Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cejna 26’ê Sermawezê li welatê Otrîşê birêve çû

22:51 - 23 Kanûna pêşîn 2015

Kurdistamedi: Roja pêşmerge û Ala Kurdistanê li welatê Otrîşê bilind hate ragirtin.

Li gorî nûçeya gehiştî destê malpera Kurdistanmedia yê, roja Şemî berwarê 28’ê Sermaweza sala 1394’an a Rojî, bi boneya bilind ragirtina roja pêşmereg, sîmbola berxwedan, cesûrî û nebeziya gelê Kurd û herweha roja Ala Kurdistanê ku sîmbola berdewamiya Kurdistanê ye, li “Viyen” a serbajarê welatê Otrîşê, rêûresmek ji aliyê Komîteya PDKÎ - Otrîşê birêve çû.

Di despêkê de rêûresmê bi xwendina sirûda netewî ya “Ey Reqîb” û deqeyek bêdengî bona rêzgirtin ji canê paqij ên şehîdên Kurdistanê, dest bi karê xwe kir.

Piştre “Husên Xalxal” bi hinceta roja pêşmerge û Ala Kurdistanê gotarek pêşkêş kir.

Hêjayî basê ye ku di rêûresmê de hejmareke berçav ji dost û dilsoz û endam û alîgirên PDKÎ pişikdar bûn, û ev roja han bilind ragirtin.

Rêûresmê bi govend û dîlana Kurdî dawî bi karê xwe anî.