Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêz Mihemednezîf Qadirî Endamê Deftera Siyasî ya PDKÎ

14:43 - 25 Kanûna Paşîn 2014

H: Kurdistan

Di dema avakirina yekemîn partiya siyasî di cîhanê de wate sala 1792’an a Zayînî heya yekemîn cudabûna di nava partiyên siyasî li sala 1824’an a Zayînî di Amerîkayê de, û avakirina yekemîn partiya siyasî li Îranê li salên 1920’î de, û yekemîn partiya siyasî li Kurdistana Îranê, wate sala 1945’an a Zayînî, ku berhema wê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ya niha ye, dîroka partiyên siyasî li sertaserî cîhanê gellek evraz û nişîv bi xwe ve dîtine.

Di rastî de PDKÎ jî, ji vê yekê bêpar nebûye, û di dîroka 69 saliya avakirina xwe de, gellek alozî hebûne ku em dikarin îşare bi aloziyên wekî: Veqetiyanên ji vê partiyê di sala 1982’an di kongireya çaremîn a PDKÎ, veqetiyana taqma heft kesî, di sala 1988’an, cudabûna girûpekê ku navê Rêberatiya Şoreşgêr li ser xwe danîn, şehîdbûna du sekreterên vê partiyê li salên 1989 û 1992’an heya cudabûna komeke Kadr û pêşmergeyên vê partiyê piştî kongireya 13’an, ku ev kongire di sala 2004’an de hate lidarxistin.

Mijarek ku di van rojan de bû rojeva pirs û mijarên pêwendîdar bi PDKÎ, pirsa yekgirtina van hevalan e ku ji PDKÎ cuda bûn.

Rojnameya Kurdistanê bi boneya 19’ê Befranbarê rêkevta hatina Rêberatiya Şoreşgêr bo nava rêzên rêkxistina PDKÎ, di sala 1375 (1996) û germbna basa yekgirtinê di dema niha de, gotûbêjekê di gel Kak Mihemed Nezîf Qadirî, endamê Deftera Siyasî ya PDKÎ, û serperestê heyeta danûsitandinkar a PDKÎ bo yekgirtina digel hevalên cudabûyî pêk anî, da ku di vê derheqê de, xwendevanên rojnamê ji dawî zanyarî û hûrdekariyan agehdar bikin.

Pirs: Birêz Mihemed Nezîf Qadirî, hekî hûn bikarin di destpêkê de bi kurtî basekê li ser veqetiyanên di nava PDKÎ de, û sedemên veqetiyan kongireya 13 ji me re bikin.

Bersiv: Her wekî we îşare pê kir, di dîroka xebata partiyên siyasî bi armanca bidestvegirtina deshilata siyasî, gellek evraz û nişîv hebûne, ku eva jî tiştekî asayî ye.

Cudahiya bîr û ra û xwendinên curbicur li ser pirsên siyasî û cudahiya di şêweya birêvebirinê û gellek sedemên din rê ji bo veqetiyanan xweş kirine. Ya ku cihê baldanê ye, û ji aliyê raya giştî ve bi giring tê zanîn ew e ku gelo piştî her veqetiyanekê riyên bidawîanîna netebahiyan û asayîkirina têkiliyan berçav tê girtin ku nebe asteng li ser berdewamiya xebata wan aliyên siyasî? Eva ku vedigere ser veqetiyanên di nava PDKÎ, hem aliyê fikrî heye, û hem jî aliyê teknîkî – wekî cudabûna yên ku di kongireya çaremîn a PDKÎ de cuda bûn, ku wekî taqma heft kesî hatine nasîn-

wan hevalan pêwendiya wan bi partiya Tûde (Partiya Komonîst a îranê) ya Îranê re hebû, û şêweya bîrkirin û lêkdaneweya siyasî û çawaniya anîne berbasa daxwazên gelê Kurd di çarçoveya cîhanbîniya vê partiyê de bû, bi giştî baweriya wan bi vê şêweya xebatê nebû, ku di kongireya çar de pêdagirî li ser hate kirin.

Pêvajoya bûyeran jî eşkere kir, ku siyasetên PDKÎ rast û dirust bûn û hem partiya Tûde û hem jî yên ku cuda bûn bi vê encamê gihîştin ku ji rê derketine.

Veqetiyana kongireya heşt zêdetir aliyê teknîkî hebû heya aliyê fikrî û siyasî. Ji ber ku ew hevalên ku di kongireya heştem de cuda bûn û xwe wekî Rêberatiya Şoreşgêr dane nasîn, di rastî de tu sedemeke siyasî û rêkxistinî bo veqetiyana wan tunebû. Komîteya Amadekar ya kongireya heşt, mîkanîzma hilbijartina endamên rêberî, bi berçavgirtina rewşa siyasî ya Îranê û tevgera Kurd û şêweya karê PDKÎ, anî berbas û xiste ber hizr û boçûnên nûnerên Kongireyê û ji aliyê Kongireyê ve hate pesendkirin, lê ew razî bi vê yekê nebûn û veqetiyana xwe ragehandin ku di PDKÎ de neman.

Her wekî me îşare pê kir wan bi hilgirtina navê PDKÎ (Rêberatiya Şoreşgêr) kêşe û astengî bona alîkariya bi hevdu re çê kirin.

Ew hevalên ku piştî kongireya13 cuda bûn û bi navê PDK-Îran, cudabûna xwe ragehandin, di rastî de ew veqetiyan aliyê fikrî têde tunebû, û tewaya rê û şûnên girtina kongirê, ên ku ji aliyê Komîteya Amadekar ya Kongireyê ve hatibn amadekirin ji aliyê sekreterê wê demê yê PDKÎ ve jî hatibûn pesendkirin.

Herweha Komîsyona Hilbijartinê bi awayekî çavdêrî bi ser vê hilbijartinê de kir ku kêmtirîn kêmasî pêve xûya nebû, û bi awayekî demokratîk ew hilbijartin birêve çû. Bi giştî hem di pesendkirina hêlên siaysî de, û hem jî di diyarîkirina yasa û prensîpên hilbijartinê de, biryara giştî ya kongireyê digel de bû.

Bi giştî tu hecetek nikare bo vê cudabûnê hebe. Serbarê vê yekê vê cudabûnê zirar li tevgera Kurd û yekîtiya rêkxistinî ya PDKÎ da, jiber ku wan bi navekê xwe dane nasîn, ku dubarekirina ezmûna şikestxwarî ya wan hevalan bû ku di kongireya heşt de cuda bûn. Her piştî bilavkirina daxuyaniya cudabûna wan, di yekemîn rûniştina bi wan re, me hem daxwaz li wan kir ku desta ji cudabûnê bikêşin, jiber ku em li ser vê baweriyê bûn û niha jî li ser vê baweriyê ne, ku em heval û hevçeper in, û em dikarin ku bi diyalogê û kongireya pêşwext van kêmasiyan çareser bikin, lê mixabin ku wan qebûl nekir.

Piştî vê yekê jî me daxwaz ji wan kir, ku niha ku cuda bûne, û her pêdagir in, navekê hilbijêrin ku nebe astengî li ser riya dostatî û alîkariyên me. Mixabin ku wan ew yek jî qebûl nekir, û her ew siyaseta cudabûna kongirey heşt girtine pêş.

Piştî cudabûna wan, wan basa yekgirtinê anîne ber bas, û li cem dostên PDKÎ, wan wisa qise dikirin ku eva PDKÎ ye, ku naxwaze em yek bigrin. Di demekê de ku pêş ragehandina cudabûna wan, me tewaya hewla xwe da, bi malbatên şehîdan, mamostayên olî, kesayetiyên siyasî û zansitî, girûp girûp dihatin û daxwaz li wan dikirin ku vî karî nekin.

Lê mixabin wan bersiva tu hewleke dilsozan û yên ku nîgeranê PDKÎ bûn nedan. Piştî veqetiyana wan jî, wan hevalan basa yekgirtinê, tenê bi armanca pakane û hêcet anîna bo cudabûna xwe anîne ber bas.

Em piştî vê rewşa nexwestî, em carek din wekî berpirsayetî li hemberî erkên dîrokî û siyasî ên xwe de, em destpêşxerbûn û di pilînoma 14 ya kongireya 14 a PDKÎ de, rêbertiya PDKÎ biryara asayîkirina pêwendiyên xwe di gel wan hevalan da, û piştre Deftera Siyasî heyetek ji bo diyaloga bi wan re diyarî kir.

Piştî bîr û ra guherînê yekemîn car Heyeta me serdana wan kir û peyama pilînomê û siyaseta PDKÎ digel wan bas kir.

Herçend bi berçav wan pêşwazî ji vê siyaseta PDKÎ kir, lê piştre her wekî me dît, û xelkê Kurdistanê, û dostên Kurd çavnihêrî dikirin, wan xwe ji esla vê pirsê, ku hewla yekgirtina refên PDKÎ bû, vedizîn û heya di pêşnivîsa pêşniyarî ya xwe de tu basek lê nekirin.

Pirs: Bi baldana bi vê basa ku we pêşkêş kir, hûn dikarin basa vê bikin ku çi rû daye, ku piştî heft salan PDKÎ dixwaze ku di gel wan hevalan yek bigre, gelo di vê derheqê de tu guhertinek bi ser boçûnan de hatiye? (armanc ew boçûn û dîtingeh in ku bûne sedema veqetiyanê piştî kongireya 13 a PDKÎ).

Bersiv: Hewildana bo nehêlana astengiyên li ser riya yekgirtinê erka siyasî û hizbî ya me ye, her wekî me bas kir, bona rû nedana vê veqetiyanê rêberiya kongireya 13 hemû hewlek da, lê wan qebûl nekir.

Hekî şirovyeke rastbînane, em li ser vê pirsê bikin, tu guhertineke bingehîn piştî vê cudabûnê di boçûn û nêrîna hevalên pêşîn de, li derheq PDKÎ pêk nehatiye.

Pirs: Aliyê hember wate hevalên pêşîn basê vê dikin ku bîrokeya yekgirtina PDKÎ, yekemîn car ji aliyê wan ve hatiye ber bas, û li gorî ragehandina fermî ya xwe, wan di sala 1391 (2012) de, gelaleyek ji bo yekgirtinê amade kiribûn, ku bi baldana bi rewşa wê demê, ku wan di sala 1392 (2013), de pêşkêşî PDKÎ kirine, ew lêdwana fermî ya wan heya çi qasekî rast e, û hekî rast e, PDKÎ di vê derheqê de, çi pêngavek hilgirtiye?

Bersiv: Eva rast nine. Kesek ku hemû vê hewl û tekoşîna dostên PDKÎ berçav negire, û înşiabê bike û amade nebe ku heya kongireyeke din, di nava PDKÎ de bimîne û xebata xwe bidomîne, xelk û kesên siyasî wê çawan vê qiseyê jê wergirin?

Yekemîn car me bo yekgirtina refên PDKÎ li ser bingeha siaysî û rêkxistinî ya piştî kongireya 10 me qise kir. Eva ku basê dikin ku xwezaya veqetiyanan cuda ye, û qise dikin, me gellek dostane li ser wan pirsan qise kiriye, xala gewheriya vê lihevhatinê, gelaleya pêşniyarî ya PDKÎ, ew e ku her hemiyan li dewra PDKÎ kom dike, û siyaseta cudabûnê ret dike, û dawiyê bi vê tîne ku hekî her kes yan girûpek negihîşte armancên xwe yên dilxwaz, bi navê PDKÎ cuda bibin. Me gotiye ku em amade ne ku li ser xalên erênî diyalogê bikin.

Wan bi awayekî fermî ew yek qebûl nekirin, li hember de wan nivîsek ji me re şandin- navê gelaleyê li ser danîne- ji dîtingeha me ve, ew yek hewildana bo yekgirtina rîzên PDKÎ nine.

Di vê bi nav gelaleyê de, rewayî bi veqetiyanê tê dayîn, û îşare bi veqetiyana ji PDKÎ nehatiye kirin. Bas ji du partiyên Demokrat ên Kurdistanê dike, û yekgirtina Partiya Demokrat ya yekgirtî.

Qise ew e ku şûnasa (nasnameya) PDKÎ, piroseyeke siyasî ye ku ji PDKÎ ve hatiye, heya niha ew piroseya bi dirêjiya dîroka 68 sale ya xebata PDKÎ, rewayî ji kongireyan wergirtiye, û ew ku di dawî kongireya me ya hevpar de, tewahiya hêlên siyasî û hêmayên PDKÎ pesend kirin, û piştre berevajiya vê rewayiyê helwest wergirtine. Lewra bi awayê yasayî û li gorî bername û pêrewa PDKÎ, nikarin hilgirê vê şûnasê (howiyetê) bin.

Pirs: Gelo PDKÎ wekî partiya dayîk, xwediyê gelaleyekê bûye bo yekgirtinê, digel wan hevalên ku piştî kongireya 13 ji PDKÎ veqetiyan?

Bersiv: Pêştir min îşare pê kir. Me li ser bingehên siyasî û rêkxistinî ya yekgirtina piştî kongireya 10, ku em hemû li ser razî bûn, em pêdagiriyê dikin.

Pirs: Wan bi fermî basa vê kiriye ku ew gelaleya ku ji aliyê PDKÎ bi wan hate dan, rast ew gelale ye ku berî sala 1375 (1996) bo hatina Rêberatiya Şoreşgêr hatiye amadekirin, û li ser vê bawerê ne ku ew gelaleya nikare garantiya yekrêziya PDKÎ di pêşerojê de be. Jiber ku wan di ragehandina xwe ya fermî de ku bi navê “li perawêza gelaleya pêşniyarî ya PDK bo yekgirtina demokratan” li malpera wan ya fermî de heye, bi eşkereyî basa vê dikin ku ne PDK, Rêberatiya Şoreşgêr a wê demê ye, û ne jî PDKÎ, Partiya Demokrata Kurdistana wê demê ye. armanca wan ji wan cure axavtinan û bersiva we di vê derheqê de çiye?

Bersiv: Ew çawa rewşa xwe û Rêberatiya Şoreşgêr dinirxînin, eva xwendina wan bi xwe ye. Ji dîtingeha me ve hekî hevalên Rêberatiya Şoreşgêr rexne ji mîkanîzma kongireya heşt bû,ku berevajiya îradeya kongireya heşt bû, xwe ew hevalên ku piştî kongireya 13 cuda bûn, ew jî tunînin, di ratsî de tu hêceteke wan bo vê veqetiyanê tunebû, PDKÎ her ew partiya ye ku her niha heye, û pêştir jî hebûye, û helbet niha bi pêgeheke siyasî û neteweyî a berçavtir. Ezmûna veqetiyanan jî, bo me hemiyan eşkere ye, û pêwîstî bi şiroveya zêdetir nine.

Pirs: Hinek li ser vê baweriyê ne ku PDKÎ divêt guhertin bi ser vê gelaleyê de anîba, ku piştî kongireya 10 bo hatina Rêberatiya Şoreşgêr amade kiribûn, û ew gelaleya daxwaza xwestekên vê serdemê nade. Armanca PDKÎ ji vê gelaleyê çi ye? Gelo PDKÎ dixwaze bi heman şêweya sala 1375 (1996) di gel wan kar bike, yan jî bingehên teşkîlatî ên vê gelaleyê armanca PDKÎ ne.

Bersiv: Me digel wan hevalan bas kiriye, ew vê gelaleya pêşniyarî ya me nîqaşê li ser bikin û bi berçavgirtina xwendina xwe, me jê agehdar bikin û piştre emê li ser xalên hevbeş qise bikin.

Pirs: Gelo hûn dikarin bi kurtî basekê ji gelaleya pêşniyarî ya wan bikin, û bêjin ku tu tişteke nû di gelaleya wan de heye ku ew bi vî awayî helwestê digrin, û dijkiryarê ji xwe nîşan didin?

Bersiv: Di nivîsa wan de basa vê nahê kirin ku ew ji PDKÎ cuda bûne, basa du partiyên siyasî dike, rewayiyê didine cudabûna xwe, basa yekgirtina PDK ya yekgirtî dikin, û komek tiştên din ku di rastî de armanaca wan yekgirtina rîzên PDKÎ nine, ku kongireya me ya 15 pêdagirî li ser kir.

Pirs: Çi nakokiyek di navbera wan du gelaleyan de heye?

Bersiv: Gelaleya pêşniyarî ya me binemaya siyasî û rêkxistinî, desteberkirina yekîtiya rîzên PDKÎ ye. Gelaleya wan bas ji partiya demokrat ya yekgirtî dike, zelal nine ku şûnasa vê partiya yekgirtî çi ye, û ji kuderê ve çavkanî girtiye, û hilgirê çi gotarekê ye, eva digel resaleta PDKÎ yek nagre.

Pirs: kêmasiyên gelaleya wan ji dîtingeha we ve, çi ne, û gelo we jêve ye bi gotûbêjan hûn dikarin nêzîkî yektir bin bo danîna gelaleyeke hevbeş?

Bersiv: Min kêmasiyên gelaleya wan bas kirin, hebûna wan kêmasiyan ne bi vê manayê ye ku em dawiyê bi diyalogê bînin, siyaseta me li gorî biryara kongireyê, berdewambûn e li ser diyalogê, di çarçoveya rê û şûnên me yê siyasî de, û ez hêvîdar im ku hevalên demokrat vê pêvajoyê bi awayekî bidomînin ku yekgirtinê li pey xwe re bîne, û di xizmeta armancên gelê Kurd û yekrêziya PDKÎ de be, û di vê piroseyê de jî, kes dorandî û yan serkevtî nine, û tenê serkevtiyê vê piroseyê PDKÎ ye, û ew jî di xizmeta berjewendiyên gelê Kurd de ye.