Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Civînek nerazîtiyê li Norwêjê bi boneya salvegera futwaya Xumênî li dijî gelê Kurd hat lidarxistin

15:48 - 20 Tebax 2012

Kurdistanmedia: Kurdên akinciyên welatê Norwêjê bi boneya 32’mîn salvegera futwaya Komkujiya Xumênî li dijî gelê Kurd, li hember deriyê Parlemana Norwêjê civînek nerazîtiyê hat lidarxistin.


Civîna han ji aliyê Komîteya PDK Îranê – Norwêj û Komeleya Şoreşgêrên Zehmetkêş ên Kurdistana Îranê birêve çû. Di wê civînê de peyama her du aliyan hat xwendin, û beşdaran dirûşm li dijî rejîma Îranê qîrandin.
Di peyama han de hatibû ku Kurdan hertim hewl dane di riya aşitiyê ve bigîjin mafên xwe û tucar xwazyarên şerr nebûne.
Di beşek din ha peyamê de hatibû ku xebata Kurd bi komkujî û sêdaran nahê tepeserkirin û xwasta netewa Kurd eva ye ku mîna netewên din ên deverê bigîjin mafên xwe ên rewa.
Çendîn aliyên siyasî ên beşdar di wê civînê de peyamên xwe pêşkêş kirin.
Di civîna han de çend kesan qala bîranînên xwe ên dema futwaya komkujiya Xumênî li dijî gelê Kurd de kirin.