Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Civîna sekreterê yê Hizba Demokrat bi Binyata Netewî ya Amerîkayê ji Demokrasiyê re

14:05 - 31 Gulan 2015

Kurdistan Media: Mistefa Hicrî, sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di serdanekê de ji boAmerîka, bi bunyada netewî ya Amerîkayê “NÊD”re civiya. Di vê civînê de ku bi armanca guhertina bîr û rayan pêk hatibû, zemîneya hevbeş ji bo karkirinê hatin nirxandin.

Li gor rapora Kurdistan Media, sekreterê giştî yê PDKÎ li vê civînê de armanca xwe ji sefera bo Amerîkayê eşkere kiriye û rewşa deverê, guhertinên vê dawiyê û nîgeraniyên PDK Îranê li dor maytêkirin û destwerdanên rejîma Îranê di deverê de, beşek ji axaftinên Mistefa Hicrî di vê dîdarê de bûn.

Sekreterê Giştî yê PDKÎ da zanîn: Bi baweriya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê hewce dike ku hevkariyên tevalî ji bo berbirûbûna li hember destwerdanên rejîma îslamî a Îranê li deverê de hebin.

Hicrî di vê civînê de tevî îşare kirin bi têgihîştina giştî ya kurdan ji demokrasiyê, da zanîn: bi keyfxweşî ve hebûna hin rêxistinên wekî Kongireya Netewên Îrana Federal li Îranê de nîşan dide ku piraniya netewên Îranê li ser pêşeroja Îranê hevdeng in. Herweha 14 part û aliyên siyasî di vê kongireyê de li ser manîfestoyekî hevbeş dixebitin.

Sekreterê hizbê di civîna bi binyata Netewî ya Amerîkayê re, îşare bi vê kir ku serbarê hewl û xebatên berdewam, lê hêj opozîsyona Îranê ne yekgirtî ye û bi taybetî opozîsyona ser bi neteweya fars di nava xwe de hevgirtî ninin, nemaze part û aliyên siyasî ên netewên din ên Îranê jî napejirînin û amade ninin ku bi wan re alîkar bin.

Di vê rûniştinê de “Barbara Heyg” ji binyata Netewî ya Amerîka ji bo demokrasiyê, basa kurtiyek ji çalakiyên xwe kir û çawaniya karkirina vê nawendê û metodên sereke yên vê rêxistinê ji şandeya Hizba demokrat re şirove kir.

“Heyg”li doma axaftina xwe de bas ji ceribînên “NÊD”ê bi hevşêweyên xwe kir û daxuyand ku Ii çend cihên ku ew hetanî niha têde xebitîne weke Çînê, eva diyardeyek ber bi çav e ku çalakên mafên mirov û demokrasîxwaz ên ser bi netewên serdest amade ninin ku çalakên netewên blindest bi awayekî serbixwe bipejirînin û bi wan re kar bikin û ji wan re dibêjin ku hûn cudaxwaz in.

Heyg tevî girîng hesibandina karê Kongireya Netewên Îrana Federal bas ji vê kir ku ev cehd û cehdên bi vî awayî jib o gihîştin bi têgihîştinek bingehîn jib o demokrasî û pêşeroja welat pir girîng in û kes nikare tu kesên bi hinceta metoda xebatê û xebata bi vî awayî bêpar bihêle ji gihîştina bi vê têgehê.

Heyg da zanîn ku hemû ew kesên ku jib o pêşerojek demokratîk li Îranê de dixebitin, hewce dike ku dengek wan hebe ji vê têgeha bingehîn. Herweha da zanîn ku her kes bi her awayê ku xebatê dike, ger demokrasiyê dixwaze, hewce dike dengê wan hebe.

I dawiyê de her du aliyan tekez Ii ser vê kirin ku hewce ye pêwendiyên han berdewam bin û li encam de zemîneyek hevbeş were pêk anîn da ku ew aliyên ku ji bo demokrasiyê tekoşînê dimeşînin, hewil bidin bihevre kar bikin.