Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Biljîk/ Kombûnek li dor piştewanîkirin ji xwenîşandanên Mehabadê birêve çû

16:58 - 14 Gulan 2015

Kurdistan Media: Komîteya Hizba Demokrat- Biljîk bi beşdariya endam alîgirên hizbê hevwelatiyên her çar parçeyên Kurdistanê hejmarek ji çalakên siyasî Îranî, kombûnek nerazîbûnê li dor destekdayîna ji hevwelatên bajarê Mehabadê li pêşberî balyozxaneya rejîma Îranê li bajarê Birokselê birêve bir.

Li gor rapora Kurdistan Media, roja çarşemî, 23ê banemera 1394an a rojî (13ê gulana 2015an), komîteya PDK Îranê li Biljîkê bi beşdariya hejmarek berbiçav ji kesatiyên siyasî û sivîl ên kurd û Biljîkî ş nûneratiya çendîn part û aiyên siyasî yên rojavayê Kurdistanê û partiya Sosyalîsta Kurdistanê (PSK), kombûnek nerazîbûnê li pêşberî balyozxaneya rejîma Îslamî ya Îranê li bajarê Birokselê bo piştewanî ji xelkê nerazî yê Mehabadê birêve bir.

Armanc ji birêveçûna vê civînê, nîşandana nerazîbûnê li dijî rejîma îslamiya Îranê ûû jib o piştewanîkirin ji nerazîbûnên rojhilatê û bajarê Mehabadê bû ku bi zimanên kurdî ûû firansî hatin pêşkeş kirin.

Paşan Elî Eşref Muradî, endamê Cihgir yê Komîteya Nawendî yê KÎ peyama Hizbê bi vê boneyê xwend.

Paşan nûnerên çendîn part û aliyên siyasî yên rojava û partiya Sosyaîst ppeyamên xwe pêşkeş kirin û piştewaniya xwe ji xekê Mehabad û Kurdistana rojhilatê nîşan dan. Herweha Ednan Ebûseyf jî bi nûneratiya Partiya Azadiya ya Ehwazê peyamek pêşkeş kir.

Li doma kombûnê de Hisam Destpîş, şirovekarê Siyasî yê kurd li ser girîngiya beşdariya hevwelatiyan li xebat û tekoşîna azadîxwazane ya kurdan li dijî rejîmên dîktator û bi taybetî rejîma Îsllamiya Îranê sekinî û hevxebatî û yekîtiya kurdan ji armancên netewî û demokratîk da zanîn.

Komek duûşm I wê xwenîşandanê de ji aliyê beşdaran ve bo piştewanîkirin ji serhilldana Mehabadê û pirotesto kirina mirina Ferînaz Xusrewanî bi zimanên kurdî, firansî û farsî li pêşberî balyozxaneya rejîma Îranê li Birokselê hatin qîrandin.