Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Civîneke bo berbijêrên hilbijartinên Kanadayê ji aliyê komîteya PDKÎ ve hate lidarxistin

20:57 - 12 Çirriya pêşîn 2015

Kurdistanmedia: Ligorî nûçeya malpera nûçegehaniya Kurdistanmedia yê, komîteya PDKÎ – Kanada, civîneke demokratîk bo berbijêrên hilbijartinên Kanadayê lidar xist.

Malpera Kurdistanmedia yê herweha eşkere kir ku, komîteya PDKÎ – Kanada tevî rêxistinên medenî ên Îranî li welatê Kanada yê, di hewlên xwe ên berdewam de bo ja ji hevdû nêzîkkirina aliyên siyasî ên welatê Kanada yê û, herweha bona haydarbûn û pişikdariya kurdên akincî di vî welatî de ji pirsên demokratîk de, roja Şemî berwarê 18’ê Rezber a sala 1394’an, civîneke pan û berîn bo berbijêrên hilbijartina Federal li bajarê “Bêrnabî” lidar xistin.

Kombûna han bi beşdariya nûnerên her yek ji partiyên “Lîbêral, Niyû Demokratîk û Partiya Kesik” û hejmarek berçav ji hemwelatiyên Kanadayî hate lidarxistin.

Hewceyî basê ye ku kombûnên han bona bihêzkirina Lobiya Kurdan li welatê Kanadayê wê xwedî bandor be û, her di vê derheqê de jî nûnerê PDKÎ û herweha Komîteya vê partiyê li Kanadayê, hewil dan ku bi başî ji vê derfetê mifahê wergirin.

Kombûnê bi pirsyar û dîtingehên beşdaran, dawî bi karê xwe anî.