Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêveçûna rêûresma 16’ê Tebax (25’ê Gelawêj)ê li Birîtanya

15:29 - 22 Tebax 2015

Kurdistan Media: Rêûresma 25’ê Gelawêjê, 70’hemîn salvegra avabûna Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li welatê Birîtanya de hat lidarxistin.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, li bervara 16’ê Tebaxa 2015’an de, rêûresma 70’hemîn salvegera avabûna Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi beşdariya endam û alîgirên Hizba Demokrat li welatê Birîtanyayê de birêve çûye.

Merasîm bi sirûda netewî ya “Ey Reqîb” û deqîqeyek bêdengî jib o rêzgirtin ji caneê paqije şehîdên Kurdistanê dest pêkir.

Paşan peyama Komîteya Hizbê li Birîtanya de bi boneya 70’hemîn salvegera avabûna Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ve ji aliyê “Silêman Muradiyan” berpirsê Komîteya giştî ya PDKÎ li wî welatî de hat pêşkeşkirin.

Muradiyan di peyama xwe de îşare bi dîroka pir ji serweriya Hizba Demokart li midehê 70 salên temenê pir ji ewraz û nişîvên Hizba Demokrat kir û da zanîn ku çawa li rojên tengasiyê de Hizba Demokrat kariye bi ser bûyeran de biser bikewe û bi serbilindî ve alaya demokratê çeqandî û bilind ragirtiye.

Her bi boneya 70’hemîn salvegera avabûna Hizba Demoakrat a Kurdistana Îranê ve, peyama Komîteya Giştî ya Yekîtiya Jinên Demokrat ên Kurdistana Îranê li wî welatî de ji aliyê “ Miryem Rehmanî” ve hat xwendin.

Bi heman awayî peyama Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistana Îranê jî jialiyê “Perwîz Mihemedî” ve hat pêşkeşkirin.
Di wê rêûresmê de pexşanek ji aliyê Fethî Mîrzaiyan ve hat pêşkeşkirin.