Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêveçûna rêûresma 25’ê Gelawêj(16’Tebax)ê li welatê Hulendê

15:09 - 22 Tebax 2015

Kurdistan Media: Rêûresma 16’ê Tebax (25’ê Gelawêj)ê, 70’hemîn salvegera avabûna Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li welatê Hulendê de birêve çû.

Li gor arapora malpera Kurdistan Media, roja yekşemî, 16’ê Tebaxê, rêûresama yad û bîranîna 70 saliya avabûna Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi beşdariya nûnerên hizb û aliyên siyasî, endam û alîgir û dostên Hizba Demokrat li welatê Hulendê de birêveçû.

Rêûresm bi sirûda netewî ya “Ey Reqîb” û deqîqeyek bêdengî jib o rêzgirtin ji cane paqije şehîdên gel û nîştiman destpêkir.

Peyama Komîteya Hizba Demokrat li Hulendê de ji aliyê Hesen Mecîdî, berpirsê Komîteya Hizbê li wir ve hat pêşkeşkirin.

Dûre Sadiq Zerza di axaftinekê de bi awayekî berfireh li ser dîroka Hizba Demokrat jib o beşdaran sekinî. Li beşek din ji rêûresmê de “Mesûd Tek” Sekreterê Partiya Sosyalîst a Kurdistan- Bakûr axaftinek pêşkeş kir û bas ji serbixweyî, û demokratbûn, hestbi berpirsatiya Hizba Demokrat û rêberiya wê kir û bala beşdaran bo aliyê xwe kişand.

Piştî wê jî, Mela Îbrahîm Mecîdpûr peyamek li ser derbasbûyî û dîroka Hizba Demokrat pêşkeş kir û hin ji biyav û biryar û xalên bihêz û şanaziyên 70 sal temenê Hizba Demokrat pêşkeşî beşdaran kir.

Bi boneya yada 70’hemîn salvegera avabûna Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê jî çend hizb û aliyên siyasî peyamên pîrozbahiyê pêşkeşî birêveberên merasîmê kiribûn ku pêk tên ji:

-Partiya Sosyalîst a Kurdistana Bakûr
-Partiya Demokrat a Kurdistanê
-Tevgera Goran
-Yekîtiya Nîştimanî a Kurdistanê
-Komeleya Şoreşgir ya Zehmetkeşên Kurdistana Îranê
-Partiya Azadiya Kurdistanê
-Hizba Şiyûî a Kurdistanê
Tevgera Demokrata Kurdistanê