Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bîranîna 75 saliya “Komara Kurdistan“ ê

12:44 - 22 Kanûna Paşîn 2021

Dr. Ibrahim Mahmud

Bêgoman kêm yan zêde, gelê Kurd dîroka damezrandina “Komra Kurdistan“ li Mahabad ê (22.01.1946 – 16.12.1946) û armancên wê yên serekî dizanin, lê tevî wê jî ez wek e kurdekî, ku hertim bi hêvyên serxwebûna Kurdistanê dijîm; bi pêwist dizanim, heger bi kurtî be jî, çend bûyer û destkeftan ji vê dîroka zêrîn a Kurdayetî yê, bi bîr bênim:

Gereke gotina Pêșewa Qazî Mihemed, damezirvan û serokê Komarê herdem li bîra me bin, dema li meydana çwar-çira bi dengekî dilêr û ji dil gotibû:

„Ez bi xwidê, bi kelama ezîme xwidê, bi niștîman, bi șerafeta milî ye kurd, bi Alaya muqedese Kurdistan swênd dexum, ku heta dawiya jiyana xwe û rijyana diwî dilopên xwîna xwe, bi dil û can û mal de rêya ragirtina serbixweyî û bilindkirina alaya Kurdistan de, bixebitim…“

Bi dîtina min dema xwendin û guhdariya li van gotinan, rastiyek eșkere dibe û derdikeve meydanê; ewjî serbixweyî ya Kurdistanê ye, rastgoyî û dilsoziya wî Mêrxasî bû, daku wê armanca herî serke û pîroz li bal kurdan, di dil û wijdanê nifșên pêșerojê de biçîne!

Tevî ku temenê Komarê gelek kêm bû jî, lê pirsyar ewe:  gelo çima heta vê rojê jî û li hemû parçeyên Kurdistanê, ew bû ye simbola têkoșanê, serbilindî û hêviya pêșerojê?  û jiber çî heta vêgavê Komar bû ye stêrka herî geșe di esmanê xewnên kurdan de?

Bê goman, li gorî belgenameyên li ber destan, ez dikarin bêtirs bersiva wan pirsiyaran bidim û bêjim: jiber ku Komar ê armanc û xewnên rewa (heq) yên gelê kurd bi cih anîn û tekez kir, ku ev gel (milet) dikarê serbest û serbixwe welatê xwe bi rêve bibê, bi șêweyî șaristanî ber bi pêșve herê û jibo miletên der dor (cinar), bibe nemûne! Her ji roja yekeme ve: Mirovhezî û parastina mafên wan, dadpreweriya komelayetî (civakî), ruhê tebayî û dest di nav dest de, rêzgirtin li deng û raya xelkê, giringîdan bi berjewendiyên neteweyî yên sereke bû ku bûne xeyset û simayên bi rêveberên Komar ê. Ji ber wê û her ji destpêkê de, Komar bû dirik (sitrî) di nav çavên dujminan de.

Lewma pêwiste, proseya damezirandin û ruxandina wê komarê a yekem di dîroka me de, û ezmuna wê ji me kurdan re her zindî bimênê, da ku em û nifșên dahatî mifahê ji çend serpêhatî û dersên, ku ji bo me bi cî hiștiye, bigrin:

1- Kurdistan yek parçe ye û gelê kurd yek gele; jiber hindê jî di yekem roj de, nunerên hemû beșên welatê meyî parçekirî li Mahabada Paytext, li gel Rojhelatiyan șahiya serxwebûnê, pîroz kirin û amadebûna xwe jibo parastina wê nîșan dan (nemûna herî baș di vê derheqê de, Xebata Mela Mistefayê Barzanî û hevalên wî bû).

2- Bawerî bi Serxwebûna Kurdistan ê û rizgarkirina gelê kurd ji bindestiyê.

3- Tenê bawerî bi hêza netewyî û hevgirtina navxweyî dibê garantî û misogerkirina serkeftin ê; neku palpștî bi hêzên biyanî û bawer bi gotin û sozên dujminan.

4- Hilgirtina berjewendiyên neteweyî û têkoșîn jibo cîbicî kirina wan, di ser berjewendiyên Hizbî, malbatî û kesayetî re.

5- Parastin û bi hêzkirina yektîtiya neteweyî, rêzgirtin li bîr û raya xelkên xwe, gringîdan bi pileya zanebû û șarezayî netewa xwe.

6- Rêzgirtin li azadiya bîr û bawerên siyasî û olî, dêmokrasî û parastina mafên rewa yên miletên ku di nav kurdan de dijîn.

7- Çandina kultura hezkirin, rêzgirtin, parastin û bilindkirina sîmbolên netewyî di nav gelê me de; wek Ala rengîn û siruda „Ey Reqîb“!

75 sal derbas bûn e, lê ezmûn û dersên „Komara Kurdistan“ê jibo rizgariya netewyî hîn jî bi sûdin, lewra baștrîn wefadarî bo ruh û yadgarê Qazî û hevalên wî, ewe ku em armancên têkoșana wan bi cih bênin!!

Bêgoman eșkere ye, ku di vê serdema nû de, rewș û çarenûsa gelê me çetin û aloze; zor dîwar û berbest yên navxwe û derve li ser rêya bi cîanîna armancên Komarê hene; lê tevî wê jî, weku kurdekî hêvî û daxwaza min ewe, ku rojekê, li hevhatin û hevgirtina hêz û rêkxistinên netewa me li hemû  parçeyan bi cih bibin, û bi taybet le Rojhelata Kurdistan ê! çima Rojhelat?

Jiber: ji aliyekî ve, ew bingeh û dayika yekemîn Komara gelê me bû û ji aliyê din ve jî, bi dîtina min, rêjîma Iranê xeraptirîn û dijuartirîn dujmnên Kurd û kurdistanin; ew bi zanebûn, pîlan û tanî radeyekî bi bêdengî, dîwaran li ser rêya serxwebûna gelê kurd li her cihê ku lê dijîn, ava dikin!

Hezar Silav li ruhê Qazî Mihemed û hemî șehîdên Komarê û rêya azadî û serbixweyî Kurdistan!

Naveroka vê nivîsê, nerîn û dîtina nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistan Media jê berpirsiyar nine