Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Canê çar hezar dersxwanan di xwendegehên parêzgeha Urmiyê di metirsiyê de ye

16:54 - 21 Nîsan 2014

Kurdistanmedia: Seba nebûna emniyet û nebûna nasitandariya xwendingehên çêkirî di parêzgeha Urmiyê de, canê 4 hezar dersxwanan di 200 qutabxanên vê parêzgehê de di metirsiyê de ye.

Li gor rapora Kurdistanmedia, rejîma Îslamî ya Îranê ji hemû awayekê bo girîngîdana nexwendevariyê mefah werdigre, ji wergirtina diravê zorî ji şagirdên kasib û kêm dahat heya çêkirina avahiyên xwendingehan bi awayeke nasitandard, siyaseteke ku rejîma Îranê li Kurdistanê bo hatina xwerê ya asta xwendina xelkê binpê dikin.

Dersxwanên Kurd li parêzgeha Urmiyê xwîndin û nivîsîn ji xwendingehan bi canê wan tê kirin û nasitandariya 200 qutabxane tirsa hertimî li ser 4000 dersxwanên Kurd di vê parêzgeha Kurdistana Rojhelatê de çêkiriye.

Çêkirina debistanan li ser rêyên sereke û qerebalixiya parêzgeha Urmiyê, nasitandariya avahiyan û herwiha kevinbûn û nasitandariya alavan û kelupelên nav xwendingehê, ji sedemên serekiyên çêkirina tirsa canî bo ser dersxwanên Kurd di vî parêzgehê de ye.

Di vê pêwendiyê de dikarîn amaje bi agirgirtina soba petrolê ya debistana destpêkî ya gundê “Kerêza Şêxan” di devera Mihabadê de li roja 22’ê Çileya Pêşîn a 2013’an bikin û piştre jî di roja 5’ê Çileya Pêşîn a 2012’an de, seba teqîna soba petrolê li debistana gundê Şînawê li devera Pîranşehrê, 37 keçên dersxwan yê pola çarema destpêkî şewitîn û di encam de 2 kes di vê qutabxanê de seba şewata zaf û birînên kûr canê xwe ji dest dan.