Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çarenivîsa komeleya petroşîmî a Îlamê nerohn e

15:26 - 16 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurdistanmedia:Gelaleya “petroşîmî a 4”, li parêzgeha Îlamê, piştî 8 salan nivîşkan mayeve û gelaleyek din a bajarê Dêhloranê derbasî qonaxa cih bi chkirinê nebûye.


Li gor rapora nûçegihaniya “Mêhr”, komeleya petroşîmî a Îlamê ji sala 2005’na ve, bi danîna destmayeyek 650 milyon Dolarî û 150 milyard Tûmen bûdce, karê xwe di 26 kîlometriya Bakûrê Rojavaya Îlamê destpê kir.
Gelaleya petroşîmî a Dêhloranê yek ji gelaleyên pesendkirî ên dema seredana Serokkomar bo parêzgeha Îlamê bû bi sedemên nerohn bêdengî lê hatiye kirin û heya niha derbasî qonaxa cih bi cihkirinê nebûye.
Du gelaleyên han heya niha xêncî zirar, tu destkevtek din ji parêzgeha Îlamê re nebûye û bi caran axaftinên neteba ên berpirsên êw parêzgehê hebûna gelaleya han biriye jêr pirsê.
Li gor gotina karnasan, parêzgeha Îlamê bi hebûna paşkevta nift û gazê, derfetên baş ji berhemanîna pîşeya petroşîmî re heye û ji xelkê wê parêzgehê û devrê re qazancek zêde dibe.
Nebûna pereyê nexd û xemsariya berpirsên rejîma Îranê, bûye seba vê yekê ku komeleya petroşîmî a Îlamê hatiye sekinîn.