Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêveçûna semînera rêzgirtin ji 23’mn salvegera terorkirina Dr. Qasimlo li Hewlêrê

18:03 - 5 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurdistanmedia: Bi boneya 23’mîn salvegera terorkirina Dr. Qsimlo semînaerek bi beşdariya nûnerên partî û saziyan û kesyetiyên her çar Parçeyên Kurdistanê li bajarê Hewlêrê birêve çû.


Li gor rapora nûçegihanê Kurdistanmedia, berwar 4’ê Tîrmeha 2012’an, semînerek bi boneya 23’mîn salvegera terorkirina Dr. Ebdullrahman Qasimlo rêberê navdar yê Kurd li bajarê Hewlêrê li baregaya Mekteba Siyasî a Partiya Zehmetkêş ên Kurdistanê birêve çû.
Semînera ku ji aliyê Navenda 3’a Kurdistanê, Nuneratiya PDK Îranê li Hewlêrê û Komîteya ser bi Teşkîlata Aşkera a PDK Îranê a Hewlêrê ve hatibû lidarxistin, ji her çar parçeyên Kurdistanê bi beşdariya nunerên partiyên siyasî, kesayetî û hejmarek nivîskar, rewşenbîr û hejmarek xelkê Kurdistanê beşdar bûn.

Semînar, bi du babetên cuda ji bo nivîskar û rojnamevan “Qerinî Qadirî” li jêr navê “Şehîdkirina Dr. Qasimlo û Terorîzma Dewlet” ê û herweha mamosteyê Zanîngehê û akademîker, “Perwîz Rehîm Qadirî” li jêr navê “Qasimlo û Modernîte” hat pêşkêşkirin.

Nivîskar û rojnamevan Qerinî Qadirî di mijara xwe de basa kesayetî û rolê şehîd Dr. Ebdullrahman Qasimlo di Kurdistanê de û di xebata rizgarîxwazî a gelê Kurd kir u ji bo serkeftinê, yekîtî û yekrêziya hêz û aliyên siyasî ên Kurd pêwîstî dazanîn û got; “Komara Îslamî a Îranê di ezmûnênên derbasbûyî de eyan kiriye ku bi çi awayekê bawerî bi aşitî, azadî û diyalogê nîn e.”

1493.jpg


Mamosteyê zanîngehê û akademîker “Perwîz Rehîm Qadirî” jî basa kesayetiya Dr. Ebdullrahman Qasimlo kir û got; “Dr. Qasimlo ne tenê Sekreterê PDK Îranê bû, ew milkê hemû Kurdan e. Qasimlo, baweriyeke temam bi azadî, demokrasî û aşitiyê hebû û hemû jiyana xwe li ser van prensîban avakiribû. Di hemû kar û çalakiyên xwe de tundûtujî red dikir, bo mînak, helwesta Dr. Qasimlo beramber dagirkirina Balyozxaneya Emerîka ji aliyê rejîma Îranê di sala 1979’an de û dagirkirina “Prag”ê ji aliyê hêzên Yekîtiya Sovyetê ve û bi tundî li dijî van kiryaran sekinî, baweriya wî ya mezin bi demokrasî û aşitiyê ve nîşan dide. Dr. Qasimlo digot; ‘Xiraptirîn (lawaztirîn) demokrasî ji baştirîn dîktatoriyekê baştir e’.
Piştî demjimêrekê semînara han bidawî hat.