Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Binpêkirina Mafê Mirovan

20:13 - 24 Şibat 2014

Îbrahîm Urmiye

Mafê jiyanê, mafekî bingehîn ê mirov e ku dibe bingeh ji bo hemû şêweyên din yên mafan, di nav de mafên siyasî, civakî û aborî.

Di her welatekî de ku îdam weke şêweyeke sizadanê, bi taybetî bi sedema çalakiyên siyasî tê bikaranîn, mafê bingehîn e mirov bi awayekî berfireh tê binpêkirin. Bi hindê re jî girêdayî, pêgavên ji bo sererastkirina mafê mirovan tenê wê demê dikarin bi cidî werin girtin ku sizayê îdamê bi rêve neçe.

Rêjeya îdaman di sala 2013’an û despêka 2014’an de li Îranê, ku xwe ji sedan îdaman dide, kûrahiya wê karesata ku gelên Îranê di warê mafên mirovan di bin siya Komara Îslamî de pê re rûbirû ye nîşan dide.

Ya ku bi îdaman re û hêj pitir kûrahiya karesata binpêkirina mafên mirovan li Îranê nîşan dide, ew sedem û hêcet in ku rêjîm bi kar tîne heya ku rewayiyê bide birêvebirina cezayê îdamê, yan bi navê xwe yê rast cinayetên derveyî mirovatiyê.

Li heyva Oktobra 2013 (Rezbera 1392) Komara Îslamî 16 çalakên siyasî yê Belûç bi toleya operasyoneke hêzên Belûç li dijî navendeke leşkerî ya xwe li Belûçistanê îdam kirin. Dadistanê Komara Îslamî li Belûçistanê bi eşkere û vekirî ragehand ku ew 16 kes bi toleya operasyona ku li gor rêjîmê hevbîrên wan kesan li dijî Komara Îslamî bi rêve biribûn hatine îdamkirin.

Piştre li Xûzistanê çendîn girtiyên siyasî ên Ereb ji ber ku çalakên Ereb niha bi awayekî çalaktir ji caran ji bo mafên xwe yên neteweyî kar dikin hatin îdamkirin. Li Kuridstanê jî her dema ku tevgera neteweyî ya Kurd çalakiyeke diyar encam dide, bi hêcetên cuda Kurd têne îdamkirin.

Di heyva Rêbendanê de, di wê demê de ku gelê Kurd ji bo pîrozbahiyên roja 2’ê Rêbendanê xwe amade dikir, Komara Îslamî li girtîgeha Urmiyê 5 kes îdam kirin.

Sedem çi dibe bila bibe, lê hegera îdamkirina wan di wan rojên beriya cejna mezin a gelê Kurd de, tenê ji bo çavtirsandinê bû.

Bi kurtî her dema ku çalakiyên siyasî yên gelên Îranê ji bo bidestxistina mafên siyasî û neteweyî pêşve diçe, rêjîm çeka îdamê li hemberî çalakên siyasî bi kar tîne.

Di wê demê de ku di girtîgehên Komara Îslamî de bi hezaran çalakên siyasî li benda qedereke nediyar in, û her roj bi gefa îdamê re rû bi rû ne, mijara îdamê weke çeka tirsandinê zêde metirsîdar e.

Ji bo wan girtiyan îdam weke şûrê demoklês e ku şev û roj raserî serê wan hatiye ragirtin, û her dem dikare bê cîbicîkirin.

Dema dewlet îdam u tolhildanê ji xwe re dike bingeha danustandin bi gelên welat re u li hember daxwazên wan çeka îdamê bikar tîne, wê demê tu hêviya hindê nîne ku pêşketinek di warê mafê mirovan de li Komara Îslamî bê çaverê kirin.

Rêjîmek ku mafê jiyanê ji çalakvanên siyasî re rewa nebîne, nikare bi gelan re di nava aştiyê de bijî. Îdam karesata mirovatiyê ye u heya ji binî re neyê sekinandin, çi pirsgirêkên siyasî u civakî li Îranê nayên çareser kirin.