Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bîstemîn civîna desteya serokatiya UNPO li bajarê Biruksêlê bi rê ve çû

21:03 - 10 Çirriya paşîn 2015

Kurdistanmedia: Bîstemîn civîna desteya serokatiya saziya UNPO li bajarê Biruksêlê bi beşdariya Dr. Elî Ebdîlzade, nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û endamê serokatiya UNPO’yê bi rê ve çû.

Li gora rapora giheştî bi malpera Kurdistanmedia, 6 heta 7’ê Çiriya Paşîn a 2015’an, bîstemîn desteya serokatiya saziya UNPO li bajarê Biruksêlê bi beşdariya Dr. Elî Ebdîlzade, nûnerê PDKÎ û endamê serokatiya UNPO’yê bi rê ve çû.

Di vê civînê de, piştî pejirandina destûra karê civînê, her yek ji serok û sekreterê UNPO, rapora karên xwe pêşkêş bi endamên desteya serokatiyê kirin.

Di vê rapora ku hatî pêşkêş kirin de, axavtineke girîng li ser kar û çalakiyên saziya UNPO piştî kongrê hate kirin û di beşeke din a raporê de hêvî ji bo vê yekê kiribûn ku saziya UNPO li asta Parilmantoya Ewropa û saziyên din yên cîhanê de bi awayekî baş pêşwaz tê kirin û girîngiyeke pirr baş ji bo daxwazên wê tê dan.

Beşeke din ya karê civîna desteya serokatiyê ji bo axavtin li ser civîna paşê ya serokatiya kongirê hatibû danîn. Hêjayî basê ye ku piştî axavtin û nirxandineke zêde, herêma Kolombiya (District of Columbia) li Amerîka wek endam hate wergirtin.

Dawiya karê civîna serokatiyê ji bo axivtin li ser civîna paşê ya serokatiyê û kongirê hatibû danîn. Hêjayî base ye ku Dr. Elî Ebdîlzade, nûnerê PDKÎ li UNPO, digel çend endamên din yên serokatiyê wek komîteya taybet ji bo amadekirina beşek ji karên kongireya paşê hatine diyarîkirin.

12527.jpg

12528.jpg