Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cade û riyên ku mirin jê dibarin!

20:42 - 22 Nîsan 2012

N: Neîme Dûstdar
W ji Farsî: Arif Velzî

Hejmara goriyên bûyerên tirafîkê di Îranê de ewqas zor in ku gelek kes dişibînin goriyên şer û bi wê re berhev didin. Çûnku li Îranê de hertim ev egera heye ku kes yan kesên ku dikewin rê û ban yan şeqamên Îranê, renge êdî tu car nevegerin, wate jiyana xwe wunda bike.
Derheq goriyên bûyerên hat û çûnê di Îranê de amarên curbicur tên ragehandin. Lê li gor amarên cîhanî, Îran yek ji 5 welatên cîhanê ye ku zortirîn gorî û qurbanî di meseleya rêk û cadeyan û bûyerên tirafîkê de heye.
Pêka çavkaniyan di 20 salên derbasbûyî de pitir ji nîv milyon kesan di bûyerên tirafîkê di Îranê de canê xwe ji dest dan û her salê jî zêdetir ji 700 hezar kes li wan bûyeran de birîndar yan seqet û kêmendam dibin.
Her çend piştî newroza îsal, fermanderê giştî yê hêza Întizamî ya Îranê ragehand ku rêjeya bûyerên hat û çûnê %15 daketiye, lê her piştî axavtina wî, Ehmed Şucaî, Serokê saziya Pizîşk Yasayî a Îranê regehand ku di navbera salên 1380\'ê heya 1389\'an de, bi gişti 241.236 kesan di bûyerên tirafîkê de canê xwe ji dest dane. Ew amar diselimîne ku her sal ji her sed hezar kesan, 35 kes di Îranê de li bûyerên tirafîkê de canê xwe ji dest didin.
Ralî di cadeyên Îranê de
Eşkere ye ku bûyerên tirafîkê ji sêkuçkeyekê pêk tên: Ajotvan, Tirombêl û Cade(rê). Bûyerên hat û çûnê di Îranê de him \'\'Sextefzarî\'\' û him jî \'\'nermefazrî\'\'in. Beşek ji wê vedigere ser ajotvanan û çanda ajotvaniyê li Îranê de, ku ajotvanên Îranî li dor bêdîqetî û tundajotinê de binav û deng in û gelek ji wan bawerî bi yasa û pirensîpên hat û çûnê tuninin û xwe li serweyî wan dizanin ku eva yek ji sedemên sereke ye.
Du pêngav ber bi gelî ve
Berpirsiyarên rejîmê îdea dikin ku hemû rê û cadeyên Îranê li gor standardên cîhanî hatine avakirin, lê gelek ji karnasên vê biyavê li ser vê baweriyê ne ku yek ji sedemên sereke ên zêde bûna bûyeran tirafîkê di Îranê de, ewle nebûna riyan e. Di Îranê de 80 hezar Km rêyên eslî û ferîî hene ku ji wê radeyê, 2000km azadrê ne û 5ookm jî li bin çêkirinê de ne.
Herweha li Îranê de cihên bûyerafir zaf in û serbarê destnîşan kirina wan, gavên hewce ji bo kêm kirina asta xeteriyê nahên avêtin. Birêvebirina şaş ya pilanên avedaniyê sedemek din ji standart nebûna riyên Îranê ye. Ji ber nebûna çavdêrî yan çavdêriyek nedurust û nebûna çavdêrên pispor, gel ji nexşe û pilanan pêka xerîte û darêtina destpêkê nahên birêve birin û bûne sebebê metirsîdar bûna riyan.Herweha gelek ji rê û cade yan şeqamên Îranê tablo yan nîşaneyên huşdarîdanê tunin. Nebûn yan kêmbûna nawendên îmdad û îmkanat û alavên hevkarîkirinê li riyên çiyayî û çîrançep û qerebalix ên Îranê jî sedemek din e. Pêka çavkaniyan, îmkanatên orjansî û tîmên rizgarker û hawardeçûnê yên îmdadê li ser riyan tenê %10 a rêvî û musafiran li xwe digre.


Li Îranê de givaşên saziya standardê jî xwe têkilî lîstika neusûlî û nerikeberiya fabrîka û kompaniyên berhemhêner ên tirombêlan be û bi can û jiyana xelkê re bilîze.
Hewce ye ku kesek ji derveyî Îranê ajotvaniya bi otombîlek Îranî re ceribandibe heya ku hest bi ferq û ciyawaziyên wê bi yên biyanî re bike. Gelek ji alav û qete\'yên esasî û sereke yên wê her li gava yekemîn de tûşî pirsgirêk û astengan dibin û kovalîtiya nebaş a wan îmkana lêkdan û mirina musafiran zêde kiriye. Çavdêriya bi ser pêvajoya berhemanîna wan utombîlan bi qasekê li xwarê ye ku nemaze çavdêr û pispor bi xwe jî bûne şirîk û hemdestê berhemanînê û ew pêvajoya xira, xirabtir kirine, rêxistina Standard jî nimûneya eşkere ye.
Tirombêlên berhema Îranê heta îmkanatên herî sade yên ewlehiyê jî tuninin, wekî stop (tormiz)a A.B.S, pereşot yan kîseyê hewa ji wan re nehatiye pêşbînî kirin. Kuvalîteya xirab ya wan jî bûye sedem ku bi derbeyek biçûk wergeriyên yan agir bigrin. Eva jî bimîne ku gelek ajotvanên din bi tirombêlên xwedî eyb ber bi cadeyên ku mirin jê dibarin diherikin.
Eve jî li halekê de ye ku berpirsiyarên Îranê li vê derheqê de gelek xemsar in û bi tiştek asayî nîşan didin. Bi taybetî Serok Komarê Îranê, Mehmûd Ehmedînejad di gotûbêja dawîn a xwe di sala 1390\'an de li ser seferê û ewlebûna tirombêlan axivî û ragihand ku ew ewlebûn berî her tiştî vedigere ser ajotvan, piştre tirombêl û cadeyan .
Derheq tirombêlên nestandard jî daye zanîn ku bila kirryar ji wan kompaniyanan nekirin heya ku kuvalîtî û standarda xwe dibin jor: Eva jî çareser yan rêçareya serkomarrrrrrrr!!!!