Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Borkana nerazîbûnê li rê de ye

16:00 - 7 Tebax 2012

Borkana nerazîbûnê li rê de ye


Selîm Zencîrî


Li van çend mehên derbasbûyî de seqa û atmosfera aborî a Îranê girêdayî rewşa siyasî, hevrîşê şok û berejanên metisîdar bûye. Ji ber ku siyasetên şerengîzane û fitnegêrane ên rejîmê li asta navnetewî û afirandina kirîzan, bûne sedem ku civaka cîhanî hisar û baykotên tund û giran ên aborî bixe ser Îranê daku neçar bi paşdekişyana ji çalakiyên navikî bike. Lê mixabin rejîm her li hêla ajawe û fitnegêrana xwe de dimeşe. Ew yek jî bûye sedem ku tesîr ji aboriya Îranê, hawirde û hinarde û herweha daketina nirx û buhayê diravê wî welatî bike hilmsîna aborî jî weke diyardeyek tal xwe bide xuyandin.

Li doma vê pêvajoyê de kêmiya mewadên xwarinê li welat de gihaye kopika xwe û bona pêşgirtin ji kêmî û giraniya kalayan, take rê ew e ku hawirdeya welat bê zêde kirin, lê ew yek jî ji ber astengiya sêstema bankî bi Îranê re her roj xerabtir dibe. Asta dahata giştî a welat ku piranî ji ber firoşa neftê ye daketiye, gelek ji fabrîka û kargehên berhemanînê hatine daxistin yan li sînorê daxistinê de ne û ...htd. Her bi vê sedemê jî pêka serhejmarîiyan, li vê midehê de zêdeyî yek milyon karker li ser sînorê bêkarmanê de mane.

Giranî, hejarî, bêkarî û kirîza ku Îran bi tewahî dagirtiye, tesîr ji jiyana rojane a xelkê bi taybetî texa hejar û kêmdahat kiriye û ger wusa biçe pêş, vê tirajîdiyek mirovî biafire. Lê eva jî hêj nebûye sedem ku hêj serê berpirs û karbidestên rejîmê ji selûnê bikewe û ji vê xewa giran hişyar bin û fikrekê ji halê xelkê û çarenivîsa wan bikin, ji ber ku tu car xelk û qedera wan ji rejîmê re girîng nebûye û tenê parastina desthilata serberedayî a wan li serweyî her tiştî bûye, loma jî bi vê rewşê re ber bi rû ne. Rewşek ku tesîrgirtî ji bayokt û hisarên aborî ên navnetewî li hember sıyasetşn rejîmê li dijî Îranê ye, lê berpirsiyarên rejîmê berdewam haşa û înkara bandora wan li ser aboriya Îranê dikin.
Kirîz û rewşa serdest bi taybetî kirîza Mirîşkê li Îranê diselimîne ku tehrîman karê xwe kiriye û ger pêvajoya han bidome, wê hêj bitesîrtir be. Loma berpirsên rejîmê piştî banga Xamineyî li dor ‘’aboriya berxwedanê’’, (ku daxwaz kir xelik berxwe bidin û vê kawdanê derbas bikin), tirîbonên fermî, mînberên mizgevtan, zanko û ... besîc kirine daku xelkê aram rabigrin û xwe ji hêrsa pengurî a wan biparêzin. Bêşik yekem çirûska vê nerazîbûn û hêrsê jî, li bajarê Nîşabor a Îranê de hat xistin ku neraziyan, berpirsiyarên rejîmê bi sebebkarê vê rewşê û bextreşiya xwe dan zanîn. Çirûskek ku bûye kabûsek bo rejîmê û renge li seranserî Îranê de bê lêdan. Çirûskek ku armanca tehrîman misoger dike. Ji ber ku ger heya niha tenê cudabîr û neyarên siyasî li qada xebata dijî rejîmê de bûn, vê carê neraziyên aborî jî pêre zêde dibin. Pêvajoyek ku rayedarên rejîmê û li serweyî hemûyan de Xamineyî pirr nîgeran kiriye, loma ji her metodekê bona ragirtin û pêşîgirtina ji vê serîhildana xelkê û borkana nerazîbûnê digrin û bi soz û derewan dixwazin xelkê bixapînin, ji hêla din ve jî çavsoriyan dikin, gefan ji xelkê dixwen û herweha bi kar û siyasetên qirêje xwe jî, kirîza heyî kûrtir û bidomînin.

Serbarê vana, wekî xuya rejîma Îranê ders û şîret ji pêvajoya hiloşîna dîktatoran negirtiye û hêj jî bi hest û şiûr û têgihîştina xelkê Îranê dilîze û wusan difikire ku bi pilan, lîstok û siyasetên xwe dê bikare heya dawiyê tav û roja heqîqetê li pişt ‘ewran rabigre û îdeaya vala ya xwe ku rêberê bisilmanên cîhanê ye berdewam bike.

Lê bo haydariya we rêberên nemirov û tarîperest, heta xelkê Îranê we bi nûnerê xwe nizanin, vêca çi bigîje bi bisilmanên cîhanê! Êdî tasika sebra wan lêwrêj bûye û xwe ji bo çarenivîsek tal ji were berhev dikin. Ji ber ku îro Nîşabor bû, sibe vê hemû Îran be û ew borkana hiloçîner û bihêz hinde nemaye ku serî hilde û dawiyê bi temenê dîktatoriya rejême bîne.