Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên teblîxî bi hinceta salvegera terora Dr. Şerefkenî û hevalên wî, li Mihabadê birêve çû

17:02 - 15 Îlon 2013

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDK Îranê bi boneya salroja terora Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî li bajarê Mihabadê çalakiyên teblîxî birêve birin û pêyman û wefadariya xwe li gel Şehîdê Mîkonosê nû kirin.


Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, xortên çavnetirsên Demokrat û Kurd perwer ên bajarê Mihabadê bi hinceta 21’yekemîn salvegera terora rêberê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û hevalên wî li Almanê bi destê terorîstên rejîma Îslamiya Îranê, li çendîn cihên bajarê Mihabadê çalakî birêve birin.
Ew xortane bi bilavkirina wênên şehîd Şerefkendî û nivîsîna deruşm terorîzma komara Îslamî mehkûm kirin û soz û belêna xwe bo rivînga rêbaza Dr. Şerefkendî du qat kirin.
Ew cihên ku çalakiyên teblîxî birêve çûn pêk hatine ji: Mecbûrava (Koya Zanîngehê), taxa zeviyên şehrdarî, girika Qazî û dola Kerwîşke.
Ji aliyek din ve li gundê Yûsûfkendê jî çalakî hatin kirin û puster bilav kirin.