Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêveçûna rêûresma 16’ê Tebaxê di Kanadayê de

15:02 - 19 Tebax 2015

Kurdistan Media: Rêûresma 16’ê Tebaxê (25ê Gelawêjê), yada 70’emîn salvegera avabûna Hizba Demeokrat a Kurdistana Îranê, di welatê Kanada’yê de hate li darxsitn.

Li gor rapora Malpera Kurdistan Media, roja yekşemî, 16’ê Tebaxa 2015’an (25’ê Gelawêja 1394’an ya rojî), rêûresma 70’emîn salvegera avabûna Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, bi beşdariya endam û alîgir û dostên Hizbê, di parkeka bajarê Venkovêra welatê Kanada’yê de birêve çû.

Rêûresm bi sirûda netewî ya “Ey Reqîb” û ragirtna deqeyek bêdengî ji bo rêz girtin ji canê paqi yên şehîdên gel û niştîman destpêkir.

Paşan peyama Komîta Nawendî ya Hizba Demkrat a Kurdistana Îranê, bi munasibeta 70’emîn saliya avabûna Hizbê ji aliyê heval “Îsmaîl Îbrahîmî”nûnerê Hizbê di welatê Kanada’yê hate xwendin.

Di beşek din ya rêûresmê de pêşbaziya lîstika topa Pê di navbera hilbijatiyên ciwanan û zarokan de birêve çû û di encam de jî tîpa ciwanên pêşmerge serkevtin ji xwe re misoger kir û ji aliyê berpirsê komîta Hizbê ve hate xelatkirin.

Merasîm bi pêşkêşkirina stranan ji aliyê hunermend “Fuad Neraqî” ve bi dawî hat.

Her bi munasbeta 70’emîn salvegera avabûna Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, çend part û aliyên siyasî, peyamên pîrozbahiyê pêşkêşî vê rêûresmê kiribûn ku bi vî awayî ne:

-Partiya Demokrata Kurdistan
-Komela Şorişger ya Zehmetkêş a Kurdistana Îranê
-Partiya Kesk
-Partiya Lîbiral
-Partiya Konservatîv
-Partiya Demokrata Nû