Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birayên Kurdpûr di meha Îlonê de tê dadigahîkirin

16:54 - 23 Tebax 2013

Kurdistanmedia: Civîna duyem a dozgerîkirina birayên Kurdpûr di heyva Îlonê de birêve diçe û Xusro bi sûça “Mofsid Fi-Alarz” tê dadigahîkirin.


Malpera Hirana bilavkir, celeseya duyem a dadigahîkirina Mesûd û Xusro Kurdpûr du rojnamevan û çalakvanên mafê mirov ên Kurd roja 16’ê Îlon a 2013’an, li bajarê Mihabadê birêve diçe.
Çavkaniyê ragihand, Xusro bi sûça “Mofsid Fi-Alarz” hatiye tawanbar kirin, lê rojnamevanê han ê girtî ew tohmete ret kiriye.
Roja duşemî derwara 5’ê Tebaxa 2013’an, birayên Kurdpûr li dozgeriya “Înqilab”a bajarê Mihabadê doseya wan gengeşe kirin û ji aliyê dadweriyê ve heyamê girtina wan dirêj kirin.
Du rojnamevanên han ji aliyê dezgeha dadwerî û ewlehiyên rejîma Îslamiya Îranê ve sûça weke, alîkarîkirin tevî partiyên Kurdiyên opozisyona rejîma Îslmaiya Îranê, piropagendên dijî “Nîzam”ê û pêkanîna civînên narizayetî bi dijî tenahî “netewî” xistine pal vê.
Li gor dawîn agahiyan birayên Kurdpûr ev sûça nekêşane istiyê xwe û bi beşekî helawêstî hesibandine.