Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakvanekî Kurd hat binçavkirin

18:00 - 27 Kanûna Paşîn 2015

Kurdistanemdia: Di berdewamiya girtina ciwanên kurd ji aliyê hêzên ewlekarî ên rejîma Îslamiya Îranê ve, vê carê li Rebetê ku ser bi Serdeşta rojhilatê Kurdistanê ye, xortekî Kurd hat binçav kirin.

Li gor raporta malpera Kurdistanmedia, hêzên girêdayî wezareta Îtilaat a parêgeha Urmiyê ciwanekî Kurd bi navê Şêrko kurê Ebdullah rûniştiyê Rebeta Rojhilatê Kurdistanê girtin û bo mekanekî nediyar veguhestin.

Nûçegihaniya Kurdpa ragehand: Navborî ku doh Duşemî 26’ê Çileya Paşîn a 2015’an, hat girtin, ji sedemên binçavkirina wî tu zaniyariyek bi dest neketiye.

Her liser vê yekê çavkaniyeke agah got: 4 roj e ku bajarê Serdeşt û bajarokê Rebet, ji aliyê hêzên leşkerî ên hikûmeta Îslamiya Îranê ve, hatine mîlîtarîze kirin.

Ew jêdera nûçeyan ku nexwest nasnameya xwe bide eşkere kirin, di berdevemiya axaftina xwe de amaje bi vê yek jî kir: Hêzên leşkerî ên rejîma Îslamiya Îranê bi boneya astengkirina kêfxweşiya welatiyan (jiber salvegera damezrandina komara Kurdistanê) li wan devaran bi cih bûne.