Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêz Mihemed Salih Qadirî Endamê Komîteya Navendî ya PDKÎ

13:20 - 24 Çirriya paşîn 2013

demana: rozhnama kurdistan

Roja 09.11.2013’an Konferansa “Kurd modêla aştî, demokrasî û çareseriyê gotûbêj dikin”, ji aliyê Nawenda Lêkolîna Navdewletî bo Aştiyê li Rojhilata Navîn (IMPR) ve pêk hat. Giringiya vê konferansê di vê de bû, ku her wekî em dizanin ji dîroka pêkhatina dewleta Turkiyê heya çend salî berî niha ku Kurd dihatin înkarkirin, piştî vê ku pirsa diyaloga di navbera berpirsyarên Turkiyê û PKK hate ber bas, bo yekemîn car li ser asteke bilind û di Enqereya paytextê Turkiyê, konferanseke wusa ji aliyê rêkxirawa IMPR ve pêk hat. Rêpêdana karbidestên Tukiyê bo birêveçûna konferanseke bi vî awayî, vê yekê nîşan dide ku dewleta Turkiyê mijûlî pênasekirineke nû ye derheq pirsa Kurd, çi di navxwe ya Turkiyê û çi jî di nav welatên cîranê xwe de. Ew yek di demekê de ye ku heya çend salî berî niha jî Turkiye, Îran, Sûriye û Îraq li dijî Kurdan çend hevalbendiyek bi hevre hebûn. Di vêderheqê de me hevpeyvînek bi birêz Mihemedsalih Qadirî re pêk aniye ku emê bala we bo vê hevpeyvînê rakêşin.

Pirs: Gelo armanca rêkxirawa IMPR ji girtina konferanseke bi vî awayî çi bû?

Bersiv: Girtina konferanseke bi vî rengî vê yekê nîşan dide ku Turkiyeya caran ku bingehên hizrî yên Kemalîstî kiribûne qalibê sîstema hikûmeta xwe nemaye, û Turkiyeya niha di pêxema berjewendiyên xwe de naxwaze ku dirêjiyê bide siyasetên xwe ên berê derheq Kurd, û pirsa Kurdan piştguh ve bavêje.

Bo vê armancê pêkanîna vê konferasê û pêşwazîkirina Turkiyê ji serdana serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî û pêngavên wusa dikare alîkar be bo pêkanîna rewşa diyalog û ji hevdu halîbûn û helandina cemeda vê bê baweriyê ku di dirêjahiya dehan salî de di navbera Kurd û Turk de çê bûye.

Ew kar rê xweş dike bona bilezkirina piroseya aştiyê di Turkiyê û di herêma Rojhilata Navîn de.

Pirsyar: Gelo hemû aliyên siyasî ên çar beşên Kurdistanê di konferansê de beşdar bûn?


Bersiv
: Beşdarbûyî pêk hatibûn ji: Aliyên siyasî ên her çar beşên Kurdistanê, akademîsyenan, çalakvanên mefê mirovan, nivîskar, nûnerên AKP, nûnerên çendîn balyozxane û medyayên biyanî û navxweyî ên Turkiyê.

Di vê konferansê de çendîn peyamên giring ji dîtingehên cuda ve bo çareseriya pirsa Kurd li Turkiyê hatin pêşkêşkirin û pêdagirî li ser bihêzkirina îradeyeke micid bo çareseriya pirsa Kurd û niyetpakî nîşandana van aliyan di vê derheqê de hate kirin.

Di vê beşê de hevalên AKP tevî pêdagiriya li ser vê ku ew paketa demokrasiya Erdoxan pêngavên destpêkî ne, û bê guman wê pêngavên din jî li pey xwe re bîne, hewla rakêşana beşdarbûyiyan bo nava vê piroseyê da.

Di navbera du rojan karê konferansê de, peyamên giring ji dîtingeha her yek ji pêşkêşkaran ve bona çawaniya çareseriya pirsa Kurd ketne ber basê.

Di her çar beşên Kurdistanê de tevî partiyên siyasî, kesên pispor, dîrokzan û mafperwer, akademî, rêkxirawên civaka medenî, rojnamevan, xwendekarên zanîngehê, siyasetvanê Turkiyê û Ereb axivîn.

Pirsyar: Tewerên sereke yên vê konferansê çi bûn?

Bersiv: Hewcehiya pêdaçûna bi ser tewahiya Yasaya Bingehîn ya Turkiyê û berhevdana wê digel rastiyên serdem ketne ber bas. Di beşeke din ya vê konferansê de pro. Ergîl Doxo jêve bû ku çar ji welatên herêma Rojholata Navîn (Îran, Turkiye, Sûriye û Îraq) avisê guherînkariyan in û wekî vê ku pêgiran bin, û em çavnihêr bin ku gelo piştî bidawîhatina qonaxa avisiyê, wê zarokên xwe himbêz bikin û digel xwe vê zarokên xwe jî bijînin, yan jî wê ji xwe cuda bikin? Armanca wê pirsa Kurd bû.

Serpêç Ataç çalakvanê mafê mirovan jî pêdagirî li ser vê yekê kir ku pirsa Kurd pirseke siyasî ye berî her tiştî, îca piştre pirseke kulturî û aborî ye.

Hekî van rastiyan qebûl nekin, wê demê Kurd neçar in ku riya cudabûnê bigirne pêş, û pêdagirî li ser vê yekê kir ku bila hemû aliyên siyasî ên Kurdistanê têkiliyên xwe bi hevre germ bikin û di warê rûhî de sînorên di navbera xwe de rakin.

Şemzîn Polat nivîskarê Kurd ê Turk ziman ku kesekî Zaza ye, qala van tirajidiyan kir ku di dirêjahiya dîrokê de hatiye serê Kurdan, û herwusa bas ji wan lihevhatinên herêmî û navdewletî kir ku li dijî Kurdan hatine pêkanîn, û bas ji hewcehiya himbêzkirin û qebûlkirina hevdu li dijî înkarkirin û jinavbirinê kir û got ku Kurd li ser piyên xwe sekinî ye û li her demekê zêdetir pêdagiriyê li ser mafên xwe dike.

Piraniya beşdarên panelê pêdagirî li ser modêla Herêma Kurdistanê bo çareseriya pirsa Kurd di her yek ji welatan de kirin û sîstema federalî bi şêweya herî baş pênase kirin.

Pirsyar: Rola PDKÎ di vê konferansê de çi bû?

Bersiv: Rola PDKÎ gelelkî berçav bû, xwendina peyam û bilavkirina birûşora PDKÎ û gotara birêz Mistefa Hicrî bi zimanê Îngilîzî û program û peyrewa navxwe ya PDKÎ bi pîtên Latînî bala beşdaran bo aliyê xwe rakêşa û ew digel dîtingehên PDKÎ zêdetir nasyar kirin.

Di beşa pirsyaran de du pirs bi awayê jêr li nûnerê PDKÎ hatne kirin:
1-Bo çareseriya pirsa Kurd bi giştî û li Îranê bi taybetî we kîjan model û piroje pê baş e. Di bersivê de nûnerê PDKÎ got ku pirsa Kurd di naweroka xwe de pirseke siyasî ye û hewce ye ku di Yasaya Bingehîn ya her yek ji welatan de mafên wan ên neteweyî bihê qebûlkirin, û bi berçavgirtina taybetmendiyên her yek ji welatan û tevgera Kurd di van welatan de, bi hilbijartina riya diyalog û aştîxwazane pirsa Kurd çareser bikin.

Bo Îranê jî sîstemeke demokratîk û federalî siyaseta PDKÎ ye û baştirîn çareserî ye da ku rêgir be li pêşberî parçebûna Îranê û berjewendiya tev pêkhateyan biparêze. Mînaka Herêma Kurdistanê û Bexdayê yek ji wan çareseriyan e.

2-Çend sal in ku we xebata çekdarî ragirtiye, niha hûn çawan xebata xwe dimeşînin? Di bersivê de nûnerê PDKÎ got ku her di destpêkê de şêweya herî serekî ya xebata me, xebata diyalog û çareseriya siyasî û aştîxwazane bû, lê rejîma Îranê biryara cîhadê li dijî Kurd da, û şer bi ser Kurdistanê de sepand, lewra em neçar bûn ku çekê hilgirin û berevaniyê ji xwe bin.

Carek din di sala 1989’an de rejîma Îranê rêberê PDKÎ Dr. Qasimlo li ser maseya gotûbêj bo aştiyê teror kir, û piştre Dr. Şerefkendî di sala 1992’an de teror kir, û Dadgeha Mîkonosê selimand ku Îranê ew teror kiriye.

Niha jî şîpela îdaman dest pêkiriye, ku wusa bû dîtingeha Îranê bo Kurd xapandin û jinavbirin e, û dîtingeheke leşkerî û tepeserkarane ye, û bi vî halî jî em tevî xebata dîplomasî, ragehandin û rêkxistinî, em hêvîxwaz in ku derfeta çareseriya pirsa Kurdan di Îranê de, di gel deshilata nawendî ji riya siyasî ve hebe.

Ji bilî vê yekê, tevî netewe û azadîxwazên din ên Îranê emê hewla guherîna vê rejîmê bidin.

Amajekirina bi naweroka vê rejîmê û bê deshilatbûna Meclîsa Îranê û serkomar û di heman demê de hebûna deshilata reha û tewaw ya Weliyê Feqîh li ser bingeha yasayên esmanî, ne tenê her bo gelên Îranê belkû bo welatên herêm û cîhanê jî bûye metersiyeke mezin û bi piştgiriya ji rêkxirawên terorîstî ên Lubnan, Sûriye, Felestîn, Îraq û hewla dirustkirina çeka navikî, gefa li berjewendiya tev aliyekê dixo.

Her di vê başê de, pêşniyara me bo çalakvan û medyakarên bakûr eva bû ku hekî di warê mirovî û exlaqî de jî be, avrûyekê bidne bûyerên Kurdistana Îranê û hovîtiyên rejîma Komara Îslamiya Îranê.

Herwusa di bersiva berpirsekî PKK di konferansê de, ku wî PDKÎ bi vê tometbar kir ku di kempan de îzole bûne û tu çalakiya wan nemaye û dûr ketine ji felsefeya Qazîmihemed û amade nînin ku bi PJAK re têkiliyan danên, û tenê PJAK e ku di Kurdistana Rojhilat de xwediyê xebat û şehîd û girtiyên siyasî ye, û roleke berçav di rojeva îro de heye, û ên ku têne îdamkirin her hemû jî ser bi PJAK ne, bersiva nûnerê PDKÎ ew bû ku ew şanaziyê bi vê dikin ku Qazîmihemed avakerê PDKÎ bûye û bûye xwendegeha kurdayetiyê bo neteweya Kurd bi hemû pêkhateyên xwe ve.
Hekî pênasekirina îzolebûna me ew be ku em ji daxwazên xwe yên neteweyî paşve venagerin, yan eva ku piştgiriya aramiya Herêma Kurdistanê dikin, û di nav kom û komeleyên navdewletî de me zimanê xêrê bo pirsa Kurd di hemû beşan de heye, û destêwerdanê di nava karên wan de nakin, eva ne tenê her îzolebûn nine, belkû şanaziyeke mezin e, lewra jî tev hemû aliyan me têkiliyeke baş hene.

Lê çawa ye ku aliyê ku xwediyê tu sitratejiyeke zelal û eşkere nine bo pirsa Kurd, û ne têkiliyeke dostane bi tu alkiyeke Kurdistanî re hebe, û ne jî bawerî bi karkirina digel aliyên din hebe, lê di heman demê de, digel hemû welatên dagîrker pêwendiyeke baş hebe û tekrewî û dîktatorî şêweya xebat û reftara wan be, xwe nebîne, lê jêve be ku PDKÎ ku naçe jêr barê wan şêwe karan, partiyeke îzole ye.

Hêjayî basê ye ku nûnerên fermî bi navên PKK, PYD, PJAK bo konferansê nehatibûn bangkirin, lê xelkên ser bi wan ji BDP û ...hwd axavtinên wan dikirin.

Li ser yek beşa zêde ya hêz û aliyên naskirî ên Kurdistanê bo konferansê hatibûn gazîkirin, lê beşek ji wan bi sedema kêşeyên dukemênta seferê û rêpênedana hikûmeta Turkiyê nekarîbûn beşdar bin.

Digel vê yekê jî em dikarin bêjin ku peyama hemû aliyan bi awayekî di vê konferansê de deng veda. PDKÎ çend mehan berî birêveçûna vê konferansê aghehdarê vê konferansê bû.

Lewra bi hevahengiya digel rêkxirawa IMPR wekî yek ji beşdarên xwedî gotar bi awayekî fermî hate gazîkirin û di panêla piştînîvroya roja yekemîn de gotara xwe pêşkêşî amadebûyiyan kir û bala wan bo aliyê bîr û boçûnên PDKÎ derheq Rojhilata Navîn û modêla çareseriya Pirsa Kurd di her yek ji beşên Kurdistanê de, û herwusa esliyeta hovane û dijîgeliyane ya rejîma Komara Îslamî rakêşa.

Pirsyar: Sazdana konferanseke wusa heya çi radeyekê dikare li ser piroseya rewa ya Kurd di Rojhilata Navîn de bi bandor be?

Bersiv: Herwekî em dizanin, pirsa Kurd di Rojhilata Navîn de wekî karektereke xwedî nasnameya neteweyî - siyasî, aborî û ...hwd ye, û bi bê çareserkirina wê, Rojhilata Navîn nikare aramiyê bi xwe ve bibîne. Lewra girtina konferanseke wusa dikare alîkar be bona vê ku jîngeheke vekirî ya siyasî, li ser bingeha diyalogeke demokratîk bihê çêkirin ku bedela şer û înkara aliyan, bikarin ji hevdu halî bin û bi alîkariya hevdu kar bo çareseriya kêşeyan di pêşerojê de bikin.