Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

birêz Teymûr Mistefayî Endamê Deftera siyasî ya PDKÎ

13:15 - 24 Çirriya paşîn 2013

demana: rozhnama kurdistan

33 salî berî niha di 26’ê Xezelwera 1358’an (1979) Xomêynî rêberê wê demê yê Îranê piştî sê mehan şerê malwêranker û dasepayî bi ser xelkê bê tawan û azadîxwaz ê kurdistasna Îranê de, biryra ragirtina şer da. Şerek ku di dîroka hevçerx ya xebata neteweyî ya Kurd de bi rêberiya PDKÎ bi şerê sê hevyî navê xwe derxist.

Bona vê armancê û nîqaşkirina li ser aliyên cur bi cur ên vê biryara Xomênî, me bi Birêz Teymûr Mistefayî endamê Deftera Siyasî ya PDKÎ re hevpeyvînek encam daye ku emê bala xwendevanên rojnameya Agirî bo vê hevpeyvînê rakêşin.

Pirs: Di destpêkê de kerema xwe bêjin ku çawa bû ew şer bi şerê sê heyvî hate naskirin?

Bersiv
: Bi vê sedemê ve ku şerê Kurdistanê li roja 26 heya 28’ê Gelawêjê û fitwaya cîhada Xomênî li dijî gelê Kurd û berengariya hêza pêşmerge li hemberî êrîşên rejîmê, heya roja 26’ê Xezelwerê ku Xomênî peyama ragirtina şer bilav kir, sê heyvî dom kir, lewra bi şerê sê heyvî hate naskirin.

Pirsyar: Ev şer çawa dest pêkir, û destpêkerê vî şerî kî bû?

Bersiv: Rejîma Komara Îslamiya Îranê berî vî şerî jî çend şerên din wekî şerê Sine, Nexede û...hwe bi ser xelkê Kurdistanê de sepandibû, û geşkirina agirê van şeran, rê ji bo şerekî berfirehtir xweş kir ku di doma vê pîlanê de, di dema pevçûnan de li bajarê Pawe du kes bûne qurbanî, ku ew şer û pevçûn hêceteke zêdetir bû bona birêvebirina pîlanên xwe ku ew jî sertaserîkirina şer di Kurdistanê de bû.

Lewra di roja 26’ê Gelawêjê de şer di Pawe de dest pêkir û di roja 28’ê Gelawêjê Xomênî biryara cîhadê li dijî gelê Kurd derkir, û di vê biryara biyûm de bi hêzên xwe ragehand ku rehmê li tu kesî nekin, eva bû ku di heyameke kêm de, vî şerî seranserî Kurdistanê bi xwe girt, û diyar e ku rejîma Îranê şer dest pêkir.

Pirsyar: armanc ji pêkanîna vî şerî çi bû?


Bersiv
: Armanc ji vî şerî pêşgirî ji tekoşîna PDKÎ bû, ku daxwaziyên vê partiyê wate demokrasî û mafê neteweyî li dijî bîr û baweriya paşvemayî û dijî geliyane ya Komara Îslamiya Îranê bû. Destpêkirina şer di Pawe de jî vedigere ser hilkevta sitratejî ya vê herêmê bi sedema bûna çend zaravayên cur bi cur û çend meseb û ayînên cuda.

Pirsyar: Çawa bû ku Xomênî piştî sê mehan biryara ragirtina şer da?

Bersiv: Têkşikana li pey hev ya hêzên rejîma Îranê li hemberî hêza pêşmerge de, û alozî û bê moraliya wan, sedema serekî ya vî şerî bû.

Pirsyar: Armanca Xomênî ji ragirtina vî şerî çi bû, gelo armanca wî çareseriya pirsa Kurd bû, ya armanceke din hebû?

Bersiv: Xomêynî piştî çend mehan niyeta xwe ji ragirtina şer bi eşkereyî bas kir û got ku armanc ji ragirtina şer ew bû ku “dijî şoreş” (hêza Pêşmerge) dorpêç bikin, û wan ji nav bibin, û herwusa armanceke din ya wan ew bû ku hêza têkşikayî û bê moral ya xwe serûber bike.

Pirsyara: Gelo ecama biryara ragirtina şer ji aliyê Xomêynî ve, çi bû?

Bersiv
: Biryara ragirtina şer bû sedema pêkhatina du heyetan ku yek ji wan nûneratiya hikûmetê dikir û heyeta Kurdî jî, ji rêkxirawên wê demê ên beşdar di xebatê de pêk hatibû.
Ji ragirtina şer heya destpêkirina ducarî ya şer van du heyetan çend civîn bi hevre hebûn, ku tu encameke wê tunebû, û di vî heyamî de rejîm mijûlî xwe rêkxistinê bona cardin êrîşkirina li ser Kurdistanê bû, û hêzên Kurdistanî jî di vî heyamî de xwe ji berê zêdetir amade kirin û armancên xwe ji xelkê re şirove kirin.

Pirsyar: Di dawiyê de derheqî vê pirsê tiştekî taybetî heye ku we bas nekiribe?

Bersiv: Ji biryara cîhadê ve heya dawiya vî şerî, bi dehan gundên Kurdistanê ji aliyê hêzên rejîmê ve hatne kavilkirin, û Xelxalî bikujê navdar, deste deste xortên Kurdistanê di dadgehên ne dadperwerane û çend çirkeyî de bi îdamê mehkûm kirin, û rewşeke tirs û xofê di Kurdistanê de pêk anîn, û armanc ji cinayeteke wusa çavtirsandîkirina xelkê Kurdistanê bû.
Helbet xelkê Kurdistanê bi vê cinayetê û gellek cinayetên din, çavtirsiyayî nebûn û Kurdistan li jêr piyê kirêgirtiyên rejîmê de kirne polên agir, û nîşan dan ku bo gihîştina bi mafên rewa yê gelê xwe amadeyî her cure cangorîtiyekê ne, bê guman ew berberekaniya qehremanane di dîroka xebata rizgarîxwaziya neteweya me de bi xeta zêrên wê bê nivîsandin.