Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bona rêzgirtin ji endamên PDKÎ yên li Kelarê ku heyama 20 salanin endamên PDKÎ ne rêûresmek hat lidarxistin

18:16 - 28 Gulan 2022

Roja Înê 17`ê Gulanê, Komîteya PDKÎ li Kelarê, bona rêzgirtin ji endamên ku heyama 20 salan in erkên endametiya PDKÎ cîbicî dikin, rêûresmek a rêzgirtinê lidar xistin.

Rêûresim bi xwendina sirûda netewey a “Ey Reqîb” û ragiritina bîstek bêdengî bona rêzgirtin ji canê paqij ê şehîdên Kurd û Kurdistanê dest pê kir.

Piştire ji aliyê berpirsê Komîteya Kelarê  “Salihan Palanî” ve, li derheq hatina hevalên Rêkxistina PDKÎ, çend gotinek hatin pêşkêş kirin.

herwisa ji aliyê Berpirsê beşa eşkere ya Rêkixistina PDKÎ “Şehram Hemîdzade” ve, li derheq pêşkêşkirina lewheya 20 sale ya rêzgirtinê û herwisa erk û mafên endamên PDKÎ, çend gotinek hat pêşkêş kirin.

Piştire lewheya rêzgirtinê pêşkêşî endamên weke,“Rostem Palanî, Mihemed Teymorî, Gulbax Muradî, Xanim Luranjad, Mehmûd Palanî, Soiybe Palanî, Mihemedelî Palanî, Esqer Palanî û Fireydûn Elyasî” hat kirin ku, ev heyama 20 salan in li nav refên PDKÎ de xebat kirine.

Lewheyên wan rêzdaran ji aliyê Berpirsê beşa eşkera ya Rêkxistina PDKÎ “Şehram Hemîdzade” û Mihemed Seyfûrî û Mehtab Xizrî ve hatin pêşkêşkirin.