Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêveçûna xwenîşanekê li Hewlêrê bi armanca piştewanîkirin ji nerazîbûnên Mehabadê +wêne،wîdyo

16:49 - 10 Gulan 2015

Kurdistan Media: Li bajarê Hewlêr a serbajarê Herêma Kurdistanê de, xwenîşandanek bi armanca pirotesto û şermezarkirina bûyera biguman a mirina Ferînaz Xusrewanî û xemsariyên nawendên hikûmetî ên Îranê û piştewaniya ji xelkê nerazî birêve çû.


Nûçegihanê Kurdistan Media li bajarê Hewlêrê ragihand: “Demjimêr 10ê sibêdeya îro Yekşemî, xwenîşandanek mezin Ii Hewlêrê dest pê kiriye ku hejmarek berbiçav ji hemweatiyên Kurdistana Rojhilatê yên akinciyên Herêma Kurdistanê, nûnerê part û aliyê siyasî, saziyên sivîl û berpirsiyarên hikûmeta Herêma Kurdistanê û hejmarek ji kesatî û hemwelatiyên Kurdistana Başûr têde beşdarî kirine.
Nûçegihanê Kurdistan Media da zanîn ku xwenîşandan li pêşberî parlementoya Kurdistanê birêve çû û têde çend peyam hatin xwendin.

Li destpêkê de peyama Jinên her çar parçeyên Kurdistanê ji aliyê Kewser Fetahî, endama desteya birêveberî ya Komeleya Jinên Rojhilatê ve hat xwendin.
Li beşa din a xwenîşandan û kombûnê de, Mihemedsalih Qadirî, endamê Komîteya Nawendî û berpirsê pêwendiyên PDK Îranê li Hewlêrê, peyama hevbeş ya hêz û aliyên siyasî û sivîl yên Kurd û Kurdistanê pêşkeş kir.

Di peyamê de sê daxwazên sereke hatibûn ku pêktên ji:
- Vekolîn ji dosyeya tawanbaran li dadgehek taybetî, bêalî û eşkere de û tawanbar bên cezadan.
- Hemû destbiser kiriyên vê dawiyê ên bajarê Mehabad û abajarên din bên serbest berdan û birîndarên vê bûyerê jî bên çareser kirin.
- Dawî bi mîlîtarîzekirina Mehabadê ji aliyê hêzên ewlekar û sîxorî ên rejîmê ve bê anîn.

Piştî van du peyaman, Soran Umer, berpirsê Lîjneya Mafên Mirov ya Parlemantoya Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyamek pêşkeş kir.

Li dawiyê de dîsan Mihemedsalih Qadirî bi navê tev hêz û aliyên siyasî û sivîl ve sipasiya perlementoya Kurdistanê û Lîjneya Mafê Mirov a Perlementoyê kir û hewl û xebatên wan li vê derheqê de bilind nirxand.
Li gor zaniyariyên nûçegihanê Kurdistan Media, piştî xwendina peyaman, beşdarbûyên xwenîşandanê dest bi qîrandina silogan û durûşman kirin û alaya rejîma Îranê şevitandin.

“Bijî Mehabad”, “Bijî alaya Kurdistanê”, “Mehabad bi tenê nine”, “Mehabad rabûye û ji dujmin rasawe” û …hwd ji durûşmên xwenîşanderên bajarê Hewlêrê bûn.

Deqa peyama hêz û aliyên siyasî yên kurd û Kurdistanî ku ji aliyê Mihemedsalih Qadirî, endamê Komîteya Nawendî yê PDKÎ ve hat xwendin, bi vî awayî ye:

Birêz Serokatiya Parlementoya Kurdistanê!
Nawendên Mafên Mirov û azadiyên medenî!
Medya û çapemeniya azad û xwedî helwest!

Weke haydar in roj nine ku xelkê Rojhilata Kurdistanê ji ber siyaseta dijîgelî û givaş û zordariya rejîma Komara Îslamî ve, tûşî rojreşî û felaketan nebin û bi awayê girtin, îdamkirin, kuştina kolberan, tepeserî û …hwd nehên azardayîn û ji her terze mafek mirovî û dadperwerane ên xwe nehên bêpar hiştin. Serbarê wê jî xelkê Rojhilatê ji ber nerîna ewlehî û siyasî ya rejîmê ve aramî û seqamgîriya jiyana wan têk çûye û bi sedema wê jîngeha nearam ya siyasî û ewlehî ku rejîmê afiraniye, me dît ku roja Yekşemî, 3ê Gulana 2015an di bûyerekê de ku keça kurd ya Mehabadî “Ferînaz Xusrewanî” hate kuştin û ji ber desthebûna berpirekî dezgeha ewlekariya rejîmê li wê bûyerê de, xelkê Mehabadê daxwaza lêkolîn û rohnkirinê ji rejîmê derheq vê tawanê kirin, lê piştî 4 rojan bêdengiyê ne tenê tu rohnkirinek ji aliyê karbidestên dadweriya Komara Îslamî ve nehat dayîn, belkî hêzên ewlehî û û siyasî ên rejîmê bi zimanek ziwr û tund ve gef ji xelkê xwarin. Eva jî bû sedem ku xelkê Mehabadê roja 7ê Gulana 2015an li kombûnek nerazîbûnê de derheq bi reftarên neberpirsane yên berpirsiyarên Komara Îslamî dakevin ser şeqaman, lê ji aliyê hêzên ewlekar yên rejîma Komara Îslamî ve rast êrîşê hatin û pitir ji 20 kes ji xwenîşanderan birîndar kirin û dehan kes jî destbiser û bo cihên nediyar veguhastin ku heya niha jî ji çarenivîsa wan tu zaniyariyek li dest de nine.

Lewre em hêz û aliyên siyasî û sivîl yên Kurd û Kurdistanî tevî piştewanîkirin ji mafên rewa ên xelkê Mehabad û Kurdistana Rojhilatê, vê tawana dijî mirovî a rejîmê derheq kerameta keça kurd a Mehabadî û xelkê Rojhilata Kurdistanê şermezar û pirotesto dikin û ji serokatiya rêzdare Parlemana Kurdistanê û aliyên têkildar daxwaz dikin ku ji riya xwe ve daxwazê ji Komara Îslamî bikin ku:

- Lêkolînê ji dosyeya kuştina “Ferînaz Xusrewanî” li dadgehek taybet, bêalî û eşkere de bê kirin û tawanbarên vê cinayetê bên cezadayîn.
- Girtiyên xwenîşandana Mehabadê û bajarên din ên Rojhilata Kurdistanê serbest bên berdan û hêsankarî jib o çareseriya birîndaran bê kirin.

- Ev rewş û jîngeha ewlehî û poîsî ku ji aiyê hêzên leşkirî û sîxorî yên rejîmê ve bi ser jiyana xelkê de hatiye sepandin, bê hilgirtin.
Tevî rêz û hurmetan
Hêz û aliyên siyasî medenî yên Kurd Kurdistanî
10.5.2015