Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bila Kobanê tenê nebe/ Gef, bangkirin û binçavkrina hemwelatiyên Kurd di Kurdistana Rojhelatê de

13:29 - 13 Çirriya pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Navendên rejîma Îslamî ya Îranê di heyama çend rojên derbazbûyî de li bajarên Kurdistana Rojehelatê de bi armanca çêkirina atmosfêrekî xofhêner û tirs di nav xwepêşanderan de, çendîn hemwelatiyên Kurd binçav û gazî û herwiha gef ji wan kirin e.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, piştî avakirina kempêyînên piştîwanî kirin ji Kobanê di bajarên Kurdistana Rojhelatê de û piştîwaniya berfireh ya welatiyan ji wan kempêyînane, rejîma Îslamî ya Îranê ji riya navendên pêwendîdar yên xwe ve hewla vê yekê dida ku pêşiya bi rêve çûna meşên hevwelatiyan bigrin.

Rejîma Îranê bi milîtarîzekirina seqa bajarên Kurdistana Rojhelatê di hewla vê yekê de bû ku pêşiya welatiyan jibo bi rêve çûna xwepêşandanan bigre.

Piştî pêşwazîkirina berîn a xelkê di civînên xwe de “Kobanê bi tenê nehêlin”, welatiyên Kurd ve ji piraniya bajarê Kurdistanê bi gotina silgonên weke “Neman bo dîktator û neman bo piştîwanên DAÎŞ’ê” rejîma Îslamî a Îranê kirine armancên derûşmên xwe.

Rejîma Îslamiya Îranê bo gihîştin bi armancên xwe di wan xwepêşandanane de ji aliyek din ve hemwelatiyan destbiser û bang dike û bi girtina fîlim û wêne ji xwepêşanderan dixwaze fezaya ewlehî çê bike û ji aliyek di ve jî bi sedema ewê ku tu konterolek li ser rêpêwanan li bajarê Kurdistana Îranê de runebû bi daxwazkirin ji xelkê bo pêşwazî kirin ji xwepêşanderan, siyaseteke duqatî birêve dibet bo rêderxistina rêpêwanan.
Rejîma Îranê di yekemîn meşan de li bajarê Mihabad, Rebet û Bokanê bi zorî û gefên hêzên Întizamî û leşkerî yên taybet hewl dan ku ew meşane bi rêve neçin, lê hemwelatiyên Kurd di wan bajarane de bo çendemîn car rijiyane nav kolan û taxan de û piştîwaniya xwe ji Kobanê du qat kirin.

Girtina hemwelatiyên Kurd ji aliyê rejîma Îslamî ya Îranê ve

Li gor rapora Kurdistanmedia, pişikdarên meşên piştîwanî kirina ji Kobanê li bajarê Rebet ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve ji hev cuda kirin û çendîn kes ji hemwelatiyan binçav kirin.

Yek ji rûniştiyên bajarê Rebetê di hevpeyvînekê de tevî malpera Kurdistanmedia ragehand ku 4 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine girtin.

Hemwelatiyê han di dirêjahiyê de got ku du kes ji girtiyan heta niha di girtîgeha rejîmê da ne.

Herwiha, raport bas ji vê yekê dikin ku rêpêwîna hemwelatiyên Kurd li Merîwanê bi sedema maytêkirina hêzên Întizamî yên rejîmê naaramî û tunutîjî têde hatiye gorê û dehan kes ji wan hemwelatiyane ku beşdarê meşê bûn hatine girtin û çendî kes jî birîndar bûne.

Li gor raporta han, 37 hevwelatiyên Kurd xelkên Merîwanê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine girtin.

Herwiha herî kêm 10 kes ji xwepêşanderên bajarê Bokanê ji aliyê hêzên Întizamî yên rejîmê ve hatine girtin ku nasnameya 4 kes ji wan bî wî awayê “Erselan Celebî, Hêmin Ebdullapûr, Peyman û Eta” hatiye ragehandin.

Ji aliyêk din ve xwepêşanderên bajarê Mihabadê ku piştîwanîkirin ji Kobanê çûbûne kolanan ji alyên hêzên rejîm ve hatine girtin.

Xebat Menegurî, berpirsê encumena parastin ji jîngeha Mihabadê û çendîn hemwelatiyên din ên Kurd ku di mîtînga sedtekdan bi Kobanê li bajarê Mihabadê de pişikdar bûn, hatine girtin.

Du kes ji hemwelatiyên Kurd ên akincî li bajarê Tehranê de ku di meşa piştîwanîkirin ji Kobanê li ber deriyê deftera Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) bi rêve çûbû, hatin binçavkirin.

Li gorî rapora han, ew du welatiyane ku li Tehranê hatine girtin, çalakvanê varê zarokan û û çalakvanê sivîl bûne, ku nasnameya wan du hemwelatiye Kurd e “Aso Rostemî û Elî Nûrî” hatiye ragehandin.

Pişikdarî di meşên piştîwanîkirin ji Kobanê û bangkirina hemwelatiyên Kurd ji aliyê îdareya Îtilatê ya rejîma Îslamî ya Îranê ve

Sîmîn Çayîçî û Liksûm Osmanpûr, helbestvan û çalakvanên varê çandî, roja Pênçşemî 9’ê Çiriya Pêşîn a 2014’an, ji aliyê navenda Îtilatê ya Sine ve bi sedema beşdarî kirin di xwepêşandanên piştîwanîkirin ji Kobanê, ganî û lêpirsîn ji wan kirin e.

Ajansa Kurdpa di raportekê de hejmara wan hemwelatiyane ku ji aliyê hêzên navenda Îtilatê ya rejîma Îslamî ya Îranê ve hatine girtin, herî kêm 50 kes ragehandiniye.