Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêveçûna rê û resma 25’ê Gelawêjê li binkeya Deftera Siyasî a PDK Îranê

21:15 - 15 Tebax 2012

Kurdistanmedia: Bi boneya 67’mîn salvegera avabûna PDK Îranê, rê û resmek li hola boneyên wê partiyê de birêve çû.


Li gor rapora nûçegihanê Kurdistanmedia, îro Çarşemî berwar 15’ê Tebaxa 2012’an, rê û resma 67’mîn salvegera avabûna PDK Îranê bi beşdariyên birêz “Mistefa Hicrî” Sekreterê Giştî yê PDK Îranê û birêz “Mesûd Tek” Sekreterê Giştî yê “PSK”, û endamên rêberî û kadr û pêşmerge û malbatên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li binkeya Deftera Siyasî a wê paritiyê hat lidarxistin.
Rê û resmê bi sirûda netewî a “Ey Reqîb” û xulekek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqij yê şehîdan destpê kir.
Piştre peyama Deftera Siyasî a PDK Îranê bi vê boneyê ve ji aliyê birêz “Hesen Şerefî” Cihgirê Sekreterê Giştî yê PDK Îranê ve hat pêşkêşkirin.
Birêz “Şerefî” di peyama xwe de bas ji hewcehiya damezrandina PDK Îranê li ser bingeha teşkîlatî a “Komeleya J – K” û avakirina yekem komara Kurdistanê kir.

Cihgirê Sekreterê Giştî yê PDK Îranê avabûna PDK Îranê bi hewcehiyek dîrokî da zanîn û li ser naverok û xweseriya siyasî ve PDK Îranê bi tiştek cuda ji pirraniya partiyên din ên Kurdistaanê da zanîn û sedemên maneva PDK Îranê di gişt warên siyasetkirinê di her rewşekê de tev pêşkevtinên serdem anî zimna.

Birêzî herweha amaje kir ku xêncî wan pirsan, PDK Îranê xwe li gel pêvajoya bûyeran pêş xistiye û bi rastîbînî ve biryardayîn bi yek ji taybetmendiyên PDK Îranê wesf kir û tucar li jêr kartêkeriya alî û bûyeran û bi îhsas biryar nedane û berdewam siyasetên wê li ser esasa rastiyên heyî bûye.
Birêz Şerefî rêberiya bi kom di nava partiyên siyasî ên Kurdî de bi dahênana PDK Îranê da zanîn.
Navbirî heweha amaje bi biryara dawîn pilînoma Komîteya Navnedî a PDK Îranê di pêwendî li gel vekirina deriyê diyalogê li gel hevalê berê ên ku berî 6 salan e ji PDK Îranê veqityane û hêvî xwast ku bersiva niyazpakiya partiyê bi niyaspakî bihê dayîn.
Piştre peyama hevpar a Yekîtiyên Jinan, Ciwanan û Xwendekarên Demokrat ên Kurdistana Îranê ji aliyê “Îlham Çayçî” Sekreterê Yekîtiya Jinên Demokrat ên Kurdistana Îranê ve hat pêşkêşkirin.

Di navbirrên bernameyê de çendîn sitran, sirûd û tabloyên dîlanên Kurdî hatin pêşkêşkirin.