Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

çima Kurd di Turkiyê de ketin rewşa xirab ya niha de?

00:35 - 7 Kanûna Paşîn 2016

Arif Vêlzî

Heyamek e ku şer û pevçûn di navbera girîlayêm “PKK”ê û hêzên çekdar ên Tukiyê li Bakûrê Kurdistanê derketiye holê û, di envcama wan şer û pevçûnan de jî, ku nawendên berevankar ên mafê mirov li Kurdistan û Turkiye û cîhanê anîn ser xet, xincî kawilkierina Kurdistana Bakûr ku di rastî de bi xwe ji her cure xizmetguzarî û awedankirinekî ji aliyê dewletên yek li dû yek ên Turkiyê bêpar bûye, heya niha pitir ji 200 hizar Kurdên vê para Kurdistanê aware bûne û, li gorê amara rêkxistinên mafê mirov, pitir ji 200 kes jin û zarok û xelkên sivîl di encama teqe û topbarana bêserûber a cendirmeyên dil bi kîn ên Turkiyê canê xwe jidest dane, helbet eva xincî wan amarên nefermî ne ku têde şehîdên girîla di wan şer û pevçûnan de, pitir ji 200 kesî û kuştiyên hêzên ser bi cendirme jî, 200 kesî nîşan didin.

Eşkere ye ku dikarîn berî qewimînê, rê jî şerê ku niha di Kurdistan Bakûr de derketiye holê, bigirin û ji rêya parlemêntê ve gotûbêj liser hatiban kirin. Tê xûyakirin ku şerê han pitir şerê berjewendiya welatên herêmî ye ku, gehiştiye nava axa Kurdistana Bakûr û mixabin, serbarê vê ku tu qazanc û berjewendiyek bo gelê belengaz ê Kurd tuneye, belkî Kurdistanê ber bi aliyekê ve dibe ku texmîn tê kirin tevî zirarên giran ên, canî û madî berbirû bike.

Hewce ye ku eva ji di hizra me de bimîne, siyasetên şaş ên herdu aliyên PKK û dewleta Turkiyê derheq bi têkdana piroseya aşîtiyê, zemîneya vê yekê xweş kir ku agirê şer û milmilanêya herêmê, bigîje Kurdistana Bakûr û mixabin, ev encam lê bikeve ku niha em dibînin.

Xala balkêş ev e ku şaşîtiyên PKK’ê di siyasetkirinê de, ne tenê Kurdistana Bakûr, belkî parên din ên Kurdistanê jî tevî sergêjiyê berbirû kirine. Lewra heq bû ku PKK’ê hunera siyasî û kûrahiya sitratejiya xwe, di çarçoveya Kurdistana Bakûr de bixe kar û manoran liser bide, lê mixabin me dît ku ne tenê karekî han nekirin, belkî hemû hêz û şiyan û potansiyêlên xwe, li jêr navên curbicur ên weke PJAK û KODAR û PÇDK û PYD û YPG û YBŞ û YPJ û HDP û .... hwd û liser bingeha destxistine nava karûbarên parên din ên Kurdistanê xiste kar û, bê goman eva jî tenê di berjewendiya gelê bêpar ê Kurd de nine.

Mînaka herî nû ya nezelaliya siyasî û sitratejîkî di PKK’ê de, gotinên vê dawiyê ên “Murad Qereylan” endamê Konseya Serokatiya PKK’ê derheq bi awakirina dewleta Kurdî û herweha serdana Selahedîn Demîrtaş hevserokê taya siyasî ya PKK’ê di navxweyî Turkiyê de bû, bo welatê Rûsiyayê, ku têde di dema çavpêketina tevî karbidestên Rûsiyayê de, hejmarek gotinên ecêb û li dijî hevdu derheq bi rewşa şer û aloz ya niha di Kurdistana Bakûr de dan ku, di Kurdiwariya me de jê re dibêjin, hem ji nal dixe û hem ji li bizmar.

Jiber ku kêmtir ji salekî ber niha bû ku, rêkxistinên curbicûr ên ser bi PKK’ê ku her yek bi taybetmendiyeke taybet ve, bo parçekey taybet ji Kurdistanê hatine avakirin, pêleke berîn ya pirupagandeya li dijî avabûna dewleta Kurdî xistine rê û, têde raman û mentalîteya avakirina dewleteka Kurdî di nava zibildana dîrokê dane zanîn, lê berawajî di gotina xwe ya herî dawiyê de, Murad Qereylan gefa avakirina dewleta Kurdî û veqetiyana ji axa Turkiyê xwarin.

Yan dema ku hevserokê HDP’ê li Mosko yê bû, ji aliyekê ragehand ku serdana xwe bi merema asayî û aramkirina têkiliyên di navbera Enqere û Moskoyê de rêk xistiye û, ji aliyê din ve xistina balafira Soxo ya Rûsî ji aliyê Turkiyê ve, bi tundî pirotesto kir.
Niha ezê mijara xwe bi du pirsyaran, wê bidawî binim û bersiva wan du pirsyaran jî bo we xwendevanên vê mijarê bi cih dihêlim:

-Pirsyara yekem ji Konseya Serokatiya PKK’ê ev e ku, çima heya duh dewleta Kurdî nêrîn û ramanek parvemayî û di zibildana dîrokê de bû, lê niha nêrîn û mentalîteyek serdemiyane ye ku gerek di pêxemê de xebatê bikin?

-Pirsa duhem ev e ku li gorî gotinên berpirsyarên PKK’ê, pitir ji 100 hizar çekdarên wan, tenê di Kurdistana Rojava de hene, gelo di cihê vê de ku hêzên xwe bişînin bo herêma Helebçe û Tewêle û Biyare û bi giştî sînorên Kurdistana Rojhilatê, di cihê vê de ku dest bixin nava karûbarên Kurdistana Başûr de û herêm û Kantonsaziyê bikin, di cihê vê de ku li Kurdistana Rojava hêzên wan rêgir bin ji çalakiyên aliyên din ên Kurdistanî, bêtir nine ku bona parastin û piştevaniya ji gerîla û tevgeraGencên Şoreşvan û xelkê bêtawan ên Kurdistana Bakûr bişînin ku, niha bi destên cendirmeyên Turk tên kuştin?