Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Civaka mafê mirov a Kurdistana Îranê – Jinêv, konfiranseke navdewlatî birêve dibe

17:21 - 12 Îlon 2013

Kurdistanmedia: Civaka mafê mirov a Kurdistana Îranê – Jinêv li ser kuştina bi kom a zîndaniyên siyasî li Îranê li gor biryara Xomêyînî hatibû kirin, konfiransek li bizava Netewên yekbûyî birêve dibe.


Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, ew konfiranse qirare îro pênçşemî berwar 12’ê Îlona 2013’an, li hola 2’a Bizava NY birêve biçe û ew konfiranse hevdem e li gel birêveçûna gera 24’emîn civîna şivra mafê mirov li Jinêvê.
Tewera konfiransê pêk hatiye ji:


kuştina bi kom a zîndaniyên siyasî li Îranê, fitwa Xomêyînî di sala 1367’a Rojî dijî gelê Kurd û kuştar li Kurdistana Îranê, terora dijbera li derweyî welat û destdirêjiya cinsî li girtiyên Îranê.
Şadî Sedr nûnerî Îdalet bo Îranê, “Cîafuranko Fatorînî” nûnerê her tima a tevgera dijî Rasîsm bo aştî navbera gelan, Dr. Karin Pakir serokê rêxistina parêzerên mafê mirov, Nasir Buladayî nûnerê kongreya netewên îranê, Diyan Elayî nûnerê Behayan li bizava Netewên Yekbûyî beşdarên wê kondiransê dibin.
Rêveberên vê konfiransê “Têymûr Elyasî” nûênerê civaka mafê mirov a Kurdistana Îranê – Jinêv û “Dr. Karan Parkir” nûênerê rêkxistina navdewletî jibo girîngîdan bi xwendinê, dibin.