Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çi bi qezencê gel e, bila em wê encam bidin

19:22 - 22 Tîrmeh (Temûz) 2022

Nuredîn Sûfîzade

Gelek caran bas ji berejewendî û xwasta gel tê kirin û heçî aliyek jî ku xwe girêdayî gel dizane û dixwaze pêgeheke bihêz di nav gel de hebe, cehdê dike gorî şiyana xwe wê yekê bike ku daxwaza gel e.

Herwekî em dizanin gelê Kurd ku gelek bê mafe û axa Kurdistanê ji aliyê 4 welatan ve hatiye dagîrkirin, lewma berdewam wê netewê xebat kiriye ji bona bi dest ve anîna maf û azadiya xwe û rizgariya kurdistanê ji dest dujminên dagîrker.

Bo rizgarî û gihîştina bi mafê diyarî kirina çarenivîsê jî, di nav gelê Kurd de part û rêkixistin çêbûne û renge heçî kîjan ji wan aliyan gorî bername û siyaseta xwe rêbaza curek ji xebatê girtibe berahîka xwe û xelk jî gorî berhevdan û bernameya wan part û rêkxistinan, gorî pesenda siyaset û stratêjiya wan partiyan li dewra bernameya wan kom dibin.

Bê guman heçî part û rêkxistinek ku stiratêjiya wê rizgariya Kurdistanê be û li pêxema bidestve anîna mafê neteweyî de xebatê bike, cehdê dike xelkê zêdetir dewra xwe kom bike, û gelek sirûştiye ku rikeberiya bi hêzbûnê di navbera wan part û aliyên xebatkar de jî hebe.

Hizba Demokrata kurdistana Îranê, yêk ji wan partiyên sereke û pêşengê xebata neteweyî ye li Rojhilatê Kurdistanê ku dîrokekî dûr û dirêje xebat û qurbanî danê heye bona geheştina bi daxwaziyên neteweyî û rizgariyê, û ew partiye di 76 sal temenê xwe de, berdewam xebat kiriye û qonaxên cuda cuda derbas kirine.

Em bi pişt qahîmîve ku berdewam dibêjin PDKÎ pêşengê xebata neteweyî ye û bi hêztirîn partiya alahilgirê xebatê li Rojhilatê Kuristanê ye û pêgeha herî bi hêz di nava gelê me li Rojhilat heye û qisa yekim dike, bê guman ewa jî, ji wê yekê ve çavkanî digre ku Hizba Demokrat di roja hatî avakirin heya niha tu caran tiştek nekiriye ku derweyî xwast û îradeya gel be.

PDKÎ berdewam xoraka siyaset û xebata xwe ji daxwaz û pêşniyara gel wergirtiye, hertim guhdarê rênimayî û pêşniyar û rexneyên gel bûye, lewmaye ku gel jî wê partiyê bi partî û pêşengê xebata xwe ya netewî dizane û gel jî gorî wê siyaset û sitratêjiya Hizba demokrat reftar kiriye û li hemî qonaxên xebatê de, piştewanê wê Hizbê bûye.

Dema gel piştîwanê wê hizbê be, dema gel daxwaz û hivyên xwe li siyaset û xebata wê Hizbê de dibîne, bê guman hez dike ku Hizba wan herim bi hêz û mezin û xwedî bandor be.

Yêk ji daxwaziyên gelê me li Rojhilatê Kurdistanê ji bona bi hêzbûna Hizba Demokrat ewa ye ku ew Hizbe hertim yekgirtî be û yekitiya teşkîlatiye wê parastî be, û hertim heçî gava ku li wê derheqê de pirsgirêkek bo Hizbê hatibe pêş yan netebayî û weqetiya tê de çêbibe, dilê pê êşiyaye û jêve bûne ku derbe ji wan girtiye, wate gel netebayî û weqetiyana têkoşerên wê hizbê, bi weqetiyan û perçebûna ceste û hêza xwe dizanin.

Herwekî hemî aliyek dizanin, mixabin çend caran weqetiyan di nava Hizbê de çêbûye ku ewa jî xisareke mezin bûye ji bona armanc û hêz û xebatê. Dawî weqetiyan ku di sala 2006ê de çêbû, û di wî heyamî de heya niha herdu aliyan li jêr navê Hizba demokrat bi cuda xebat kirine, hizba demokrat li wê derheqê de berdewam kevtiye ber rexne û gazincên gel, û berdewam daxwaz jê hatiye kirin ku refên xwe bêxne ser hev.

Xuyaye ku dilsozî û piştewaniya xelkê ji vê hizbê bûye sedem ku çavnhêrî û daxwazeke wiha ji vê hizbê jî hebin.

Xelkê Kurdistanê, malbatên xwedan qedre Şehîdan, alîgir û endamên vê hizbê, dost û xemxwarên vê hizbê tev daxwaza yekitî û yekgitina hizbê dikirin û givaş dêxistne ser rêberiya herduk aliyan ku dawiyê bi wê 2 Demokratiyê bînin.

Lewma herwekî min berahîkê de bas kir ku Hizba demokrat gorî daxwaz û îradeya gel siyaset û xebatê dike, amade bû hemî cemedan bike av û cehdê bike ku daxwaza gel bîne cih.

Bi keyfxweşî ve rêberiya herdu aliyên Hizba pêşeng ya gel, biryar dan ku wê daxwaza gel hasil bike û pêngav bi pêngav qonax û danûstandina pirsa yekgirtinê derbas kir û mizgîniya yekitî û yekgirtinê di demekî nêzîk de dê bide gel û dê dilê malbatên Şehîdan û gelê Kurd û dost û alîgiran şad bike.

Bê guman hingê ye ku hêvya gel tê cî û çavnhêriya hindê jî he ye ku, xebat û kar ji heçî demê zêdetir bi gur be û ev Hizbe bi erkê neteweyî ye xwe û xebata xwe, destkevtên zêdetir bo gel bi diyarî bîne û bandora wê zêdetir be.

Ewa hêvya gele, lewma Hizba Demokrat jî dixwaze hêvya gel bîne cî û her hizba gel bimîne.

Naveroka vê nivîsê, nerîn û dîtina nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistan Media jê berpirsiyar nine