Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Civîna rêzdar Mistefa Hicrî tevî hejmarek endamên teşkîlata eşkere

17:02 - 7 Îlon 2013

Kurdistanmedia: Sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li gel endamên komrîtan û ser şanên teşkîlata eşkere a PDK Îranê kom bû.


Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedi, roja înê 6’ê Îlona 2013’an, cîvînek bo endamên komîtan û ser şanên teşkîlata eşkere a Partiya Demokrat a Kurditsana Îranê li Herêma Kurdistanê, bi amadebûna endamên reberî hat lidarxistin.
Di destpêkê de bi xwandina sirûda netewî a “Ey Reqîb” û ragirtina deqeyek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqij ên şehîdan dest pêkir.
Piştire Mistefa Hicrî basekî siyasî li ser tevgera navdewletî, herêma Rojhelata Navîn û pirsa pêwendîdar bi PDK Îranê hanî ber bas û li ser her yel ji wan mijarane bi hûrî bas kir.
Paşan rêzdar Rostem Cehangîrî Endamê Deftera Siyasî Yê PDK Îranê û berpirsê komîsyona Siyasî - Nîzamî roprek ji kar û çalakiyên çend mehên beşa teşkîlatê pêşkeş kir.
Her di vê pêwendiyê de basekî teşkîlatî ji aliyê Luqman Mêhfer endamê Komîteya Nawendî û berpirsê teşkîlata eşkere hat xwandin.
Pişka dina civînê bo nêrîn û bûçûnên amadebûiyên civînê hatibû terxan kirin û paşan ji aliyê berpirsên pêwendîdar ve bersiva nêrîn û pirsiyaran hat dan.
Di dawiyê de Sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê encama civînê pêşkeşî beşdarbûyan kir.