Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cejna neteweyî a newrozê li Kurdistanê bilind hat nirxandin

14:40 - 23 Adar 2014

Kurdistanmedia: Rêûresma cejna newrozê li hejmarek ji bajarê û gundên Kurdistanê, serbarî sepandina rewşa ewlehî, birêve çû.

Rapora pişkek ji wan rê û resmên ku bi dest malpera Kurdistanmedia gihîştine, bi wî awayê ne:

Urmiye

Hemwelatiyên devera Rajan û Diza Mirgewer a bajarê Urmiyê, rêûresma cejna newrozê serbarî hebûna keş û hewaya emniyetî ku ji aliyê hêzên Întizamî û kincên şexsî ên rejîma dîktator a Îslamiya Îranê ve hatibû sepandin, hat lidarxistin.

Di vê rêûresmê de hevwelatiyan bi xwîndina sirûdên şoreşgerane û destanrês û hilkirina agirê newrozê û govend û dîlan, guh nedan bi rewşa ewlehî û hêzên rejîm, cejna neteweyî a newrozê bilind nirxandin.

Pawe

Rêûresma newrozê li bajarê pawe û gundê derdûr di demekê de birêve çû ku hêzên rejîma Îslamî ya Îranê ji ewlehîkirina herêmê ku hewla têkdana wê rêûresmê didan, lê reûresma cejna newrozê bervajî xwestekên memûrên rejîm di wî bajarî de birêve çû.

Gencên welatparêzên bajarê Pawe li cadeya Tekiye, Dedenîşe rêûresma newrozê bi hilkirina agir û dîlan û goven birêve birin.

Herwisa li gundê Neysane a ser bi bajarê Newsûdê rê û resma cejna neteweyî a newrozê bi amadebûna xelkê devra Newsûdê û Pawe û gundê Nerwî, Teşar, Wezlî, Şêxan, Şerekan, Dişe, Dûrîsan, Xanega, di keş û rewşekî şoreşgerane û hemaseyî de birêve çû.

Rê û resma newrozê li gundê Neysane demijmêr 8 êvarê bi xwîndina sirûda “Îro sala tazeye” ji aliyê tîpa mûzîka “Aro” ve dest pêkir, piştre helbestvan û nivîskaran di wesf û felsefa newrozê û jiyaneve de helbest û gotarên xwe pêşkeş kirin.

Parstina jîngeha Kurdistanê, derûşma sereke a rêûresma gundê Neysane bû.

Di vê rêûresmê de ciwanên nîştimanperwer ên pişikdarên rêûresmê birar dan li jêr rûnahiya derûşma “Parastina jîngeha Kurdistanê” jîngeha wê deverê li paş rêûresmê paqijkirin.

Merîwan

Li gundê Nê a ser bi bajarê Merîwanê lawên wî gundî û gundên derdûr bi hilkirina agirê newrozê û xweîndina sirûda neteweyî a “Ey reqîb” û şahî û govend pêşwazî ji sala nû a 2714’a Kurdî kirin û roja neteweyî a newrozê bilind nirxandin.

Herwiha di piraniya tax û kolan û deveran û gundên bajarê Merîwanê de bi xasmanî gundên Dedetirê, Cor û Nene û Îngîce, serbarî sepandina rewşa emniyetî û qedexkirina birêve çûna rê û resmê, agirê newrozê hat hilkirina û ciwan û hemwelatiyan ew boneye bilin nirxandin.

Li gor raporan, hêzên Sipaha Pasdaran li gundê Serdoşê bi komkirina girûpa mûzîkê ku bo birêve çûna rêûresma cejna newrozê di wî gudî de hatibû avakirin, rêgirî ji birêve çûna rêûresmê hat kirin.

Di demekê de rêûresma newrozê li gundê Derekê birêve çû ku kirêgirtiyên rejîm bi pirupagende û teblîxên nigatîv û herwisa mîlîtarîzekirina gund di hewla pêşîgirtin ji birêve çûna wê boneya neteweyî de bûn.

Hemwelatiyeke gundê Derekê bi nûçegihaniya “Kurdistanemdia” ragihand: Hilkirina agir di navrasta (navwenda) gund û li piraniya bilindahiyan û birêvebirina dîlan û govend, bersiveke tund bû li dijî teblîxata û dest û pêwendiyên rejîma Îslamî ya Îranê di deverê de.

Pîranşehir

Hemwelatiyên nîştimanperwer yên gundê Nimince serbarî pêşîgirtin û givaşên hêzên bi kincên şexsî ên rejîma dîktator a Îranê, bi hilkirina agirê newrozê û govend û şahî rêz ji cejna neteweyî a newrozê girtin.

Roja 21’ê Adar a 2014’an, li gundên Sîlwe, Maşkan, Girdekawlan û Hemzarava jorê a ser bi bajarê Pîranşehrê agirê newrozê hilkirin û rêz bi vê boneya neteweyî girtin.