Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çima Amerîka û Îran nikarin lihev bên?

02:10 - 6 Hezîran 2012

Îdrîs Ehmedî
Herwek li dawîn rûniştina Bexdayê de derket, Amerîka û Îranê nekarîn lihev bên. Nabe ew hewlên dîplomatîk bo meseleyên girîng weke asta mehandina Uraniyomê ji aliyê Îranê yan dana hin puanan ji aliyê rojava ve bi Komara Îslamî bên dabezandin. Amerîka her piştî şoreşa 1979’an ve hewla avakirina pêwendiyan bi Tehranê re daye, lê serkevtî nebûye. Îdareya Kilînton li salên 1997- 2000’î hewlên zaf dan heya ku pêwendiyên xwe bi Îranê re normal bikin. Li salên dawîn de îdareya Obama bi hema awayî berdewam bû li ser wan hewl û bizavan. Lê pirsa navbera Îran û Amerîka aloze û em dikarin bibêjin ku sedemên dîrokî, îdeolojî û jeopolotîkî hene.

Çi bi qenae’t yan bi armanca piropaganda û rewatîdan bi dijberiya bi Amerîkayê re be, Komara Îslamî û parek ji opozîsyona fars, rola rêxistina hevalgirî a Amerîkayê li jikarxistina Musediq ji desthilatê li sala 1953’an de bi berdewamî tînin berbas û zeq dikin. Li dehsala 1960’î ve Xomênî bi awayek rijd dijberiya Amerîkayê kir û piştî dagîrkirina balyozxaneya Amerîka li Tehranê, rejîmê dijberîkirina bi Amerîkayê re kiriye bi yek ji siyasetên sereke ên xwe. Derketin ji vê riyê jî zehmet e, her çiqas ku li nava rejîmê de kes yan hin bask û gurûp hene ku dixwazin dev ji vê dijberiyê berdin.

Ji vana hemûyan girîngtir, Îranê her li serdemê şa de jî dilê bidestxistina desthilata bi ser devera Xelîcê û nemaze hemû Rojhilata Navîn de hebû. Hewla Îranê bona bidest xistina çeka navikî li serdemê şa de divêt li vê çarçoveyê de bê dîtin. Piştî hatine ser kar a rejîma Komara Îslamî, xincî nasyonalîzma fars weke yek ji çavkaniyên stratejiya hejmûnîxwaziya Îranê, panîslamîzm jî pêve zêde bûye. Ji ber wê ku fars li hember piraniya xelkê deverê de ku ereb û sunî ne kêmanî in, Komara Îslamî mifah ji panîslamîzmê wergirtiye; him ji bo veşartina pirojeyek nasyonalîstî a hejmûnîxwaz û him jî bona berxwar kirina raya giştî a deverê.

Lewre Îrana piştî şoreşê bûye bi alahilgirê meseleya Felestînê û amade nine îtiraf bi bûna dewleta Îsraîl de bike (Helbet cihê bîranînê ye ku şa bi armanca bidest xistina desthilatê bi ser welatên erebî de, amade nebû têkiliyên dîplomatîk ên eşkere bi Îsraîlê re ava bike). Bêguman panîslamîzm ji bo Îranê alave, nek desteyek pirensîpên exlaqî û îdeolojîk ku ji qenae’tê ve çavkanî girtibin. Eger Komara Îslamî rastbêj baya, diviya xelkê ereb ên Ehwazê neçewsandiban. Dijberî kirina Îsraîlê bi manayek din jî îdeolojîk nine, belkî li bingeh de jeopolotîkiye. Ji ber hevalbendiya Amerîka û Îsraîlê, Îran desthilata Amerîka li deverê û piştewaniya siyasî, leşkirî, aborî ji Îsraîlê bi astenga sereke li pêşberî bidestxistina hejmûniya xwe dibîne.

Lewre, li bingeh de Îranê armanca desthilatxwaziyê bi awayekê heye ku dijî berjewendiyên Amerîka û Îsraîlê ye li Rojhilata Navîn de. Ev berhevdana jî nahê wateya retkirin yan kêmreng kirina rola îdeolojiya panîslamîstî a Komara Îslamî. Rejîma Tehranê him ji ber rewatiya navxweyî a xwe û him jî bi sedema stratejiya deverî, nikare pêwendiyê bi Amerîkayê re ava bike bona wê ku cehd û xebata sê dehsaliya xwe bona bidest xistina hejmûniyê bi heder nede.

Bo nimûne asayîkirina pêwendiyan bi Amerîkayê re dibe sedema wê ku Îran êdî dijberiya bi Îsraîlê re neke. Herweha neçar dimîne ku piştewaniya ji terorîzmê li dijî vê soperhêza cîhanî û hevalbendên wê dawiyê pê bîne. Hemû bask û cinahên nava rejîmê ku tenê li ser meseleyên taktîkî cudahî hene, ji vê ......
Bi Amerîkayê re li dema normalkirina pêwendiyên dîplomatîk ditirsin.
Renge Amerîka û Îran bi lihevhatinek demkî derheq kirîza navikî a Tehranê bigihîjin, lê heya ku ew du welat armancên dijî hev ên jeopolotîk hebin, nikarin têkiliyan ava bikin. Cihê bîranînê ye ku Amerîka û Yekîtiya Soviyet li dawiyê de neçar man bi hevre got û bêjan bikin, lê şerê sar jî berdewam bû heya ku Soviyet ji ber kirîza aborî tûşî şikestê hat.

Cudahiya navbera Îran û Soviyetê eva ye ku Îran hêj nebûye bi soperhêzek deverî û heya wê demê jî bikare neftê bi qasê hewce bifroşe, dikare berdewam be li ser pirogramên stratejîke xwe, ku bidestxistina çaka navikî tenê yek ji wan e.

Amerîka jî serbarê kirîza aborî û jidestdana nifûza xwe li wan salên dawîn de, hêj soperhêza sereke ya cîhanê ye û ewqas îmkan jî heye ku pêşiya Îranê bigre ji bidest xistina hejmûniyê li Rojhilata Navîn de. Herweha welatên mezin ên Ewropa niha jî piştewanê Amerîkayê ne û bi hevre givaşan dixînin ser Îranê bona paşde kişandina wê.

Lewre, pêşdîtina bicî eva ye ku pirsa han berdewam dibe, meger eva ku Rojava teslîmê Komara Îslamî be û deverê jêre bihêlin yan eva ku sîstemek li Tehranê bihê ser hukim ku dev ji vê hejmûnîxwaziyê bi metoda Komara Îslamî berde. Rûniştina Li Mosko li meha tê de bi encamek wusa nagihîjin, meger ewa ku Komara Îslamî ji ber baykotên micid li ser nefta welat, hest bi metirsiyên micidtir bike û paşdekişyanek demkî bike.

Nemaze eger rêketinek li ser pirograma navikî a Îranê jî derkeve rojevê, rikeberiya jeopolotîk û îdeolojî wê her li cihê xwe de bimînin. Herwek li keysa hikûmeta Beis piştî şerê Xelîcê de me dît ku lihevhatin li ser ramalîna çeka komkuj nahê vê wateyê ku li kiryar û piratîk de proseyek hêsan û sanahî ye. Îraqê berdewam rê ji vekolerên netewên yekgirtî bona encamdana karên xwe digirt û Amerîka neçar ma ku çendîn caran ji riya hêza esmanî ve ji Îraqê bide bona wê ku piroseya ramalîna çekên komkuj berdewam be. Razîbûna Îranê jî bi rêdan bo vekolîna nawendên etomî, nahê vê wateyê ku li piratîk de astengan bo vekoleran neafirîne.

Kuwaye, çi lihevhatin bibe û çi jî nebe, ne tenê berêkanêya jeopolotîk li navbera Îran û Amerîka de vê berdewam be, belkî kirîza navikî a Îranê jî vê her berdewam be. Kirîza han jî vê bigihîje cihekê ku yan dibe Îrana xwedî çeka navikî bê pejirandin, yan eva ku nawendên etomî ên Îranê bihên jinav birin. Biryara han jî niha li destê rojava bi giştî de ye, nek Amerîka yan Îsraîl. Bona têgihîştina vê rastiyê û pêşdîtina mercdar, divê kiryarên siyasî, nek axaftinên dîplomatîk bibin bi bingeha berhevdanan.

Bêguman rêçareya herî baş eve ku Îran gavan bawêje ber bi azadî û demokrasiyê, bona wê ku him li gel xelkê navxwe û him li gel cîhana derve re li aştiyê de bijît. Lê rejîma hakim bi ser Tehranê ew potansiyel û îmkana nine.
Rîska mezin eve ku şerek din li Rojhilata Navîn de serî hildide yan eva ku
Komara Îslamî dibe xwediyê çeka Navikî û devera Rojhilata Navîn bo midehek dûr û dirêj aramî û ewlehiyê bi xwe ve nabîne û çeka navikî jî dê li deverê de bilav bibe, ku eva jî bi zirara piroseya demokrasiyê dibe. Li egerek weha de em dibin şahidê şerê piraksî ’’Proxy War’’ yan şerê mifah standin ji aliyê sêyem li navbera Îran û Amerîka li ser xaka welatên bê çeka navikî.

Şerê navbera Îsraîl û Hizbulahê li havîna 2006’an li demekê de qewimî ku Îran hêj nizîk nebûbû ji berhemanîna çeka navikî, herwek çawa Yekîtiya Soviyet û Amerîka şerê Piraksî li Kore, Viyetnam, Angola û Efxanistanê kir, li şerê sar ê navbera Îran û Amerîka de jî, pê diçe şerê piraksî li Îraq, Lubnan, Efxansitan û cihên din de derkewe rojevê.