Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêz Rostem Cehangîrî Endamê Deftera Siyasî ya PDKÎ:

12:15 - 9 Kanûna Paşîn 2014

Hevpeyvîn: Şehab Xalidî
“Piştî sê gerên hilbijartinê ku Erdoxan li deshilatê de maye, Erdoxan êdî bûye kesekî pozbilind, û hin helwêstên siyasî girtin, niha yek ji wan deshilatdaran e ku dibêje ez bi dengê gel hatim ser kar, û ezê bi dengê gel jî desta ji karê xwe bikêşim, û dibêje ezê li gorî berjewendiyên Turkiyê gavan bavêjim”.

Pirs: Gelo ew kirîza di Turkiyê de pêwendî bi pirsa gendeliya malî ve heye, yan di rastî de armanceke siyasî li pişt van aloziyên di Turkiyê de heye?

Bersiv: Bi hizra min hekî em herne nava îtilafa navenda balên nav AKP’ê de, dibe em bêjin ki di esil de sê yan çar bask hene, baskê Erdoxan, Ebdulla Gul, Fethulla Gulen û baskê neteweperest.

Di dîroka Turkiyê de şer di navbera, Îslamî û layîkan de bû. Di 28’ê Şibatê de serdemê deshilatdariya Erbekan, tank hatne ser şeqaman, bi şêweyekê kuditayeke bêdeng kirin, serokwezîr dest ji kar berda, û dewlet hilweşiya, û dewleteke demkî anîne ser kar, û helbijartineke formalîte kirin, û Îslamî paşve vekêşiyan. Ew Erdoxane hingê girtin ku şaredarê Stembolê bû, û birne girtîgehê, ji ber ku wê demê hinek helbest li dijî dewletê xwendibûn. Piştî wê yekê bû ku Erdoxan û Ebdula Gul piştî hiloşîna partiya Erbekan ji Erbekan cuda bûn, û di sala 2002’an de em hêdî hêdî dibînin ku ew partiyeke nû bi nerîneke nermtir, rû li Rojava, wekî Îslamiyên kirawatdar, û bawerdar bi demokrasî û hilbijartinê, û alîgirê çûna bo nava bazineya Yekîtiya Ewropayê ava dikirin.

Em dikarin bêjin ku Erdoxan êdî bû yek ji wan rêberên karîzma di Turkiyê de ku karî serî li Erbekan û hem jî ji Fethulla Gulen bistîne, ku serdemekê ew bihevre bûn. Em dibînin ku MHP nikare ji sedî 14 dengan, û CHP jî nikare ji sedî 25 dengan zêdetir bi dest bixe, di demekê de ku ew partiya ji aliyê Ataturk ve hatiye avakirin. Lê AKP di destpêkê de ji sedî 35 deng anîn lê ew qas çalakî û xizmet kirin ku gellek aliyên Îslamî xwe nêzîkî AKP kirin. Em nabe ji bîr bikin ku navbirî di programa partiya xwe de, nivîsandibû ku di vî welatî de pirsa Kurdan heye, ku navê pirsa terorê li ser danîne, di vî welatî de mijarek herî mezin heye mijara kurdane ku navê wê danîne mesela Terorê, em bawer in ku ew pirs divêt pêngav bi pêngav bê çareserkirin. AKP bi vî awayî kariye ku gellek ji dengên Kurdan jî bo aliyê xwe rakêşe.

Pirs: Gelo deheq pirsa Kurd, em dibînin ku niha jî gelek caran Erdoxan dema bas ji PKK dike, bixwe dibêje dibe em dawiyê bi terorê bînin, çima?

Bersiv: Bîra me neçe ku Erdoxan di Diyarbekirê de got ku di vî welatî de pirsa Kurd heye. Dema ku wan projeya xwe anîne berbas, wan navê projeya çareseriya pirsa Kurd li ser danîn, lê li jêr zexta neteweperest û komarîxwazan de navê wê dnaîn projeya çareseriya demokratîk, lê dîsan jî her kete ber êrîşan, û navê wê piştre danî pirsa biratiyê, yanî zexta partiyên navxweyî û Kurdan li ser navbirî heye, lewra gotarên wî derheq pirsa Kurd, li Diyarbekir, cudahî heye di gel gotarên navbirî li bakûra Turkiyê û yan jî li Îzmîrê.

Pirs: Gelo em dikarin bêjin ku Erdoxan bi rastî li pey çareseriyê digere, lê eva êrîşên li ser wî ne ku nahêlin ew bilez pirsa Kurd çareser bike?

Bersiv: Ya ku li pirograma hizba xwe de bi awayekî eşkere basê kêşeya kurd dike, yekem hizb e li Turkiyê, û li dîroka Turkiyê de, ku basê wê dike ku kêşeyek bi navê kêşeya kurd heye, û hewce ye ku em çareseriyê bo bibînîn, ew çareserî bi dilê kurdan e, yan ne, girîng ew e ku çareseriya kêşeya kurd hatiye pesendkirin, û basê kêşeya kurd heye, û êdî haşa lê nakin û pejirandine, pejirandin bixwe gellek girîng e, ya herî girîng ew e ku li her çar beşên kurdistanê de, hetanî niha, tenê li Îraqê bi awayekî berçav bas ji neteweya kurd hatiye kirin, lê niha jî li Îranê, li Sûriyê û Turkiyê ji aliyê gellek deshilatdarên welatan ve neteweya kurd tê retkirin, û dibêjin ku me kêşeyek bi navê kêşeya kurd tuneye, MHP ku hizba komarîxwaz e, dibêjin ku li Turkiyê de, me tu kêşeyek bi navê kêşeya Kurd tuneye.

Pirs: Gelo hekî MHP û CHP Erdoxan tawanbar nekin bi vê ku îxanetê bi armancên Ataturk dike, wê demê wê Erdoxan bilez pirsa Kurd çareser bike?

Bersiv: Bi baweriya min Erdoxan û partiya wî dikarin ku kêşeya kurd çareser bikin, lê bi wê heza ku di dilê kurdan de ye, nabe, yanî ya ku kurd dixwazin di rastî de xweseriya kurdistanê ye, lê dewlet tenê mafê Kulturî û aborî bo kurdan wekî, çareser dibîne, û dixwaze ku îznê bide kurdan, ku di parlemêntoya Turkiyê de, xebata xwe bikin, û bi awayekî zelal dibêje ku çiya berdin û çekê danên, desta ji şer bikêşin, û werin di nava parlemêntoya Turkiyê de, xebata xwe bidomînin, lê îmkan heye ku di nava demokrasiyê de, di nav parlemêntoyê de, gavek biçûk demek dirêj derbaz bike, di xebateke tundûtîj de, gellek gavan dikarî di demeke kêm de bavêjî, lê dema ku paşekêşiyê dikî, neçar dibî ku dest ji gelek deskevtan berdî, bi baweriya min dewlet dixwaze ku li gorî nêrînên xwe kêşeya kurd çareser bike, lê ew çareserî bal kurdan ne ew e ku kurd dixwazin, û bi baweriya min hewce ye ku kurd piştevaniyê bidin van gavên dewletê bona çareseriya pirsa kurd.

Derheq Erdoxan ez dixwazim bêjim ku piştî sê gerên hilbijartinê ku Erdoxan li deshilatê de maye, Erdoxan êdî bûye kesekî pozbilind, û hin helwêstên siyasî girtin, niha yek ji wan deshilatdaran e ku dibêje ez bi dengê gel hatim ser kar, û ezê bi dengê gel jî desta ji karê xwe bikêşim, û dibêje ezê li gorî berjewendiyên Turkiyê gavan bavêjim, bi du sedeman Rojavayiyan guman ji Eroxan kirin, yekem siyaseta Erodan derheq Îsraîlê, jiber ku Îsraîl bal Amerîkayê hêla sor e, û herwisa piştevaniya Erdoxan ji Filistînê, û ji Ereban, bi dilê Rojavay nebû, herweha Rojava dixwast ku Turkiyê pêgeha Îranê lawaz bie, lê piştre dîtin ya ku Îranê heya niha kiriye, Turkiye jî dixwaze di herêmê de her vê yekê bike, lewra Rojava ji AKP dilsar bû. Ya duyemîn helwêsta Erdoxan derheq kûdetaya li welatê Misrê bû. Heta niha jî Erdoxan wê kûdetayê napejirîne û li dijî wan xebatê dike, û piştevaniyeke zaf ji Îxwanelmoslimînê dike, û di mîtîngên xwe de bi eşkere berevaniyê jê dike. Em dikarin bêjin ku wî karî ku aboriya Turkiyê ber bi serxwebûnê ve bibe, ya herî giring kêşana boriyên petrola Herêma Kurdistanê bo Turkiyê û Ceyhanê bû, yanî serbarê vê ku Amerîkayê dijayetiya wê dikir, û ragehandin ku divêt perê vê petrolê here bankeke Amerîkayê de, Turkiyê ew yek jî qebûl nekir, di dawiyê de gotin bila bikeve banka Milet, yan banka xelkê Turkiyê.

Lê derheq diziyê ew dibêjin dadgeh heye, bila lêkolînê bike û biryara xwe bide, lê armanc di vir de, ne dizî ye, belkû nîşanegirtina pêvajoya çareseriyê ye, armanc ne dizgirtin e, belkû herifandina dewletê ye, dixwazin ku vê dewletê ji nav bibin, ya giring jî ew bû, ku hatin û ew dizî kirne rêçareyek bo hilweşandina dewleta wî.

Dibêjin du mehan berî niha di mêhvandariya balyozên welatên derekî de, balyozê Amerîka di Turkiyê de gotiye ku di du mehên pêşiya me de împeratoriya serdemî ya Turkiyê wê biherife, Erdoxan jî bi vê gotinê pirr nerehet bûye, û gotiye balyozê Amerîkayê em neçar nînin ku te li cem xwe xwedî bikin, û dibêjê hekî balyozên me di nava karûbarên welatê we de destêwerdan kirin, ji me re bêjin emê bixwe wî li ser kar vêde bibin.

Lê binêre baskê Gulen, ku bi sedema vê ku Gulen hem melayekî mesebî ye, û rêberekî mesebî ye, û hem jî kesekî sermayedar e, Ew sermayedarekî gellekî bi nav û deng e, ez dikarim bêjim ku sermayedarekî cîhanî ye, wî gellek xwendegeh û zanîngeh danîne, di Turkiyê û sertaserî welatên Îslamî de, di Herêma Kurdistanê de zanîngeha Îşik heye, di Turkiyê de gellek mekteb danîne, xelkekî zaf ên hejar dibe wir û perê kêm ji wan werdigre, ji wan qata hejar gellekan hiqûq xwendine , dibêjin ku ev û Erdoxan bi hevre sazan e û beşa qezayî di destê Gulen de be, lê dema ku cemaeta Gulen zanî ku roj bi roj ew serî ji wan distîne, û renge bersiva wan jî nede, û dema ku zanî ku Erdoxan nifûza xwe di nava polîs de jî zêde kiriye, êdî Gulen xwest ku pêşiyê lê bigre, û Erdoxan jî, ji derfetekê digeriya, da ku li wan bide. Ew diziya ku eşkere bû, û şûnpiyê ciwanekî Îranî jî têde eşkere bû, behsê sermayeyeke sedan milyard dolarî heye, yanî ev diziya ku dibêjnê diziya sedsalê. Diyare ku dewlet vê yekê ret dike, û dibêje diziyeke bi vî qasî nehatiye kirin û zêderewiyê dikin, û hekî diziyeke weha hatibe kirin, heya destê kurê min jî têde hebe, dibe here pêşberî dadgehê, lê we gellek nepeniyên dewletê eşkere kirin û we dane destê bîhaniyan. Lewra wî di heyameke kêm de zêdetir ji 50 serok polîsên bajarên curbicur li ser kar vêde birin, û niha gihîştiye 500 kesî. Erdoxan wekî rêberekî hatiye naskirin ku zêdetir di kirîzan de karîzmayiya xwe nîşan dide.

Bi baweriya min niha êdî ragehandina bala Gulen sist bûye, êdî propagendeya wan ya li dijî dewwletê gellek kêm bûye û renge ew agirbirekê ragehînin. Ji bîra me neçe ku serdemekê CHP’yiyan propagendeyên wan digel bala Gulen yek bû, niha eva ku Gulen bixwe li Amerîkayê dirûnêt û eva ku ewan bi qewlê hikûmeta Turkiyê sirrên dewletê eşkere kirin û dane bîhaniyan, hemû bûne sedema vê ku beşek ji sermayedarên mezin jê cuda bin,û dibe em bizanin ku xelkê Turkiyê naxwaze ku ew rewşa baş ya aborî û siyasî têk biçe, bi hizra min ew kirîz wê bidawî bihêt.

Pirs:Gelo eva ku dibêjin cemaeta Gulen sirrên di warê gendeliya malî eşkere kirine û dane dest Amerîkayiyan, û wê yekê Erdoxan pirr aciz kiriye, dikare heya çi qasî rast be?


Bersiv: Wekî belge belgeyeke wisa li ber dest de nine, di dema şeran de şerên propagendeyî û rewanî dest pê dike, lê bîra me neçe ku berî hilbijartinê baskê Gulen û CHP, û MHP û bala layîkan ji xwe ditiriyan, yanî li gorî rapirsiyan AKP hêşta jî ji %50 nehatiye xwar, hekî bi cuda bûna girûpa Gulen astê dengderên AKP bigîje %40 jî, ew bêy AKP nikarin hikûmetê pêk bînin. Yanî nikarin ku Erdoxan li ser kursiyê serokwezîriyê rakin, şer li ser hilbijartinan e, îsal sê hilbijartin hene, ya şaredariyan, ya serkomariyê ku di nava xelkê de wê birêve here, û ya parlementoyê. Ew sê hilbijartin giring in, û AKP dixwaze di her sê hilbijartina de serkeve.

Pirs: Gelo yanî em dikarin bêjin ku ew êrîş pêwendiya wê bi hilbijartinê ve jî heye û ew dixwazin ku rewşê aloz bikin?

Bersiv: Çi guman têde nine, ku şerê hilbijartinê ye ku dikin, û renge di vê hilbiajrtinê de bidorînin, yan jî AKP bi dengeke zaf bête ser kar û ew dengê yekcar zêde, wan berev dîktatoriya tek hizbî bibe, û piştre jî wan berev dîktatoriya takkesî bibe, ew ji vê yekê nîgeran in ku renge nekarin ku AKP li ser kar vêde bibin, lewra ew dixwazin ku rewşê tevlîhev bikin û ewlehiya siyasî û aborî têk bidin, û hilbijartin paş bikeve, hekî hilbijartin paş bikeve henekê ew demokrasiya Tirkiyê lekedar dibe, û îtibara partiya deshilatdar kêm dibe, yanî ew pêngavên aliyên dijber vê yekê nîşan didin.

Pirs: Bi raya we nerîna cemaetê guherîn bi ser de hatiye? Her çend dibêjin ku Gulen daxwaz li Erdoxan kiriye ku sê rewşenbîrên Kurd li ser doza KCK bigrin, lê Erdoxan bi axavtina wan nekiriye, lê li ser yek ew dixwazin aliyê Kurdan bi qazanca xwe bigrin?


Bersiv: Çavdêrekî siyasî ê Kurd dibêje ku di civînekê de, digel serokwezîrê Turkiyê, wî gotiye Erdoxan ku gelo ma we şerm nekir ku ew qas siyasetvanên Kurd li ser kolanan we girtin û destên wan kelebçe kirin, lê serokwezîr jî di bersivê de gotibû ku min jî her bi qasî we agehdarî li ser vê yekê hebû, digot ku min gotê gelo te wekî serokwezîr çi kir, got me hinek ji serok polîsan li ser kar vêde birin, di vir de negot ku dezgeha qezayî di destê min de nine, dezgeha Dadweriyê di destê girûpa Gulen de ye, şer di navbera wan du baskan de ye, û baskê Gulen xwe bi mexdûr dibîne, ew dibêje ku min ew anî ser kar, lê niha em lawaz bûne, lewra dibêje wan ku yan divêt hûn min bikne hevbeş di deshilatê de wekî yek, yan ez nahêlim ku tu li ser asfaltê rê herî.

Mesele di vir de ew e ku dewletê tu Kurdek, wek siyasetvan yan karsazekî dewletê negirt, dadgehê biryar dida û polîs jî neçar bû ku biryarê cîbicî bike, di vir de eşkere bû ku dezgeha Dadweriyê di destê cemaeta Gulen de bûye, di vir de ye ku gellek caran ew projeyên ku dewlet tîne, yanî tîne bo parlementoyê, berî hemiyan dezgeha Dadweriyê ew ret dikir.

Eşkere dibe ku ew yek astengiyek bûye li ser riya dewletê. Bala xwe bidê ku nûnerekî Ergenekonî ser bi CHP (Ergenekon rêkxiraweke terorîstî ye û di nava Kurdan de wekî dewleta kûr binav dikin), gelek cinayet kirine, renge serokwezîr yan jeneral jî kuştibin, gellek siyasetvan bê serûşûn kiribin, gellek kesên naskirî di Kurdistanê de jinav birine, ya ku dibêjnê “qetlên mechul”, ew têne azadkirin bi hukmê dadgehê, lê parlemanterê BDP ku tometa li ser wan nagîje yek ji sedî ya tawanên wan, daxwazê dikin ku heman dadgeh her li gorî vê maddeyê wan BDP’yiyan jî azad bikin, lê bersiveke ret Werdigrin.

Pirs: Gelo azadkirina wan parlementeran nîşaneya wê ye ku guherînkarî li boçûn û nerîna kesên ser bi Gulen di nava Dezgeha Dadweriyê de hatiye?

Bersiv: Ne, eva vê carê biryara heyeta Dadgeha Yasaya Bingehîn bû, deshilata vê heyetê li serveyî deshilata dezgeha Dadweriyê ye, yanî parêzerên wan girtiyan hawara xwe bo dadgeha yasaya bingehîn birin, em dikarin bêjin ku şerê wan rojan di Turkiyê de bi qazanca wan parlementeran jî bû, heta azadkirina wan jî di rojea bêhnvedanê de bû, û dadweran ji riya elekteronî ve nameya azadkirina wan parlementeran îmze kirin, yanî dewlet li vir de peyamekê dide, herwisa hekî tu lê hûr bî, di wan rojan de dewletê hinek wêneyên rêzdar Ocelan jî bo yekem car piştî çend salan bilav kirin, ew wêneyê ku navbirî digel Demîrtaş û Boldan li ser maseyekê serûber rûniştine, yanî li gorî zanyariyan eva îzna wezareta Dadê ya Turkiyê li ser bilavkirina vê wêneyê hebûye, yanî bi awayekî dixwaze bêje Kurdan ku li gorî wan wêneyan, van derfetan bibîne û nas bike û bizane ku aliyê hemberî min wate yên li dijî min ew in ku naxwazin digel we bisazin, jiber ku Turkiye naxwaze ku cihgirbûna xwe ya di warê siyasî û aborî de ji dest bide, ew şerê wan yê çend salan li dijî Kurdan kembera aboriya Turkiyê şikandiye, lewra ew naxwazin ew şer dom bike, û dixwazin li pey çareseriyê bigerin, lê pêngav bi pêngav diçne pêş, û mixabin ew pêngav bi dilê Kurdan ninin, lê di rastî de giring in.

Pirs: Kekê Rostem bi raya we Kurdan di vê kirîzê de çawan kar kirin?

Bersiv: Bi raya min ew qasê ku min şopandiye, ew helwestên BDP’yan û ên Ocalan û gelek çavdêrên siyasî dibêjin ku çend meh berî niha Ocalan ragehandiye ku eva hinek alî mijûl in rewşeke aloz pêk bînin, û heya BDP jî ew axavtinên Ocalan sansor kirine û bas nekirine, eva nîşan dide ku renge Ocalan di girtîgehê de zêdetir xwendibe heya yên çiya, yanî wî baştir ew rewş şirove kiribe, lewra helwestên Qendîlê jî ên çend rojan berî niha digel îro rojê hinekî cudahî heye, yanî piştî nameya Ocelan ku ji Qnedîlê re şand û Qendîlê bersiv da, mirov dibîne ku guherîn bi ser helwêsta Qendîlê de hat, ji 17. 12. 2013 heya ku oporasyon dest pêkirin, helwesta Qewndîlê mirov dikare bêje ku gellek ferq kiriye. Yanî Kurdan helwesteke baş girtin û bo yekem car bû ku Kurdan karî ji vê kirîzê de helwesteke baş û bê alî bigrin, lê me dît ku Ehmed Turk, Kemal Borkay, Demîrtaş, di helwestên xwe de dibêjin ku divêt lêpirsîn bê kirin, yanî mesele li vir de tenê gendelî nine, belkû mesele jianvbirina rewta çareseriyê ye, em dibînin ku Li Kurdistanê de piştevaniya wê aloziyê nekirin, ew Kurdistana ku çepera herî bihêz ya meşên li ser kolanan bû, di vê kirîzê de ew bêdeng bûn, û dibe dewlet jî ji vê yekê têbigîje û Kurd jî, û bi hevre dibe bo çareseriya pirsa Kurd pêngavan hilgirin, û bi ser rikeberê xwe de zal bin’

Pirs: Gelo em dikarin bêjin ku di pêşerojê de tu partiyek nikare cihê AKP bigre bo çareseriya Pirsa Kurd,?


Bersiv: Mixabin wisa ye. Demîrtaş di konferanseke çapemeniyê de dibêje ku di navbera partiyê siyasî ên Turkiyê de, em zêdetir nêzî AKP ne, belê xirap û xiraptir heye, tu MHP, CHP, AKP, danî cem hev, yanî ew partiyên yasayî ku di parlemêntê de firaksiyonên wan hene, MHP’yî hêla jî amade ninin ku di parlemêtê de destên xwe jî bidne destê parlemanterên Kurd, û dibêjin ku ew yek îxanet e, CHP’yiyan heya niha wate ji serdemê Ataturk ve heya niha soz dane û cîbicî nekirine, heya niha tenê AKP ye ku ya gotiye, hinek kiriye, hemû nekiriye, lê hinek kiriye, min gellek caran gotiye ku hereketên AKP Kîselî ne.

Pirs: Gelo ma her vê yekê şik û guman di niyetpakiya Erdoxan de çê nekiriye?


Bersiv: Hekî tu wekî Kurd çav ji pêngavên Erdoxan û AKP bikî, û li gorî daxwazên Kurdan vê yekê binirxînî, belê rast e. Tu dibînî ku Kurdek têhniyê azadiyê ye, heya îro tiştek bi dest nexistiye, wekî wê ye ku kesek li ber mirinê be, lê tu tenê dilopeke avê berdî ser zimanê wî, ew yek nikare çareserî be. Lê hekî em di gel partiyên din wan bidin berhev, lê ew pêngavên bi coret in, ew dibêje ku ez welat berev demokrasiyeke zêdetir ve dibim, madam ku berev demokrasiyeke zêdetir ve dibe, ew yek bixwe şêweyeke şer e li dijî CHP û MHP. Heya ku şerê di navbera wan sê aliyan de hebe, wê demokrasî zêdetir peyda be, dîktatoriya tak û hizbî zehmet e ku pêk bê, lewra Kurd ji vê yekê tê gihîştine, û di navbera xirap û xiraptir de xirap hildibjêrin, Neçarin ku vî karî bikin, jiber ku tu aliyek din di qadê de nine, heke tu li fotografê binêrî, xûya dike ku çi dibêje, lewra hekî partiyek din hebe ku ji AKP’ê baştir be, û deshilatê bigire destê xwe û bo mînak rabigehîne ku ez dixwazim otonomiyê bidim Kurdan, wî çaxî Kurd dibe piştevaniyê jê bike, û destan ji AKP’ê berde, jiber ku di siyasetê de ne reş heya dawiyê reş dimîne, û ne sipî jî heya dawiyê sipî dimîne, belkî eva berjewendî ye ku dostatiyê diyar dike, ne sond û îman.

Pirs: Gelo yanî em dikarin bêjin ku di Turkiyê de, şerê çekdarî bersivê nade, yanî nikare pêngava gihîştina Kurdan bi mafê xwe bilez bike?

Bersiv: Dema nameya rêzdar Ocalan ku di newroza sala derbazbûyî de hat belavkirin, ez li ser vê baweriyê bûm ku nameya han li rûyê neçariyê ve hatiye nivîsandin, û bi awayekî bêhna teslîmbûnê ji nameyê tê, lê hekî niha wê nameyê cardin bixwînî, hindek guherîn di hizirkirina mirov de derheq nameyê pêk tîne.

Em vê yekê ji bîr nekin ku serbarê vê ku rêzdar Ocelan rêberekî siyasî yê Kurd e, di rojeva siyasî ya Turkiyê de ye jî. Ew heyeta parlemantaran jî ku seredan wî diken, basa rewşa siyasî ya welat jêre dikin, û jê re dinirxînin û herweha niha ku îzna mifahwergirtin ji TV û Setelaytê jî pê hatiye dan, bi xwe dibîne û dixwîne û dinirxîne, li ser dîroka Turkiyê jî bi başî şareza ye, lewra bi başî dinirxîne, û di nameya xwe ya Newrozê de bi başî radigehîne ku serdemê şerê çekdarî derbaz bûye.

Bi baweriya min her dewleteke dagîrker bêt, û li ser mafê Kurdan diyalog û nîqaşê bike, Kurd di tu beşek Kurdistanê de vê yekê ret nakin, yek ji wan beşên Kurdistanê jî Kurdistana Bakûr e ku gellek sal e têde basê gotubêjan tê kirin, bi giştî agirbes di nava van sînaryoyan de jî heye, eva ku aliyên neteweperest û rasîst di Turkiyê de, niha hewil didin bi her awayekî be, cardin Turkiyê ber bi şer tevî Kurdan bibin. Bi baweriya min heya niha rêberiya PKK’ê gellek bi hişyarî ve pêngav avêtine û siyaset kirine, jiber ku beravajî agirbesên berê ku di heyamek kêm de dihatin şikandin, lê vê carê agirbesê sala xwe derbas kir, û niha jî her berdewam e, eva jî bi awayekî heqaniyet û rewayiya pirsa Kurd dide selimandin, di nava bîrûraya giştî ya Turkiyê de, heya niha wusa nebû, heya niha texa rewşenbîr û demokrat û Kurdan weha hizir dikirin ku tevgera Kurd li Turkiyê tevgerek şerxwaz û dijî Turk e, û welat ber bi parçebûnê ve dibe, lê dewamkirina vê agirbesê berheqbûna doza Kurd û bitaybetî berheqbûna PKK’ê di nava rewşenbîr û demokratên Turkiyê de da selimandin, lewra PKK nabe vê yekê bi kêm bibîne.

Ez vê yekê gellek bi dûr nabînim ku serkirdatiya PKK’ê, di nava Turkiyê de û di pirojeyên siyasî ên Turkiyê de beşdariyê bike, û xebata xwe bidomîne. Lê bi baweriya min di şerê ku îro rojê di nava aliyên Turkiyê de derketiye holê, gereke Kurd destêwerdan û alîgiriya eşkere neke, lê hindekê aliyê dewletê bigre, û di hember de jî poanan bide û wergire. Jiber ku bi hizra min şerê îro rojê li Turkiyê bi qazancê Kurdan e.

Pirs:Gelo heya kengê ew partiyê wekî CHP û MHP, wê wekî opozisyon bimînin, jiber ku ew xwe bi partiyên netewexwaz û peyrewê boçûnên Ataturk dizanin, ewê çawa û heya kengê taba mana AKP di deshilatê de bikin?

Bersiv: Eva girêdayî ye bi hizr û nêrîn û siyaseta wan di Turkiyê de, yan dibe xwe tevî raya giştî ya cîhanê rêk bixin, û guherînkariyan bi ser siyasetên xwe de bînin, û cardin ji nû ve rûçikek nû û serdemiyane bidin xwe, û bêne nava xelkê de, bi bêhneke fireh ve, jiber ku evan gelek caran bi rûçik û kincên curbicur xelk xapandin, lê niha xelk wan dinse.

Xûya ye ku nabe te çavnihêriya gellek tişan ji MHP’ê hebe, jiber ku eva rêbaza wan e, û nikarin ji vê rêbazê derkevin, û di dirêjahiya dîroka Turkiyê de jî, wan her bi lihevhatin û îtilafan karîne bêne ser kar, û hertim aliyê herî biçûk bûne, lewra bi giştî ew yan dibe xwe digel serdemê niha rêk bixin, û yan jî dibe xatira xwe bixwazin.

Pirs: Gelo em dikarin bêjin ku ji bo xelkê xizmetkirin giring e, yanî xelk guh nade îdeolojiya partiyan?

Bersiv: Yek ji qazancên pergala parlemantêriyê ew e ku dewlet û sîstem di xizmeta xelkê de ne, bi vê wateyê ku dewlet û sîstem û partî, bi qasekê kar bikin ku cardin xelk wan hilbijêre, ne weke Îranê ku xelk di xizmet sîstemê de be, lewra niha em dibe vê yekê baş binirxînin ku niha di Turkiyê de, raste demokrasî di asta welatên Rojavayî de nine, lê bi nêrîna netewa Turk ne Kurd, heya niha baş bûye, sîstema parlemantarî hebûye, û deshilat hatiye guherîn, lê bi rêyekê de çûye ku nehêlane serkevtî be, bo mînak di sala 60’î de, Menderes hewlek da, lê ew hat kuştin, di sala 80’î de cardin pê diçû ku karekî weha bikin, lê kûdeta hat kirin, û serkomar û serokwezî hatne zîndanîkirin, di dawiyên dehika 80 û despêka dehika 90’î de, Ozal dixwest ku karek weha bike, lê Ozal jî hate kuştin û heya niha jî piştî 20 salan xeta sor e, ka gelo wê bê eşkerekirin ku Ozal çawa hatiye kuştin, yan ne, îro rojê jî li ser Erdoxan e, lewra bi baweriya min ferq û cudahiya di navbera Erdoxan û Menderis û Demîrel û Ecewîd û Ozal, di vir de ye ku ew lawaztir bûn.

Pirs: Em dikarin bêjin Ozal wê demê lawaz bû?

Bersiv: Belê, Ozal lawaz bû. Yanî wê demekê dest pêkir ku partiya wî lawaz dibû, û bi tenê nedikarî dehsilatê bidestve bigre, wî divêt bi hevalbendiya bi partiyeke din re deshilat bidestve bigirtiba, Turkiyeya wê demê jî, û erteşa wê demê jî bihêz bû, lewra gellek bi rehetî Ozal di holê rakirin.

Lê wan Îslamiyan bawerî bi Rojavayiyan nekirin û gellek bi hûrî ve çûne pêş, û pêngav bi pêngav astengiyên li ser riya xwe rakirin, lewra hem rikeberên xwe ji holê rakirin, û hem jî şiyan ku xizmeta xelkê xwe bikin, xelkê Turkiyê 80 sal bû ku partiyên din ceribandibûn lewra herçend pêngavên AKP hêdî hêdî jî bûn, lê xelkê ew qebûl kirin, û dengê xwe dan ewan.