Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cîhaneke hejiyê zarokan

13:31 - 24 Çirriya paşîn 2013

Fatih Salihî

Roja 20’ê November a her salekê hevdem e digel roja cîhanî ya pejirandina biryarnameya cîhanî a mafên zarokan û bi vî awayî, di piraniya welatên cîhanê de ew roj weke roja cîhanî a zarokan bi fermî hatiye naskirin.

Eva ku di vir de cihê basê ye hokarên navdêrkirina weha rojekê ne, ev jî vedigere bo vê ku bi sedema xisarên zaf ên mirovî di şerê yekem û duyemîn ê cîhanî ku di şerî yekemîn de pitir ji 10 milyon kesî, û di şerê duyemîn de pitir ji 70 milyon kesî canê xwe jidest dan, ku beşek zaf ji wan zarok bûn.

Lewra piştî bidawîhatina şerê duyemîn ê cîhanî û di encama hewlên zaf ên rêkxiraw û kesatiyên curbicur ên mirovdost, di 20’ê November a sala 1959’an de, biryarnameya cîhanî a mafê zarokan di rêkxirawa NY de hat pejirandin û piştî derbazbûna 30 salan, di 20’ê November a sala 1989’an de li Kora Giştî a NY de, ji aliyê welatên endam ve hat wajû kirin û bona piştevanî ji mafên zarokan û nehêlana êş û elemên ser wan, biryarname weke yasayek navnetewî ji hemû cîhanê re hat ragehandin.

Heya niha bi giştî ji 193 welatên endam di rêkxirawa NY de, 183 welatan bi awayekî fermî biryarnameya parastina mafên zarokan pejirandine û di perlemêta welatê xwe de jî deng jêre wergirtine. Îran jî yek ji wan welatan e ku di sala 1373’an (1994) de bi merc biryarnameya navbirî pejirandiye.

Lê eva di pejirandina mercdar a Komara Îslamî de bala mirov dikişîne aliyê xwe ev e ku, pejirandina biryarnameya han bûye sedema vê yekê ku bi awayek sîstimatîk Komara Îslamî mafên zarokan binpê bike, jiber ku di yasaya bingehîn a Komara Îslamî de ku li gorî mezheba Şî’e ya 12 îmamî ve hatiye darêtin hatiye ku, keç di temenê 9 saliyê de û kur jî di temenê 15 saliyê de qonaxa zarokatiyê derbaz dikin û dikarin herin nava pirosesa zewacê de, eva jî beravajî yasa û biryarnameyên cîhanî derheq parastina mafên zarokan e, çûnkî di bûryarnameya navbirî de hatiye ku mirov heya temenê 18 saliyê bi zarok tê hsibandin.

Di nav vê binpêkirina mafê zarokan di Îranê de jî, çend cur pêşêlkariyên din xuya dikin ku hewceyî basê ne, bo mîna ferq û cudahiya di navbera regezan de, jiber ku li gorî konwansyonên mafên zarokan nabe tu ferq û cudahiyek di navbera zarokan de hebe, lê ji her kesî re eşkere ye ku dî Îranê de ferq û cudahiyek zaf di navbera keç û kuran de heye û çavkaniya vê yekê jî zagona bingehîn a Îranê ye.

Yek din ji mafên sereke ên zarokan ku di piraniya welatên cîhanê de heta di welatên weke Îraq û Efxanistanê de jî, bê ferq û cudahî tê parastin û cîbicîkirin, mafê perwerdehî li gorî çanda netewî û zimanê daykî ye, lê mixabindi Îranê de ev maf bi tewahî tê binpêkirin û Komara Îslamê rê nade ku zarokên Îranê ku ji 6 netewe û ziman û kultorên cuda pêk tên, mifahê ji vê mafê wergire.

Eva jî vê yekê digehîne ku deshilatdarên Komara Îslamî bi awayekî armancdar dest avêtin asimîlekirina zarokên Kurd û netewên din ên Îranê da ku bikaribin bi vî awayî kesatiya wan jinav bibin û mêjiyê wan ji dîrok û şonas netewî ya xwe betal bikin.

Eva tenê çend mînak ji pêşêlkariyê Komara îslamî derheq mafên zarokan in, jiber ku hekî em berhevdanekê di navbera wan 54 madeyên ku weke mafên sereke di biryarnameya cîhanî ya mafên zarokan de hatiye digel siyasetên ku ji aliyê Komara Îslamî ve têne peyrewkirin, bi zelalî derdikeve ku tu mafeke zarokan di Îranê de nahên parastin û kesatiya zarokan di yasayên wî welatî de nahên berçavgirtin.