Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêveçûna rê û resma 22’ Pûşperê li binkeya Deftera Siyasî a PDK Îranê

00:11 - 13 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurdistanmedia: Rê û resma 22’ê Pûşperê, 23’mîn salvegera terora Dr Qasimlo û hevalên wî, li binkeya Deftera Sıyasî a PDK Îranê birêve çû.


Li gor rapora nûçegihanê Kurdistnamedia, roja 12’ê Tîrmeha 2012’an, rê û resma 22’ê Pûşperê 23’mîn salvegera terora şehîd Dr. Qasimlo û hevalên wî, bi beşdariya birêz “Mistefa Hicrî” Sekreterê Giştî, endamên rêberê, kadr, pêşmerge û malbatên wan li salona giştî a rê û resmên PDK Îranê bi awayê jêrde birêve çû:


Bi sirûda netewî a “Ey Reqîb” û xulekek bêdengî bo canê paqij yê şehîdan rê û resmê destpê kir.
Piştre, birêz “Têmûr Mistefayî” peyama Deftera Siyaî a PDK Îranê, bo boneya 23’mîn salvegera terora şehîd “dr. Qasimlo” pêşkêş kir.
Navbirî di axaftina xwe de, tevî amajekirin bi du rehendên nûxwazî û riyalîstî a hizra Dr Qasimlo got: “Dr. Qasimlo” kesayetiyek dahêner û nûxwaz, canek dubare xist ber PDK Îranê. Eva di halekê de bû ku Dr. Qasimlo berî tevlîbûn bi PDK Îranê, partiya han di nêrîn û berjewendiyên neteba ên hundir de tûşî arîşeyên zêde bibû.
Birêz Mistefayî tevlîbûna Dr. Qasimlo bi Partiya Demokrat bi xalek werçerxan di dîroka partiyê de da zanîn û bîrokeya sosyalîzma demokratîk a Dr. Qasimlo ku karîbû sînorê navbera demokrat û nedemokratan cuda bike, weke mînakek nûxwazî a rêberê Partiya Demokrat anî ber bas.
Di beşek din a axaftina xwe de birêz Mistefayî, bîranîna kak “Selam Ezîzî” şehîdê koçkirî û endamê berê yê Deftera Siyasî yê PDK Îranê bilind nirxand û navbirî weke yek ji rêvîngên biheq ên rêbaz û mekteba Qasimlo anî ziman.
Piştî peyama Deftera Siyasî, sirûdek bi navê “Xorî Telayî” ji aliyê korsa Korra Hunerî a PDK Îranê ve hat xwendin.
Di beşek din de, helbestvan, “Buhar Husênî” helbestek li jêr navê “Giryanêkî Şîn” pêşkêş kir.
Piştre, peyama hevpar a Yekîtiyên Jinan, Ciwanan, û Xwendekarên Demokrat ên Kurdistana Îranê ji aliyê birêz “Fuad Xakîbeygî” Sekretyerê Giştî yê Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistana Îranê ve hat xwendin.
Di birrgeyek din de perçe mûzîkek ji aliyê girûpa “Sema” ve hat pêşkêşkirin.
Helbestvan “Gullbax Behramî” helbestek li jêr navê “Ey qasimlo Ey Hemîşe Rêber” pêşkêşî rê û resma dayê Dr. Qasimlo kir.
Beşa din a rê û resmê, helbestek li jêr navê “Landik û Distar” ji aliyê Ceifer Mubeşirniya ve hat pêşkêşkirin.
Rê û resmê bi sirûda “Pîre Şax” dawî bi karê xwe anî.