Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakvanekî Sivîl li bajarê “Dêvulan”ê, destbiser kirin

15:58 - 10 Kanûna Paşîn 2013

Kurdistanmedia: Çalakvanê sivîl û xwarzîyê “Enver Husên Penahî”ji aliyê Îdareya Îttlat a bajarê dêvulan,ê hat girtin.
Ajansa nûçegehaniya Kurdpa bilav kir: Roja çarşem berwar 9’ê Şileya Paşîn a 2013’an, çelengê sivîl ê bi nave “Sîrwan Husên Penahî” ê temen 24 salî û xelkê gundê “Quruça” a bajarê Dêvulan,ê ji aliyê hêzên Îttlatî ên Komara Îslamî a Îranê di mala xwede de hat girtin û jibo ciheki nediyar hat şandin.

Çavkaniyek haydar bi Ajansa Kurdpa,ê ragehand: hêzên Îttlatî bi çar tirombêlan û hêzên eskerî çûne gundê “Quruça” û piştî geryana mala vî, hemû tiştên vî ên takekesî jî girtine û tevî xwe birine.

Sîrwan xwarziyê Enver Husên Penahî girtiyê siyasî ê Kurde ku li sala 1386 a rojî ji aliyê hêzên îttlatî ên dewleta Îranê hatiye girtin û di dawiya sala 1387 bi sûçê “dijberî a tewî Xwedê” û alikariya partiyekî Kurdistanî bi darvekirinê hate mehkûm kirin û piştre bi 16 sal zîndanê hate mehkûm kirin.
Ji aliyek din Sebah Husên Penahî çelengê siyasî ê Kurd û kur Apê Enver Husên Penahî, serbarê tewav bûna hûkmê vî,hêj di zîndana bajarê Qurwê hatiye ragirtin.
Ew çelengê siyasî roja 27’ê Cozerdan a îsal ji aliyê hêzên ewlekarî ên dewleta Îranê hat girtin û piştre li Dadgeha ŞorŞ a bajarê Sinê, heyamê 6 meh zîndan bo hate birîn û heyamek berî niha li ser sikalaya Îdareya Îttlat,ê dosiyek din jibo wî hat vekirin û heya niha di zîndanê de maye.
Di heyamê şeş salên bihûrî de pitir ji 33 kes ji endamên malbat Husên Penahî bi awayên cûr bi cûr hatine girtin.