Zaniyar Amedî
Di parçekirin û parvekirina welat de dewleta kolonî gor navxweyî welat, jiber taybetmendîyên avahîyên Kurdan gefên xwe avêt. Yek ji taybetmendîyên avahîya Kurdan, netewîbûn çalekvanên doza xwebûn. Di wê warê doza netewî de serpêhatîyên wan ên kevn hebû. Bi nirxan, daxwazên netewî ji xwe re kiribûn remz û dewletên kolonî jî hemberê Kurdan bi xwîn êrîş dikirin. Ew jî bala dewletên dervayî bo aliyê xwe dikişand. Hemberên êrîşa dewletên kolonyalîst, Kurd hertim xwedîyê serpêhatîyan bûne. Dewleta kolonî jî, gor helwesta Kurdan û dewletên derveyî li navxwe, serwerîya pergala xwe di tekoşînê de û bi kuştin/çavtirsayî serwerîya pergala dagirkerî domand.
Hemberê ew helwesta dewleta kolonî Kurd, xwe bi rêxistin û dubareyên serhildana dikir, ew helwesta Kurdan jî ne dihat hesabê stratejîya dewleta kolonî ku Kurdan bi serhildanan re bûn yek û wek zincîr bûn.
Li cîhanê dezgeyên mafê mirovan, hizrên azadîxwazî û gelek dezgehên demokrat berfireh bûne. Herwaha pirsa kolonyalîstî û mafê çarenîvîsîya gelan li cîhanê derket holê. Pirsgirêka wek Kurd, kete rojeva cîhanê û konjektorên dervayî hatin çêkirin.
Serhildanên Kurdan li her çar parçan hate meşendin, bandor li hev girêdan.
Dewleta kolonî jî, gor konjektorên dervayî bandor li Bakurê welat hebû. Xwest ku Kurdan polîtîze bike, berê sîyeseta Kurdan bide navendîya pergala serwerî ya xwe. Kurdan hem ji hişmendîya neteweyî dûr bixe hem jî, bi wan fikrên polîtîzekirinê berjewendîyên xwe li Rojhilata Navîn rast bike, Da ku Kurdan polîtîze bike û bike yekemîn sîyaseta pergala serwerîya dewletê;
Eşîretan di bin serwerîya xwe de parçe bike û bike komele, medereseyên olî ji çanda Kurdewarîyê derxe û bêxe bin pergala xwe, komeleyên Zaza û Elewîyan ava bike, herwaha bi organên deshilatê ve rêxistin, komele û partî çê bikin. Wan xwastin ku bingeh û xwesta xeta netewî tone bike. Kurdan ji zincîra serhildanê biqetîne. Niha li Bakurê welat rewşa Kurd eva ye. Kurdên Bakurê polîtîzekirî/entegrasyon û beşê pergala dewleta kolonî de bin pergal in.
Asmîlasyon, bi magezagonên dewleta kolonî înkarîya Kurdan û nirxên wan dike, ev jî beşeke ji rêya sazîyên dewletê re ye. Dewlet bi hemû hebûna xwe ve bi asîmîlasyonê pozîsyon danîye. Herçiqas TViyên Kurdî yên ser bi deshilatê li zanîstgeha beşên zimanê Kurdî veke jî, ew xwendevanên ku zimanê Kurdî dixwînin di pergala dewletê de nikarin ser beşên xwe kar bikin, û ew beş li zanîstgeha niha ketîye di nav valahîyê de. Dewlet paşê dibêje; Kurd ne bi zimanê Kurdî re ne, perwerdehîya zimanê Kurdî tinebe jî, dibe. Qanûna xwe û pirsgirêka kolonî û înkarî ser Kurdan, li ser xwe vêde dibe. Ew rewş bê nerastîbûna dewletê derdixe holê. Bi entegrasyonê parastina nirxan lawaz dike.
Jiber ku avahîyên parêzvanên nûner ên entegrasyon pirsgirêka Kurd, pirsgirêkekî netewî nabîne û bi çand û demokrasî nav dikin, Ji nirxan dûr dizane, û gel polîtîze dike û asîmîlasyonê jî xortir dike.
Li Bakur, dewlet entegrasyon û asîmîlasyonê bi rê ve dibe. Pirsgirêka netewî digihîne bê çareserîyê. Entegrasyon rastîya pirsgirêka netewa Kurd nîşan nade, bi nûnerî yekîtîya Elewî, Sunî, Îzidî, Ermenî, Kurd, Tirk, Laz û Çerkez tîne ziman. Ew helwest rastî, safîkirina cûdahîya di navbera gelên serdest û bindest, netewe-ol ji hev nake, pirsgirêka Kurd ser hişmendîya xwe diavêje. Entegrasyon, hişmedîya serwerîya pergela gelê serdest, yek dewlet, yek millet, yek al û yek welat e û di seranserê Kurdistanê de pirsgirêka Kurdan difetisîne.
Ew rewş yekîtîya neteweyî bê çareser dike. Di her alîyê de birînekî mezin e di navbera Kurdan de.
Bi kurtayî, ger em bêjin, asîmîlasyon hertim ji alîyê dewleta kolonî ve tê meşandin ev yeka rast e. Çimkî ew entegrasyon jî, bi plangêrîyeke projeya dewleta Kolonî, ji alîyê hen Kurdan ve dibe pêşeng. Dewleta kolonî hemberê Kurdan bi kuştin nasekîne, ev bi entegrasyon û asîmîlasyonê bi rêxistinên qanûnî, wan tine dike.
Naveroka vê nivîsê, nerîn û dîtina nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistan Media jê berpirsiyar nine