Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Biryara “Congress” a Amerîkayê

14:58 - 10 Kanûna Paşîn 2013

Ebdulla Hicab
Piştî Yêkitiya Ewrûpa, roja 28ê Sermawezê Kongreya Amerîka (Congress) jî biryar da ku dezgehên propagendeya Komara Îslamî, ku bi Saziya Deng û Rengê Komara Îslamî tê nas kirin bixe lîsteya xwe ya reş û dorpêçan dane ser. Di heman biryarê de navê serokê saziyê Îzetullah Zarxamî jî weke tawanbar di mijara binpê kirina mafê mirovan de tê anîn ku li gor biryarê, ev jî dikeve ber pêla nû ya dorpêçên Amerîka bo ser Îranê.

Pêştir ji ber biryara Yêkitiya Ewrûpa şirketa Hotbird, niha jî li ber biryara nû ya Congressa Amerîka, şirketên Sêlên Esmaniye Intelsat u Eutelsat xizmetguzariyên ji bo hêlên weşana Televîziyonên Îranê birîn. Ev pêgav tê wateya hindê ku weşana televîzyonên Îranê ne li gor pîvanên ragehandinê ye ku ji aliyê saziyên navneteweyî ve, bi lihevhatin û li gor hin standardên cîhanî hatine danîn.

Di gel ku di piratîkê de ev biryar nekaribe bi awayek şkêner bandorê danê ser siyaseta propagendeya Komara Îslamî an dezgehên ragehandina rêjîmê bi tengasiyên cidî re rûbirû bike, lê mana ya sembolîk ya wê biryarê pir giringe. Niha êdî navendên giringe biryardan di asta navneteweyî de jî gîhane wê qinaetê ku dezgeha propagendaya rêjîmê rola sereke di pêkanîna arîşeyan, berevajî kirina rastiyan û belav kirina tovê dijminkarî, netifaqî, û tundutîjiyê de heye.

Bi taybet hegerên derxistina biryara nû ku ji aliyê Congressê ve hatin ragehandin, xwedî giringiyek taybete. Ji ber ku navenda biryardana DYA bi biryarek fermî wê rastiyê radigihîne ku destê karbidestên dezgehên propagenda (Radio û TV) ya Komara Îslamî di binpê kirina mafê mirovan de zêde heye. Ji karbidestan bi der, siyaseta propagendaya Komara Îslamî jî bi awayek raste rast di xizmeta wê zêhniyetê de ye ku mafê mirovan bi awayek bêrehmane binpê dike.

Serokê dezgeha Propagendeya Komara Îslamî Izetullah Zarxamî, ji wan xwendekarên tundajo yên girêdayî Rêbaza Xumeynî bû ku piştî şoreşa sala 1979 (1357) Balyozxaneya Amerîka dagîr kiribûn. Pişt re wî di hêzên Sipahê Pasdaran û paşan jî hêzên ewlekarî u polîs de siyaseta tundajoyane ya rêjîmê pêş ve biribû u ji sala 2004 ve bûye serokê Dezgeha Deng u Rengê Komara Îslamî u bi kiryar wê rolê di komara Îslamî de dilîze ku Paul Joseph Goebbels (1897-1945) li Alman a bin deselata Adolf Hitler de dilîst.

Goebbles di şerê cîhanî yê duyemîn de wezîrê Propagenda Hitler bû û heya dema ku bi jina xwe Magda re 6 zarokên xwe kuştin u pişt re xwe întihar kirin, siyaseta şerxwazî u arîşexuliqandina Almana Nazî pêş ve dibir. Siyaseta wî ya propagendayê ew bû ku hizra şer u reşkirina neyarên Hitler bibe nava hemû qadên civakê u bi riya propagendaya tuj ya ku bandor li ser hestên mirovan datîna hemû civaka Alman ji bo şer u zêdexwaziyê amade bike.

Her çend Zerxamî bi xwe danerê siyaseta Ragehandina Komara Îslamî nîne, lê weke yek ji karbidestên herî tundajo yên girêdayî bi Elî Xameneyî u rêbaza tundajoye Xumeynî re, ev li ser siyaseta şerxwaziya Komara Îslamî xwedî bandorek mezine. Lewma biryarek pir di cî de bû ku di gel dezgehên propagendeye rêjîmê berpirsyarê serve yê wê dezgehê jî bikeve nava lîsteya reş de.
Di wan 34 salên jiyana Komara Îslamî de dezgeha Deng û Rengê Komara Îslamî li ser sê pîvanan kar kiriye ku her 3 ji wan li dijî hemû pîvan û prensîpên mafê mirovan, demokrasî û azadiya ramanê bûne. Pîvana yekê ya xebata wê dezgehê weşandin û belav kirina îdeolojiya tundreve Xumeynî ye ku cîhanê bi reng û bi şêweyek cuda ji pîvanên demokrasiyê dibîne û şirove dike. Ew îdeolojî demokrasiya lîberal, azadiya tak û mafê biryardanê weke pîvanên betal û bê nirx nîşan dide û li hember wan nirxan, girêdana bi Xumeynî, pêrewkirina bê munaqişe ji rêberê Olî û bê bawerî bi şiyana tak di biryardanê de pêş ve dibe. Stûna duyemîn ya siyaseta propagende ya dezgeha Deng û Rengê Komara Îslamî, belav kirina kultûra şer û şerxwaziyê di nava civakê de ye. Bi awayekê ku felsefeya kuştin û xwedanekuştin, ku ew jê re dibêjin kultûra «şehadetxwazî» weke nirxa herî bilind di civakê de bê rûniştandin.

Sêyemîn stûna propagendeya Komara Îslamî çandina tovê nejadperistî, binajoyî û dijberiyê ye. Di encama wê siyasetê de mijara dijberî bi her kes, sîstem û aliyên ku cuda bifikire an şêweyek cuda ya jiyan û siyasetê hebe bûye beşek ji kultûra îroye Komara Îslamî.
Her sê pîvanên ku hatin baskirin û gelek aliyên dine siyaseta propagendeya Komara Îslamî, îro bûne serekaniya tundajoyî û binpê kirina mafên mirovan. Ev nêrîn bi awayekê hatiye belav kirin ku heta hin tevger û hêzên tundajoye din, yên ku renge bi hin awayan li hember Komara Îslamî bin jî, her heman rêbazê dişopînin.
Tevgera Kurdistanê u derdorên domkrat li Îranê bi dehan salin ku li hember wî warê siyaseta ragehandina Komara Îslamî şiyariyê didin, lê mixabin heya wê dawiyê guhên guhdêr tune bûn. Niha ku navendên xwedî bandor li siyaseta cîhanê wê rastiyê dibînin û bi hin biryarên wêrek dixwazin riya pêşve çûna wê şêweya propagenda û siyasetê bigirn, pêwîste ev pêgav tenê di wê çarçoveyê de neyên sînûrdar kirin.
Qut kirina weşana televîziyonên Îranê li ser hin hêlên satelitê, biryarek di cî de ye, lê mixabin têrê nake û nikare pêşiya rola neyêniye propagendeya Komara Îslamî di civaka Îranê de bigre. Ji xwe muxatebê propagendeya Îranê tenê bi riya satelitê ve hizra pir ji jehriye Komara Îslamî wernagirin.
Ewan kanalên cuda hene. Ji wê bi der, Îran dikare bi riyên din û bi alîkariya fîrmayên din dubare weşana xwe ya bi riya satelîtê berdewam bike. Lewma pêwîste ev pêgava di cî de ya Congresê, tenê di çarçoveya hatî ragehandin de nemîne. Ji ber ku cîhana ewle û bi asayiş wê tenê demekê pêk were ku rê ji belavbûna îdeolojiyên weke îdeolojiya dijmiroviye Komara Îslamî re bê girtin.