Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çar hevwelatiyên parêzgeha Urmiyê destbiser bûn

21:42 - 25 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurdistanmedia: Çar hevwelatiyên xelkên çar bajarên parêzgeha Urmiyê bi tometên ji aliyê dezgehên Qezayî ên rejîma Îranê ve destbiser bûn.


Li gor rapora nûçegihaniya Mukriyanê, çar hevwelatiyên Kurd ên xelkê bajarên Nexede, Şino, Pîranşar û Saynqella, bi navên Hadî Mewlewî, Mihemed Necarî, Mihemedşefîi Rehmanpûr û Mihemed Mehmûdî ji aliyê dezgehê Ewlekarî ên rejîma îslamî a Îranê ve destbiser û bo girtîgehê hatin şandin.
Li gor rapora han, ev çar hevwelatiyên Kurd, dû meh berî niha bo girtîgeha Navendî a Urmiyê û roja derbasbûyî jî bo bajarê tehranê hatin veguheztin.
Heya dema belavbûna nûçeyê han, tu zanyariyek ji sedemên destbiserkirina wan hevwelatiyan ji aliyê dezgehên Qezayî ên rejîmê ve belav nebûye, lê tê gotin ku tawanên ewlehiyê bi wan dabin.