Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çareseriya pirsa Kurd li Kurdistana Bakûr

20:31 - 24 Şibat 2014

Kazim Agirî

Bê guman hertim gelê Kurd li ser vê baweriyê bûye ku pirsa Kurd bi riya diyalogê bê çareserkirin, û ew yek jî bi sedan carî hatiye ceribandin, lê mixabin dewletên deshilatdar yên ku mafên Kurdan binpê dikin, bi tu awayî heya niha amade nebûye ku destê aştiyê bo aliyê kurdan dirêj bikin, ew yek jî bûye sedem ku Kurdan şik û guman li ser vê pêvajoya çareseriyê hebin, û ew naxwazin ku cardin li ser wan, lîstikên gemar bêne meşandin.

Tiştek bi navê piroseya aştiyê niha di Turkiyê de hatiye rojevê û di cîhanê de jî bilav bûye.

Lê niha gellek kes ji xwe pirs dike ku gelo ew pêvajoya çareseriyê, wê bikare pirsa Kurdan çareser bike an ne? Ez bixwe ne bawer im ku di rewşa niha ya ku Turkiye têde dijî, pêvajoya aştiyê ser bikeve.

Di Turkiyê de AKP, CHP, û MHP wekî hêzên sereke têne naskirin, AKP ku deshilatdar e, û CHP û MHP jî ku xwe weke opozisyon û parêzerên hêla nawendiya Ataturk dibînin. Ji aliyekî din ve di nava Turkiyê de dewleta Kûr heye ku wekî dewletekê di nava dewleteke din de kar dike.

Dibe ew siyaseta bê ronîkirin, ka di rewşeke bi vî awayî de pirsa Kurdan wê çawa çareser bibe.

Di sala 1993’an de agirbesek ji aliyê PKK ve hate ragehandin, û Turgut Ozal jî bas ji çareseriya pirsa Kurd bi awayê aştîxwazane kir, lê mixabin navbirî bi nexweşiyê koça dawiyê kir, herçend şêweya mirina wî heya niha jî şik û guman li ser hene.
Lewra bi raya min hekî dewlet niha bixwaze pirsa Kurd çareser bike, divêt vê rastiyê qebûl bike ku gelê kurd û partiyên kurd û bi taybetî PKK aliyekî sereke yê gotûbêjan û mixatebê wan e.

Mixabin dewlet hewil dide ku Kurdan di Turkiyê de ji pirosa çareseriyê dûr bike, lewra jî nekarî pêngaveke berçav û hestpêkirî ji bo çareseriyeke berdewam bavêje.

Herwisa hewce ye ku ji bo çareseriya pirsa Kurd dewleta kûr têk biçe. Di rastî de Ergenekon û Fethulla Gulen jî rewşa Turkiyê aloztir kirine.

Lewra bo çareseriyê hêşta jî em dibe di bendê bimînin, ka bibînin pêvajo wê çawa here pêş, û hekî ew pirsa giring çareser be, wê demê mirov dikare bêje ku dewleta kûr di Turkiyê de têk çûye.