Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên endam û alîgirên PDK Îranê bi boneya 25’ê Gelawêjê

21:32 - 9 Tebax 2012

Kurdistanmedia: Bi boneya 67’mîn salvegera damezrandina PDK Îranê, endam û alîgirên vê partiyê li bajarên Tehran û Urmiyê çalakiyên teblîxatî birêve birin.


1868.jpg


Li gor nûçeyê gihîşît malpera Kurdistanmedia, endam û alîgirên PDK Îranê bi boneya 25’ê Gelawêjê salvegera damezrandina PDK Îranê li bajarên Urmiye û Tehranê çalakiyên teblîxatî birêve birin.

1867.jpg


Ev cihên ku çalakî têde hatine encamdayîn ev in:

Urmiye:

Bajarokê Îslamabad, qutabxaneya olî a Selahedîn Eyûbî, rawestangeha Tepe, kolana qutabxaneya “Rah Şuheda”, qutabxaneya “Rah Şuheda” û çendîn taxên din, bi awayek befireh tirakt û posterên partiyê ên taybet bi 25’ê Gelawêjê birêve birin.

1870.jpg


Kiryara han bû cihê keyfxweşiya xelkê xebatkar yê Urmiyê.

1869.jpg


Tehran:

Meydana Tewhîd, şeqama Nusret a Şerqî, zanînega Peristarî û Mamay
Û ber deriyê çûnejor yê bankê Millet.
Berbi 67’mîn salvegerî damezirandina PDK Îranê