Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêveberiya şaş rûyê bajarê Makoyê tevlîhev kiriye

14:03 - 22 Tebax 2012

Kurdistranmedia: Komkirina kirs û paşmayiyan li derdora bajarê Makoyê û herweha avakirina girtîgehekê li derwazeyê bajar de, rûyê wî bajarî mîna bajarek şerrlêdayî şibandiye.


Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, nebûna birêveberiyek dirust li Makoyê û xemsarî û şaşiyên berdewam ên berpirsên rejîmê di wê deverê de rûyê wî bajarî tevlîhev kiriye û bûye seba pirsgirêkên zêde ji hevwelatiyan re.
Di salên dawî de tevî soz û qerarên berpirsên Şaredarî û Fgermandariya Makoyê di pêwendî li gel pirsgirêkên wî bajarî, mixabin pirsgirêkên han hêj çareser nebûne, belkî zêde jî bûne.
Komkirina kirs û paşmayiyan li derdora bajar û avakirina girtîgehekê li derwazeya bajar de, rûyê wî bajarî mîna bajarek şerrlêdayî hiştiye.

1992.jpg


Herweha nebûa riyên fireh û di nava bajar de û hat û çûyên zêde ên xelkê bo dervey welat di riya wî bajarî ve bûye seba tirafîka zêde di nava bajar de û rewşa han hevwelatî tûpşî arîşeyan kiriye.
Heya niha bi caran berpirsên rejîmê soz û qerarên çareseriya wan pirsgirêkan dane, lê her carê bi hêcetekê xwe ji çareseriya wan pirsgirêkan dûr dixin.