Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên endamên PDK Îranê bi boneya 26’ê Xermananê didome

21:58 - 18 Îlon 2013

Kurdistanmedia: Bîra 21’yekemîn salvegera şehîdbûna Dr. Şerefkendî sekreterê pêşîn yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û hevalên wî, li Urmiye, Merîwan û Bokanê bi çalakiyên cûr ba cûr ên teblîxî bilind ragirtin.
Ew cihên ku çalakiyên teblîxî tê de birêve çûne pêk hatine ji:


Urmiye

Bi boneya 17’ê Îlonê, 21’yekemîn salvegera terora Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî li restûrana “Mîkonûs” a bajarê Berlînê, endam û dilsozên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê çalakiyên berbilav ên teblîxatî li cih û taxên cûr ba cûr ên bajarê Urmiyê birêve birin.
Tezilû, Qehwe Qebax, şehreka Îsar, sê rêya Qişlaq, Îslamava, rêya fabrîka qndê (karxana qendê) û Balû, ew cihên ku demokratperwerên rêya azadî û rizgariya Kurdistanê çalakî birêve birin.
Her wusa endam û alîgirên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi rêkirina kurte name (Peyam) bo telefonên hevwelatiyan, req û kînên xwe bo terorîzma dewleta rejîma Îslamiya Îranê derbirîn.
Naweroka kurtenaman bi vî awayî ye: “ Hemwelatiyên hêja! Werin ba li roja 17’ê Îlonê salvegera şehîdbûna Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî, req û kînên xwe bo terorîzma dewleta rejîma Îslamiya Îranê derdibirîn.
Ew peyame bo sedan kes ji hevwelatiyên Urmiyê rêkiribûn.
Merîwan

Gimtikê Mûsk, Merdox, Kûreya Mûsewî û gundê Nê, navê wan cihên ku endam û evîndarên PDK Îranê li bajarê Merîwanê û derdûra wî çalakiyên teblîxî birêve birin e.
Bokan

Di gundê Qeregol, Sewze, Qebaxkendî, sê rêya Gund Mela, sê rêya Hacî Lek, sê rêya Resûle Sît, sê rêya Qarinceya mezin û bikûk û sê rêya bexşa serçinar, çalakiyên teblîxî bi boneya 26’ê Xermananê hat kirin.

Her wiha li benzînxana bexşa Sîmîneyî û gundên Gamîşgolî û Şamat û sê rêya Hacî Husên û Xêrava, torak û pûsterên pêwendîdar bi vê hcetê hat bilav kirin.