigihîje, rengê vê hindê nade guhertina han destkevtek dilxwaz bo kurdan bi dûre be.