Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cihgirê Beşar Esed ji rejîmê cuda bû

13:19 - 18 Tebax 2012

Kurdistanmedia: Çavkaniyekê opozîsyona Sûriyê ragihand ku Cihgirê Serokkomarê Sûriyê ji rejîmê cuda bû û tevlî dijberan bû.


Li gor nûçeyekê ku li opozîsyona Sûriyê ve çavkanî giertiye û li ragihandinan de belav bûye, Faroq Elşeri, Cihgirê Beşar Esed ji rejîma han cuda bûye û tevlî dijberan bûye.
Li gor malpera “Elerebiye”, cudabûna Faroq Elşeri bi duyemîn kesayetiyê girîng yê cudabûyî ji rejîma Sûriyê piştî Riyaz Hecab Serokwezîrê Sûriyê dihê danîn.
Çavkaniyekê li Eeteşa Azad a Sûriyê bi Elerebiye ragihandiye ku xêncî Elşeri, du Efserên paye bilkind ên din jî ji Etreşa Sûriyê cuda bûne.
Li gor çavkaniyê, didema cudabûna Faroq Elşeri, Beşar Esed xwastiye navbirî teror bike, lê ji wê hewla xwe sernekevtiye, û Elşeri bi silametî derbasî Urdonê bûye.