Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Civaka mafê mirov a Kurdistana Îranê – Jinêv, konfiransek li varê sûçên rejîma Îranê lidarxist

17:08 - 14 Îlon 2013

Kurdistanmedia: Civaka mafê mirov a Kurdistana Îranê – Jinêv, hevdem li gel birêve çûna civînên komîsyona mafê mirov bizava Netewên Yekbûyî li Jinêvê, konfiransek li ser tawan û cinayet û binpêkirina mafê mirov ji aliyê rejîma Îranê, birêve bir.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, ew konfiranse pênçşemî berwar 12’ê Îlona 2013’an, bo rêzdaran: “Dr. Karin Pakir” serokê rêxistina parêzerên mafê mirov, “Şadî Sedr” damezrênerê dadperwerî bo Îranê, “Jiyanfarnko Fatorînî” li rêxistina tevgera dijî Ralîsm û bo aştî navbera gelan û xanima “Diyan Elayî” nûnerê Behayan li bizava Netewên Yekbûyî pêk anîn.
Konfiransa han bi gotina birêzan “Têymûr Elyasî” nûnerê civaka mafê mirov a Kurdistana Îranê – Jinêv û “Dr. Karan Parkir” dest pê kir. Têymûr Elyasî li wekirina konfiransê de basa fitwa Xomêyînî di sala 1979’an dijî gelê Kurd, kuştina zîndaniyên siyasî li sala 1367’a Rojî, terora dijberên Komara Îslamî bi taybet Dr. Qasimlo û Dr. Şerefkendî li Otrîş û Almanê kir.


Ji aliyek din ve Karad Pakir amaje bi kuştina girtiyên siyasî û bidarvekirina xebatgêrên netewên Îranê, Kurd, Ereb û Azerî kir û rêzdar “Jiyanfarnko Fatorînî” basa kuştinên sala 1988’an û piştre rejîma Îranê kir, navbirî amaje bi wê kir ku Hesen Rûhanî di vê kuştinê de dest hebûye.
Jiyanfarnko terora naraziyan û bêdengiya navdewletî bi bêêdaletî dijî mirovahî navkir û daxwa ji komîsona mafê mirov a NY kir ku li doseya wan kuştinane lêkolîn bike.
Jiyanfarnko li dirêjahiya axavtina xwe de amaje bi çendîn car êrîş bo ser kempa Eşerf kir.
Di vê pêwendiyê de “Şadî Sedr” di axavtina xwe de basa binpêkirinên mafê mirov û bi xasmanî jinên zîndanî kir û destdirêjiya cinsî bo ser jinan û bi taybet keçan pêş ji îdamê ji aliyê karbidestên girtîgehan ve bi fitwa şerî a rêberên komara Îslamî û çekekî siyasî bo şikandina hûrayî a berewaniya girtiyên siyasî jin nav bir.
Sedr amaje bi çandîn berpirsê bilin peyê rejîma Îranê li devra Rûhanî de kir ku li eşkence û cinayetên girtiyan û bidarvekirina naraziyan pişkdar bûne.
Piştre fîlmekî dêkomêntarî li ser destdirêjiya cinsî bo ser jinên li zîndanan pêşan dan.
Di beşa dina a wê konfransê de xanima “Diyan Elayî” basa rewşa Behayên li Îranê kir û got: kuştin û givaşa ser Behayan pişkek ji siyasete ferq û cudahiya rejîm dijî kemayetiya olî û mezhebiyan li Îranê.