Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêve çûna rê û resma 26’ê Xermananê li barigeha Deftera Siyasî a PDK Îranê li Koyê

21:10 - 17 Îlon 2013

Kurdistanmedia: Rê û resma 17’ê Îlonê, 21’yekemîn salvegera şehîdkirina Dr. Şerefkendî û hevalên wî li bingeha Deftera Siyasî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi bajarê Koyê birêve çû.


Li gor rapora peyamnêrê malpera Kurdistanmedia, roja sêşemî 17’ê Îlona 2013’an, rê û resma 21’yekemîn salroja terorkirina Dr. Sadiq Şerfkendî û hevalên wî li Almanê, bi beşdariya endamên rêberî, kadr, pêşmerge û malbatên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û bi beşdariya mêwanan li barigeha Deftera Siyasî a vê Partiyê li bajarê Koyê birêve çû.
Di destpêkê de bi xwandina sirûda netewî a “Ey Reqîb” û ragirtina deqeyek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqij ên şehîdan dest pêkir.
Piştre peyama Deftera Siyasî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi boneya 21’yekemîn salvegera şehîdkirina Dr. Şerefkendî û hevalên wî ji aliyê “Dr. Mîro Eîyar” endamê Deftera Siyasî ve hat pêşkeşkirin.

Dr. Mîro di peyvîna xwe de got: Em li ver kom bûne heya ew cinayeta wehşentnaka rejîma Îslamiya Îranê li hemêber gelê Kurd û Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ji bîr bînin.

Eliyar sibaret bi kesayetiya Dr. Şerefkendî got: “ Dr. Sadiq ew rêbere bû paş şehîd bûna Dr. Qasimlo nehêla pîlana qirêja rejîma Îranê bo bi çok de anîa tevgera Kurd li Kurdistana Îranê ser bigre û bi jêhatî ve ew erk raperand, boye dijminan zeferiyan pê bir û mixabin şehîd kirin.
Dr. Mîro got: Terora Dr. Şerefkendî lapereyekî nû li xebata rizgarxwaziyê de hilda û destê dezgeha terora rejîma Îslamiya Îranê bîrîve û her wusa hukma dadigaha Mîkonosê jî bi wateya tewaw peyv bo rejîma Îslamiay Îranê bû bo karesat û rejîma Îslamiya Îranê bi terorîs da nasandin.


Paşan kora huneriya PDK Îranê sirûdek bi nave “Şepola şîn” xwand in.
Di birga din a vê marasimê de “Nahîd Husênî” helbestek bi navê “Şebengek ji tirîfeya zêwînekanî befir” hat pêşkeşkirin.
Paşan peyama hevpera a Yeketiyên Jinan, Xwendekaran û Ciwanên Demokrat ên Kurdistna Îranê ji aliyê “Serbest Şehabî” çîgirê sekreterê Yeketiya Xwenderanan ve hat xwandin.
Di dawiya birga rê û resmê de miqamek ji aliyê “Faruq Sultanî” û “ Xulam Fatihî” û her wusa helbestek ji aliyê “Simko Bêkes” ve pêşkeşî amadebûyên merasimê hat kirin.