Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bila xebat gorî guhartinên serdem bimeşe

14:01 - 4 Nîsan 2021

Nûredîn Sofîzade

Me pê avêta nava saleke nû û sedsaleke nû, mebest gorî tarîxa sedsala “Koçiya Rojî” ye, em kevtine nava sala 1400`ê, û sedsala 15`an ya Hetawî.

Ez di wê nivîsê de naxwazim basa derbasbûyî û sedsala bihorî bikim û gilê û gazindan ji xebat û rewşa me Kurdan bikim û bêjim ka me çi kir? Kêmasî û rexnên li ser doza me çi ne, û dujmin û dagîrkran çi cure pîlan û nexşên xwe yên qirêj li ser Kurdan bi rê ve birine, herçiqas di berê de hatiye gotin ku ezmûn û derbasbûyî dikare bibe wane û ceribandinekî baş, bo bi xwe de çûnê û nehêlan yan kêmkirina kêmasiyan û bihêz kirina notên erênî, belkî ez dixwazim rasterast biçime ser vê mijarê ku em di pêşerojê de dibe çi bikin?

Gelê me yê Kurd niha di serdemê pêşkevtina teknolojiya û informatîkê de dijî û bê guman bi beravirdkirin digel sedsala derbasbûyî, gelek guhartin bi ser awayê nêrîn, hişyarî, hest, û zaniyariyan de hatiye.

Gorî wan guhartinan ku bi ser dinayê de hatine û hekî gotî dewlet serê teknolojiyê û emrazên peywendîgirtinê, cîhan bûye gundekî biçûk. Pirsyar ava ye ku emê Kurd di çi qonaxekê de ne û me heya çiqasekê kariye xwe digel wê guharinê rêk bixin?

Bi berçavgirtina wê rastiyê, divê Kurd gelek lezgîn siwarê pêlên wan guhartinan bibe û digel de here pêş.

Kurd bi giştî nikare her bi awayê kevneşopî û sunnetî weke derbasbûyî doza xwe bimeşîne û xebatê bike bona bidestvegirtina qedera xwe, belkî ev jî, dibe guharinê bi ser xwe de bîne.

Bo mîna di demekê de ku dagîrkarên Kurdistanê hemî cehda xwe dikin ku bona derbelêdan ji xebata Kurd, mifahê ji baştirîn emrazên serdem wergirin, Kurdan heya çiqasekê karîne bi armanca pêşxistina xebata xwe, xwe digel teknolojiyayê rêk bixin?

Rejîmên dagîrker û bi taybetî hekî ez bi rohnî bêjim rejîma kevnarperwer û terorîst a Îranê, hekî berê bi tang û teyaran û topan û êrîşa leşkerî, cehd dikir gelê me bifetisîne, li Kurdistan bi hegera komkujiya ji aliyê rejîmê ve, çemê xwînê diherikî. Em dibînin ku îro rojê şêwaza şerê xwe guheriye û taktîkên gelek metirsîdartir ji komkujiyan girtiye bera xwe bona şikandina xebat û berxwedanî û kerameta Kurdan li Rojhilatê Kurdistanê.

Rejîm di cihê çek û cebilxana teyar, îro dehan hezar kadrên saybêrî perwerde kirine û emrazên herî pêşkevtî danane ber destê wan, ku şerê hewce bi wan bide kirin.

Ew şer şerê nerm e, êrîşe bo ser pîroziyên netewî, lêdan ji çand û kultûra Kurdan e, şikandina keramet û îrada netewî ye, bê bawerî xistina di nava Kurdan de ye, ev hin ji awayê êrîşên serdemiyane yên rejîmên dagîrker û bi taybetî rejîma Îslamî ya Îranê ne.

Lê her bi wê hinê nasekîne û cehdê dike derbên giran ji tevgera Kurd bide, weke netebayîxistina di navbera part û aliyên siyasî de ku di cihê xebat bi dijî dagîrker, mijûlê xwe xweriyê û dijayetiya hevdû bikin.

Cehdkirin bo nifûzkirin di nava bizava rizgarîxwaza Kurd û lêdana derbên emniyetî, da ku her rojekê bixwazin morên xwe bikar bînin.

Bernamên televîzonî û radiyo û rojname û sedan malper terxan kirine bona piropagende li dijî tevger û hêzên xebatkar yên Kurd, tenê bi armanca lekedarkirin û bixtan pêkirin û ber çavê xelkê reş kirina hizbên siyasî, xistine kar.

Em wekî doza berheq a Kurd hewce ye ku di wan warane de pêngavên micid biavêjin, hem bona gihîştina bi armancên netewî yên xwe ku rizgariya Kurdistanê ye, hem bona bertek û berevanîkirin digel pîlanên dujminan û şerê wan ku ji teknolojiya herî pêşkevtî a serdem bi dijî me bikar tînin.

Renge hêzekî şoreşger û di halê xebatê da be nekare rikeberiya teknolojiyê û bikaranîna wê digel dewletekê bike, hekî me seh bi wê rastiyê kir, tenê dimîne çend pêngavên hewce ku bikarin rû bi rûyê dujminan bibin û pîlanên wan pûç bikin ku ew jî ev in:

Çêkirina yek gotarî di nava bizava Kurd de

Çêkirina yekîtiyeke bihêz di navbera partiyên xebatkar de

Yekgirtina li ser mijarên hevpar ên xebatê li dijî dujminan

Birina serê ya asta hişyariya xebatkarên siyasî û haydarkirina wan ji pîlanên dujmin

Birina serê ya asta ewlehî û tenahiyê li hember kiryarên terorîstî

Parastina nihêniyên rêkxistinî û belavnekirina wan li ser torên civakî

Çêkirina girûpên saybêrî bona berengarbûn ji êrîşa saybêriya dujmin

Çêkirina girûpên berteknîşander li hember her piropagendeyekî dujimnan di torên civakî de

Ev û gelek warên dinê ku renge li ber pirsên ewlehiyê hewce nekin ku di wê nivîsê de bêne baskirin, dikarin xebata tevgera rizgarîxwazî ya Kurd bi giştî û li Rojhilatê Kurdistanê bitaybetî rijd bike.

Bi awayekê ku heya qasekê bikare berengarê pîlanên serdemiyane yên rejîmê bin.

Naveroka vê nivîsê, nerîn û dîtina nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistan Media jê berpirsiyar nine